Kurdo Baksî ji “El Periódico” re behsa pirtûka xwe kir (Hevpeyvîn)

Foto: El periódico
Foto: El periódico

Avesta / Barcelona – Amadekirin: Anna Abella. Wergerandin: Zinar Ala.

Piştî pênc salan ji barkirina nîvîskarê Swêdî Steig Larrson û piştî serkeftina xebata wî “Millennium” li Swêdê û li 40 welatê din ( bi gîştî 13 mîlyon pirtûk hatine firotin). Niha jî sê kesên ku ji derdorê Steig Larrson bûn wê navdariya vî nîvîskarê Swêdî yê ku di 50 saliya xwe de ji cîhanê barkir û serkeftina trîlogiya xwe nedîtibû dîsa vejînin.

Sê pirtûkên nû wê behsa jiyana Steig Larsson bikin

Yek  ji aliyê hevaljîna wî Eva Gabrielsson hatiye nivîsandin, yek din jî ji aliyê rojnamevan Jan-Erik Petterssone, edîtorê pirtûkekî ya Steig Larrson.

Pirtûka sêyemîn  ji aliyê Kurdo Baksî bi navê  “Hevalê min Stieg Larsson” hatiye nîvîsandin û eger sorpres çênebin wê di sersala nû de lê Swêdî bê belavkirin.

Kurdo Baksî ji rojnameya El Periódico re axivî û gellek tiştên balkêş anîn zimên.

Kurdo Baksî: “Pirtûka min gellekî personal e. Min dixwest ez bîranînên xwe tomar bikim wek çawa kamîramevanekî dike. Min pirtûka xwe nivîsand wek heval û hevkarê Steig û, dema min dinivîsand, hin caran digriyam û hin caran dikeniyam”.

“Hevalê min Stieg Larsson” wê ji aliyê Norstedts, heman weşanxaneya ku trîlogiya Millennium çap kiribû bê weşandin.

Baksî wê behsa hevaltiya 12 salan ligel steig Larsson bike, ji 1992 heya sala mirina wî  di 2004 de.

Baksî: “Ne hemû tiştên ku dibêjim ser Steig baş in, min behsa kêlîkên şêrîn û ên xerab, şerên ku di naverba me de rû dabûn û nebaşiyên wî  kiriye”.

Baksî ji Eva Gabrielsson re dixwaze ku “mîlyonan euro” qezenc bike ji çapkirina pirtûka xwe, “yê ku dest pê dike ji cihê ku pirtûka min diqede”.

Xebata Eva, yê ku ti sûd ji qezencên Millennium nekiribû,  wê bi navê “Sala piştî Steig” derkeve.

Ji ber ku Eva û Steig ne zewicî bûn, hemû pereyên ku ji firotina Millennium hatin çûn, gorî yasayên Swêdê,  berîka bav û birayê Steige.

Baksî sê sedeman eşkere dike ji bo nivîsandina pirtûka xwe, yek ji van sedeman jî ne girêdayî peran e.

Baksî: “Ne gerekê min in, ligel min hene û bes min dikin heya mirinê”

Baksî: “Dixwazim nirîna xwe li ser jiyana Larsson bidim wek kesên din ku ew jî dixwazin li ser wî binivîsînin. Her wiha, nikarim jiyana xwe berdewam bikim bê nivîsandina vê pirtûkê ji ber ku dema Steig mir ez rastî valahiyekê hatim. Mirina wî bandoreke mezin li min kiribû. Qet berê hevalekî min nemiribû”.

Sedema sêyemîn jî: “Min berê pirtûk nivîsandibûn, ez kesekî naskirî bûm…, ew jî dixwest li ser jiyana min pirtûkek binivîsanda. Bi mirina wî ez hesiyam ku ez dêndarê wî me. Ji ber wê niha ez im yê ku li ser wî dinivîse”.

Baksî, di çileya bihorî de, biryara xwe standibû û di adarê de ligel weşanxaneyê civiyabû.

Baksî: “Wê çagê min her tişt di jiyana xwe de rawestand, ne min email dixwendin, ne jî min guh dida mobîlê. Tenê ji bo nivîsandinê min xwe vala kir.

Di pirtûka Baksî de, yê ku ji 200 pelikan pêk tê, 10 wêne hatine bi cih kirin.

Baksî: “Têde wêneyên Steig di şahiyan de, di bîroyê de û ligel çigarê hene, herdem çigare dikşand”.

El Periódico / Anna Abella

Avesta / Zinar Ala

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s