Hevpeyvîna Helîm Yûsif bi Husên Hebeş re

Husên Hebeş li festîvala Navnetewî ya Helbestê  (Kolombiya - Medellín)
Husên Hebeş li festîvala Navnetewî ya Helbestê (Kolombiya - Medellín)

Hisên Hebeş, helbestvanekî Kurd e, ji rojavayê Kurdistanê ye. Sala 1970 î li gundê Şiyê, herêma Efrînê ji dayik bûye. Ev çend salin ku li Almanyayê dijî.

Hetan niha çar pirtûkên wî yên helbestan bi erebî derketine, herwiha gelek helbestên wî yên bi zimanî Kurdî hatine weşandin. Hinek ji helbestên wî wergerîne zimanê Farisî, Spanî, Almanî û Îngilîzî.

Di destpêka Tîrmeha 2009 an de beşdarî festîvala helbestê ya navneteweyî li Colombyayê bû. Li ser beşdarbûna xwe ya vê çalakiya navneteweyî axivî:

1- Yekem car e ku helbestvanekî Kurd beşdarî festîvaleke helbestan ya navneteweyî dibe. Tu dikarî hinekî bahsa vê festîvalê bikî û ya îsal kengî çêbû?

Bi rastî, ez nizanim ku ev cara yekem e ku helbestvanekî Kurd beşdarî festîvaleke helbestan ya navneteweyî dibe yan na, lê ya ku ez pê dizanim

Ev e ku, cara yekem e piştî 19 salan ji damezirandina festîvala helbestan ya navnetewî li bajarê Medellin li Colombiyayê Festival Internacional de Poesía de Medellín (Colombia) helebestvanekî Kurd beşdar bibe. Ev festîval her sal di meha 7an de destpêdike û 10 rojan berdewam dike. Helbestvan ji hemû aliyên cîhanê tê de beşdar dibin, îsal jî nêzîka 70 helbestvanî beşdar bûn.

Bi rastî, ez mat mam gava min dît ku bi hezaran guhdar û hezkiriyên helbestê tên  bi evînî û dilsozî guhdarî helbestê dikin, weke mînak, roja dawiya festîvalê nêzîkî deh hezar kes beşdarbûn, ew ji bo min û ji bo hemû helbesvanên din tiştekî pir nû û pir ecêb bû!

Bê guman, helbestvan li wir weke stêrkên futbolê, muzîkê û sînemayê bûn.

Hêjayî gotinêye, ev festîval ji berî 19 salan de, ji aliyê du helbesvanên Colombî ve hatiye damezirandin, yek ji wan bi navê Fernando Rendon (ew serok e) û yê din bi navê Gabriel Jaime Franco ye ew jî cîgirê serok e.

2- Tu bi erebî û bi kurdî dinîvisînî. Te li wir bi çi zimanî xwend û beşdarbûna te çawa bû?

Li roja destpêkê min hinekî bi kurdî xwend, lê mixabin guhdar li benda wergera ji zimanê kurdî bo zimanê Spanî sekinîn, lê werger tune bû. Min lêborîn ji wan xwest û got: Ez bi zimanê kurdî û erebî dinîvisînim, min xwest hûn tenê hinekî guhdarî muzîka ziman û helbesta kurdî bikin, lê li min biborin, wergerandina helbestên min yê bi kurdî  bo Spanî tune ye.

Ji beriya ku ez biçim festîvalê bi mehan li yekî/ yekê geriyam da ku çend helbestên min yên bi kurdî wergerînin Spanî, mixabin min tukes nedît. Yek ji mercên festîvalê ev bû: Divê her helbestvanek 15 helbestên xwe wergerîne Spanî û ji wan re bişîne, min wergêr ji helbestên xwe yên bi erebî re dît, lê dîsa mixabin min ji bo helbestên xwe yên bi kurdî tukes nedît.

Beşdarbûna min gelek baş û serkeftî bû.

3- Ji Colombyayê û di nav bi dehên helbestvanên ji welat û zimanên cuda de, rewşa Kurdan û wêjeya wan çawa xuyanî dikir?

Bi rastî, bi dilêşî jî ez ê bibêjim rewşa wêjeya kurdî gelekî qels xuyadikir. Kurd di kultur û wêjeya cîhanê de hema hema tune ne.

Yekcaran helbestvan li salona hotêlê rûdiniştin û li ser pir tiştan diaxifîn,

Yekcaran dihatin ser pirsa kurdî, wêjeya kurdî, pirsên wek: Kurd çend milyon in? Li kuderê dijîn? Çima ta niha bê welat in…? Wan tiştên wisa dipirsîn, min ji wan re hinek tişt ronî dikir.

Hinek helbesvanan baş li ser Kurdan dizanîn, lê piraniya wan jî tiştekî kurdan nedizanîn.

4- Çima festîval, konfirans, civat û mihrecanên wêjeyê li cîhanê gazî wêjevanên Kurd nakin?

Ji ber ku kurd ne aktîv in, ev yek ji sedemên mezin in. Ka têkiliyên kurdan bi saziyên kulturî yên bi hêz û çalak li cîhanê re …ka?

Ka me çend pirtûk ji kurdî wergerandine zimanên din û ji zimanên din wegerandine kurdî? Ka komele, sazî û Institutên kurdan, ka çi dikin? Ka helbestvan, çîroknivîs, romannivîs, ramannivîs, ronakbîr, wêjevanên kurdan çi dikin, li kuderêne?…

Çawa cîhan yê gazî me bike û em di kûraniya xewê de ne?

Ev aliyek, li aliyê din jî Kurd bê welat in, bindest in, bê dezgehên xurt in ku hêzeke mezin bidin rewşenbîr û ronakbîrên xwe û wan derbasî wêje û kultura cîhanî bikin…

5- Te bi beshdarbûna xwe çi baweriyên nû ji wir bi xwe re hilgirtin. Ji bo zimanê kurdî jî cihê xwe di nav çalakiyên wêjeyî de li cîhanê bigre, çi tê xwestin?

Piştî ez vegeriyam û Piştî min ew hêza hezkirinê ji helbestê re li wir dît, baweriya min bêtir bi kar û barê min hat û xurtbûneke mezin di giyanê min de hate çandin. Baweriya min bêtir bi xweşikbûn, dînbûn, bedewî û kûraniya helbestê hat. Baweriya min bihêztir bû ku, helbest ne tenê xewna çend kesan e, lê ya bi hezarane. Baweriya min xurtir bû ku, wêje, helbest dikare roleke pir baş û mezin di jiyana mirovan de bilîze…

Ji bo zimanê kurdî cihê xwe di nav çalakiyên wêjeyî de li cîhanê bigre, karekî taybet tê xwestin. Wergerandina wêjeyê tê xwestin, tikiliyên rast û xurt bi her derê re xebateke mezin tê xwestin…

Bi kurtayî, liv û vîn û gavên bi taybet gerek in, pir gerek in.

6- Piştî vê serpêhatiyê, ji derdorên ku bi wêjeya kurdî re mijûl in, tu çi dixwazî bibêjî?

Dixwazim bibêjim ku bê wêje, bê kultur, bê rewşenbîriyeke bi hêz û xurt, kurd yê di mejiyê kultura cîhanî de winda û mirî bimînin û tucarî jî ê pêş ve neçin û di aliyê kulturî de yê bi sernekevin…

Jêder: Rojeva.net

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s