Kurd û Japonî li ser rîtmên stranên gelêrî têr reqisiyan (Vîdyo)

DawetRokîro keçeke japonî ye berî salekê û nîv rastî xortekî Amedî hat û ket nav toreyên wî, piştî hevaljîniya 18 mehan wan biryara zewacê stand û daweta xwe li Amedê kirin.

Di sêşema bihorî de şahiya dawetê ya Okan Kaya û Rokiro hatibû sazkirin, merivên Okan û malbata Rokiro li ser rîtmên stranên Kurdî û Tirkî pir reqisiyan.

Okan Kaya berî pênc salan ji Amedê berê xwe dabû Japonê û li bajarê Koyoto rastî Roriko hat, ew jî kete bin bandora awirên çavên wê û dilê wî ji Rokiro re lêket.

Hevserê Rokiro got ku ew pir kêfxweş e bi zewaca xwe ligel keçeke ku ji wê hezdike. Her wiha got ku çand û adetên Japon û başûrê rojhilatê Turkiyê dişbihin hev.

Rokiro seva xatirê çavên  Okan fêrî zimanê Tirkî  bûye, dibêje: “Me ji hevdû hez kir û me biryara zewacê da, Malbata min  jî gellek piştgiriya min kiribû. Bi rastî ez pir ji Tirkiyê hezdkim. Xelkê ku li vir dijîn pir xwîn şîrîn in.”

Avesta / Zinar Ala

Çavkanî: Cîhan

Vîdyo

2 thoughts on “Kurd û Japonî li ser rîtmên stranên gelêrî têr reqisiyan (Vîdyo)

  1. Bûkame ser xêrê be.
    Hevalê zınar. Kû min ev nûçe ya te ya balkêş xwend. Gellek tişt di serê min re derbas bûn.
    Ez dibêm ma gelo wê bûka me bi kefçîya wê xwarnê bûxû an bi darika?
    Kû bi darika xwarnê bûxû wê meyîrê çawa bûxû?
    Ma gello wê zarokên Rokîro û Okan kaya wê pozkût bin an wê çaevên wan qelişî bin?
    Ma gello wê bûka me zanîbe savarê çêke?
    Bi vî awayî bi sedan pirs di mejûyê min de derbas bûn.
    Lé ew kesén ku di dilanéde dıreqısın bira van tişta nabin.
    Slav û hezkirin jiboyî van nûçeyên balkêş
    KURDÊ CUWAN

  2. Rast e, çawa min vê yekê ji bîr kir, çand Kurd û Japonan ji hev cuda ye. Lê Rokîro seva xatirê çavê Okan wê fêrî çêkirina qenewîçê jî bibe.
    Tu her hebî Kurdê Ciwan, serdan û şîroveyên te dilê min şad dikin.

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s