ABC yekemîn wêneya gora Lorca weşand

AVESTA – Geo-radar (radarê zemînê) herî pêşketî di dîrok teknolojiyê de ji Gora helbestvanê herî dengdayî li cîhanê Ferderico Garcia Lorca wêneyekê kişand.

Rojnameya Spanî ABC tenê van agahiyan  ser gorê weşand;

Dirêjbûna gorê: 6 metre.

Banbûna wê: 2 metre.

Kurahî: 0.90 metre.

Heya dema amadekirina vê nûçeyê ti agahiyên berferh di derbarê vekirina gorê de nehatine belavkirin.

Lorka kî bû?

Federico García Lorca, bi kurdî mîna Lorka tê naskirin, li bajarê Fuente Vaqueros ê herêma Granada (Spanya), di 5ê hezîrana 1898an de hatiye dinê û di navbera bajarên Víznar û Alfacarê (Granada) de li 18ê tebaxa 1936an ji destê faşiyan hate kujtin.

Ew helbestvan û şanonivîsekî spanî ye. Federico García Lorca nîşana azadiyê ye, him wek mirov û him jî wek nivîskar û helbestvan.

Piştî êrîşa leşkerê faşî yê Franco (Franko) ser Komara qanûnî ya Spanî di havîna sala 1936an de lêgêrîn û kujtina rewşenbîr û pêşêngên Komara Spanî destpê kir. Wextê leşkerê Franco ket ser bajarê Granadayê Lorca hate girtin û dan ber gulleyan. Lorca ji ber spartina rêxistina Frente Popular a Komara Spanî û ji ber sedema homoseksûelbûna wî hate kujtin.

Jêder: Wîkîpediya

Avesta  / Zinar Ala

Pekera Ferederico Garcia Lorca li Madrîdê (Foto: Zinar Ala)
Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s