Ajotina bîsklêtê li Silêmaniyê şerm e!

Keçeke Kurd (Foto: Zinar Ala)
Keçeke Kurd ji Çiyayê Kurmênc (Foto: Zinar Ala)

AVESTA – Li Herêma Kurdistanê keç ji gellek mafan têne mehrûmkirin heya asteya ku nikarin bi azadî û serbestî bîsklêtê bajon…

Ji ber qise û qiselokên xelkê, yek ji xewn û xeyalên Sara ku ew jî ajotina bisîklêt e, nayê dîtin. Sara Ebubekir a 19 salî, xwendekara qonaxa amadeyî ye, dibêje gelekî kêfa wê ji ajotina bisîklêt re tê �Lê ji ber qise û qiselokên civakê ditirsim.� Li gor Sara ajotina bisîklêt tiştekî pir normal e û tu şermek tê de tune: �Lê di nav civaka me de, şermên bêwate zêde ne.�

Keçên Silêmaniyê, herdem şanaziyê bi bajarê xwe dikin ku wek paytexta rewşenbîriyê hatiye naskirin û di warê vekirîbûnê de li pêşiya hemû bajarên din dihesibînin, lê hê nikarin bi bisîklêt werin derve.

Kejî Ehmed a 18 salî, derbarê ajotina bisîklêt de bi awayekî matmayî bersiva Rûdawê dide û dibêje: �Ez di kîjan civakê de bisîklêt bajom, di wê civakê de ku ger bi birayê xwe re jî herim derve bi tiştekî din fehm dike!�. Kejî gelek ji ajotina bisîklêt hez dike, lê dibêje: �Ez Bêguman im xelk dê bibêje keçea xwe berdane û lêpirsînê jê nakin.�

Li welatên cîhanê, gefên ser jîngehê û şîretên bzîşkî û qerebalixbûna bêrade ya nav bajaran, wek sê fakterên xurt wiha li xelkê kiriye ku ajotina bisîklêt û bikaranîna bisîklêt roj bi roj zêdetir dibe. Lê li Kurdistanê, heta niha şîretên şarezayên warê jîngeh û bizîşkiyê jî nikariye bo ajotina bisîklêt li ser xelkê bandorê çêbikin.

Îsal li bajarê Hewlêrê, xwendevanekî zanîngehê bo cara yekemîn projeya ajotina bisîklêt bo şagirdan pêşkêşî hikûmet û parêzgeha Hewlêrê kir, ew proje ji aliyê hikûmet, parêzgeh û rêveberiya hatûçûnê ve hat piştgirîkirin û karê pêwsît jê re hat kirin, bi vî awayî bo yekemîn car xwendekarên herdû regezên mê û nêr bi bisîklêt hatin û çûna zanîngehên kirin, lê serkeftina wê pir xwiya û berçav nebû.

Nerîman ku mamsote ye û kêfa wê ji ajotina bisîklêt re tê got, xweparastina xelkê ji ajotina bisîklêt vedigere bo asta hişyariya civakê û jinan bi xwe: �Ji ber ku di vê derbarê de jinan hewlek berçav bo şikandina wan astengan nedane.� Şato Umer a 19 salî, dibêje qet li ser wê yekê nefikiriye bisîklet bajo: �Ji ber ku ez dizanim malbata min nahêlin û wê rê li min bigrin.�

Hinek keç gilî û gazindan ji aliyên berpirs dikin ku asankarî nekirine heta keç jî bikarin bisîklêt bajon, hewlên wek cudakirina cadeya taybet bo ajotina bisîklêt bo keçan. Vaniya Behaedîn a 25 salî, gelek hez dike êvaran bi bisîklêt were derve û bigere, lê dibêje: �Li bajarê me cadeyek tune ku taybet bi keçan an bo ajotina bisîklêtan be. Em ji destê otomobîlan bêzar bûne vêca dora bisîklêt e.�

Bi baweriya pisporên warê civakî, hinek ji fakterên vebûn û pêşketina civakî bi rûyê civaka Kurdî ve tên xwiyakirin, lê hê maye civak hemû tiştekî qebul bike. Rêbaz Ehmed, lêkolerê civakî, dibêje: �Hê pir maye heta civaka me bighe wê asta pêşketî û gelek warên din hene ku pêwîst e jinan li ser wan şarezayî hebe, lê mixabin bi xwe jê re kar nakin.�

Li gor wî lêkolerê civakî, pirsgirêk tenê ne di ne amadebûna aqlê civaka Kurdî de ye: �Heta hikûmetê jî zemîn ji wê yekê re xweş nekiriye, derfet ne afirandiye, hê cadeya taybet bo ajotina bisîklêtan tune.

�Endamê Lêjneya Cîbicîkirinê li Lijneya Olompî a Kurdistanê, Selah Mihemed Kerîm diyar dike ku ne tenê di nav xelkê asayî de, heta di nav keçên werzişvan de jî bisîklêt ajotin kêm e: �Mixabin civaka Kurdî heta niha jî civakek vekirî nîn e, civaka me paskîl ajotinê bo mêran jî wek şerm dizane nek tenê bo keçan. Niha li Kurdistan û Iraqê yaneyek taybet a paskîl ajotina keçan tuneye, ew kêmasiyekî mezin e ku dikeve stûyê me, ji ber ku keçên me ên paskîlsiwar pir kêm in.�

Navbirî behsa wê kir ku çend keçên paskîlsiwar di Yaneya Newroz de hene: �Lê ew ne wek Yaneya Paskîlsiwariyê ne, tenê çend keç in ku di çarçoveya Yaneya Werzişî a Newroz de ne.�

Jêder: Rûdaw / Leyad Qeredaxî

Advertisements

4 thoughts on “Ajotina bîsklêtê li Silêmaniyê şerm e!

  1. Hevalê hêja û delal Zinar ala.
    Ez gelekî heyranê van nîvîsê te yê balkêş im. Birastî tû xortekî bi wêrek e. Lê ji xêra xwedêre kû min xwedanê hevoka şerm nas bikra. Minê jê bipirsya? Çima hertişt jibo mêra ne şerme lê ji jinare şerm e. Ev hevoka şerm bandorekî girîng li jîyana jinê kiry e. Her tavgera jina kûrd rastî vê hevokê tê.
    Jin li piskilêtê siwarnebe şerme. Jiboçî şerme bersîv nîn e. Jin li himber mêra rûnenê şarme. Çima şerme bersîv nîne. Jin bi mêrar e ser sifra xwarnê rûnenê. Jin bi destgiyê xwer neger.
    Jin porê xwe berned. Jin neken. Jin bazara aborî nek. Jin ji malê bi tenê dernekev. Ê çima Ê şerm e. Ev hevoka şerm li Kûrdistanê mîna sîndanekî pola ketiye pêşa jiyana jinê û jiyana jinê astend kiry e.
    Slav û hezkirin jibo van nîvîsên balkêş

  2. Wey tu bi xêr hatî Kurdê Ciwan, min ev sernivîs dani le binsernivîsa vê nûçeya balkêş ya hevala me Leyad Qeredaxî amade kir. Her wiha ev wêneya keçeke Kurd pir wêrek ku nû dest bi ajotina bîsklêtê kirye. Hevalê Yusuf, tu nikarê bawer bikî çiqas bi ajotina bîsklêtê kêfxweş bûbû. Mixabin bi mîlyonan keçekeên Kurd ji vê kêfxweşiyê mehrûm mane.
    Tu her hebî Kurdê Ciwan.
    Silav û hezkirin bo te jî.

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s