Keça Kurd Tulay li ser destên bav xwe hatibû kuştin

Tulay Gorem
Tulay Gorem

AVESTA – Keça kurd Tulay (15 salî) ku berî 10 salan ji mala xwe li Londonê derketibû û careke din venegeriya bû mala xwe. Laşê wê nehatibû dîtin û ew ketibû lîsteya keçên wendayî.

Piştî deh salan ji wendabûna wê, diya xwe ji bêdengiyê derket û got ku keça wê bû qurbana “namûsê”.

Li gorî gotina dozger Jonathan Laidlaw li dadgeha ku niha hatiye sazkirin,  Tulay vîrjinya xwe li gel hevaljînê xwe Xelîl Unal wendakiribû.

Dozger got ku Tulay ji aliyê bavê xwe ve hatibû revandin û kuştin ji ber ku Tulay “yasya namûsê” binpê kiribû.

Hevaljînê Tulay, Xelîl ducarî jê mezintirbû, wî hewl da bû bi Tulayê re bizewice lê bavê Tulay Mehmet Goren (49 salî) ev daxwaz red kiribû, ji ber ku ew ne Elewî bû.

Li gorî dozger, ev cerîmet pêk nedihat bê erêkirina birayê mezin Elî Guren (55 salî) , birayê biçûk jî Cuma Goren, (42 salî) di derbarê veşartina laşê Tulay de cihekî xwe girtiye.

Li gorî dayîka Tulay ku ewê di dadgehê de li dijî hevserê xwe şehadetê bike, Tulay di enkura malê de hatibû veşartin û piştre laşê wê hate seraxkirin û ji malê derxistin, heya niha jî nayê zanîn bê ka laşê Tulay li ku maye.

Avesta / Zinar

Foto: BBC NEWS û Metropolitan Police/PA

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s