Beşar Elesed û ava Firatê Çemê Qiwêqê ji nû ve vejandin (Foto)

Avesta-Berî nêzîkî 50 salî Çemê Qiwêqê ji Tirkiyê diherikî û di nav Helebê re derbas dibû. Lê piştî avakirina bendan li ser vê çemî li Tirkiyê, dilopek av jî nedigîşt Sûriyê. Niha bi saya erkên…

Serokê Suriyê Beşar Elesed, ev çem ji nû ve diherike û wê jiyanê vegerîne sentera Helebê.

Li gorî ensîklopedya Helebê, navê vê çemî ji dara Qewaqê tê, ê ku li ber kenarên vê çemî li herêma Dîlokê hatibûn çandin.

Wêneyeke kevn ji Çemê Qiwêqê re (Meydana Saed Allah Elcabirî – Heleb)

Piştî ku avakirina bendan li Tirkiyê ava Qiwêqê miçiqand û li şûna ava baqij  ava kehrîzê diherikî. Malbatên ku li ser kenarên vê çemî dijiyan ne di tu halî de bûn, nemaze di dema havînê de, ji bilî ku di wê çemî de ava qirêj û lewitî diherikî, bêhna wê çemî jiyan li van malbnatan herimandibû.

Her wiha piştî ziwabûna ava zalal û herikandina ava qirêj û genî, ev çem bû sedemeke serke ji bo peydakirina nexweşiyan û ketina keç û lawan bi “Liba Helebê” an jî weke ku li ba kurdan bi navê  “Heba Salê” tê naskirin, ev hebe bi riya vedana mêşekê peyda dibe û  birînên xerab di çermê mirovan de peyda dike. Li ser rûyê bi hezaran kes şûnên vê hebê mane.

Her wiha beşekî ji Sebzeya ku li Helebê dihate firton bi ava qirêj ya vê çemî diahte avdan.

Çemê Qiwêq berî paqijkirinê (Foto: Syria News)

Projeya jînkirina çemê Qiwêqê di sala bihorî de dest pê kiribû. Ava firatê anîn Helebê, rêya çemê a qirêj pak kirin û ava zelal têde berdan.

Niha jî, li ser talîmatên serokê Suriyê, ji bilî gihandina avê ji bo gellek deveran bi mebesta avdanê û xizmetkirina herêma pêşesazî (endustrî), reforman li ser  rêya herkandina vê çemî di nav bajarê Helebê de tê kirin.

Berî hefteyekê jî Belediya Helebê dest bi rakirina batonê ku li ser kanala vê çemî hatibû danîn kiribû, wê ji mizgefta Tewhîdê heya ber deriya parka gîştî batonê hilke.

Bi vê awayî Çemê Qiwêqê wê di sentera Helebê de biherike, û wê cadeya Sûlavê jîn û xweş bike,di dema temamkirina projeyê de wê sûdeke mezin jî  bê girtin hem ji bo xelkê Helebê hem jî ji bo kişandina bala tûrîstan li ser xweşikbûna vê bajarî.

Avesta – Zinar Ala

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s