Êdî “Şeref û Namûsa” mêran bi 10 euro tê firotin

Perdeya vîrjiniyê
Perdeya vîrjiniyê

AVESTA – Çîn “Xwîna perdeya vîrjiniyê” bi 10 euro difroşe. Berhema nû ya karsazên Çînî tenê bi bihaya 10 euro perdeya vîrjiniyê vedigerîne ji bo keçan. Çawa?

Êdî wendabûna vîrjiniyê tiştekî ne pir metirsîdar e. Şîrketên çînî ji  bo mentalîta (zihniyet) Kurdan, ereban,Tirkan …, nemaze ji ya musulmanan re dermanekî afirandin.

Karsazên Çînî berhema xwe ya nû  ji bo vegerandina “Perdeya vîrjiniyê” derbasî bazarên Suriyê û Misrê kirin, li Suriyê bi 700 kaxez tê firtoin û li Misrê bi 15 dolaran.

Heya niha ti agahî derbarê  firotina berhema çîniyan li Ewropayê nehatin weşandin , lê weke ku nûçeyên malperên erebî  dibêjin ku produkta nû li bazaran gellek tê xwestin, her wiha wê ji bo keçekên Ereb, Kurd, Tirk…ên li Ewropa dijîn  bibe dermanekî baş û erzan, ne êşek, ne derzî. Tenê li şûna 3000 euro (bihaya emliyata dirûtina perdeya vîrjîniyê) divê ku 10 euro bidin.

Prosesa nûdirandina peredeya fals wê çawa derbas be?

Pir rihet  û hêsan e. Keçek divê berî 15 deqe ji çêkirina seksê vê cîhazê Çînî di vajîna xwe de bi cih bikin û di dema çêkirina seksê divê hinekî êşa nûdirandina perdeya fals nîşan bikin, ji bo îqnakirina nêrên xwe ku ew vîrjin bûn. Bi herikandin ava sor ji cîhazê Çînî pirsgirêka şerf û namûsa mêran çareser dibe.

Mixabin neviyên fîlozofê çînî Konfiçûs pir dereng man ta ku ji heq nêrên Kurd, Ereb, Tirk…derkevin. Eger ev berhem berî deh salan hebûya wê jiyana gellek keçan biparêza.

Avesta / Zinar

Jin û keçên kuştî li bin navê “parastina namûsê”

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s