“Unter Bauern” Êdî di salayên sînamayê de ye

Unter Bauern “Unter Bauern” fîlmeke dîrokî ye behsa jiyana jineke Cihû dike ku di şerê cîhanî a diwemîn de ligel keça xwe ji naziyan reviyabû û li başûrê herêma…

Münsterland navbera 1943 – 1945an di nav cotkaran de jiyabaû. Cotkaran Marga û keça wê ji kampên tevkujiyê xelas kiribûn û wan di nav xwe de veşartibûn.

Fîlm li gorî bîranên Marga Spiegel hate kişandin, Marga bîranînên xwe xistibûn pirtûkekê û di sala 1965an de weşandibûn.

Marga, di pirtûka xwe de, behsa rizgarbûna xwe,  keça xwe û piştre hevserê xwe ji kampên nazîyan kiribû.

Marga (97 salî)  di derbarê nivîsana bîranînên xwe ji Euronews re gotibû: “Nivîsandina tiştên wisa ne wek nivîsandina tiştên normal an jî nivîsandinek li ser rêwîtiyekê, nivîsandina tiştên wisa bîranînan ji nû ve jîn dike, tiştên ku xelk ji bîra xwe avêt ta ku jiyana xwe bidomîne.”

Avesta /Zinar Ala

Şîrove û nêrînên we