Kê Ceylan Önkol kuşt?

Karîkatûr: Îbrahîm Ozdabak
Karîkatûr: Îbrahîm Ozdabak

AVESTA – Ceylana 12 salî di kêlîka mirinê de çi dikir? Gelo çawîr bi dasê kom dikir û ji nişka ve bi gulleya hawanê hatibû kujtin, an jî dasa xwe nêzîkî gulleyê kiribû û ew gulle pê teqiya?

Kê ceylanê kuşt?

Îro li Amedê rapora pisoprî ya di derbarê kujtina zaroka 13 salî Ceylan hate eşkerekirin.

Rapor dibêje ku Ceylan Önkol 12 salî ji Licê ( bakurê Amedê)  dema çêrandina pêzê xwe jiyana xwe  ji ber teqînekê wendakir, teqîn  li zeviyê paşaçiya nêzî mala wê di roja 28 îlonê de rûdabû.

Li gorî raporê ya ku ji aliyê du pisporên teqemenîyan ya îdareya polîsan hatibû amadekirin, Ceylan bi kêra xwe (das) ligel  zexîreya reşaşekî neteqandî  dilîst. ev tişt jî bû sedema teqîna zexîreyê û kujtina keçekê.

Rapor digihêje vê encamê, teqîn ne bi riya  gulleya hawanê pêk hatibû, ew bi riya teqîna zexîreyekê miribû lê wan modela zexîreyê nas nekirin.

Serdar Çelebî, ji komeleya mafên mirovan şagê Amedê, ji Bianet.org re gotibû ku dest û lingên Ceylanê birîndar nebûn lê  zikê wê qelişî bû. Çelebî dest nîşankirbû ku tunebûna kortekê di cihê buyerê de egera hebûna mayînekê an jî  zexîreyeke neteqandî  ji holê radike.

Heya dema amadekirina vê nûçeyê di derbarê mirina an jî kujtina şivana Kurd Ceylan di medya cîhanî de tiştek nehate weşandin, tenê di medya Kurdî de û di di medya Tirkî de, nemaze ji aliyê Rojnameya Tarafê, nûçe hatin weşandin

Ceylan di roja 28ê Îlonê de mir, ew roj duşem bû, li şûna ku  ji dibistanê vegere û weke hemû hemnifşên xwe li malê bimîne û pênûsê bigre, ew rahişt dasa xwe û ji gundê xwe derket ji bo peydakirina nanê rojane.

Şivana 12 salî ji ber xizaniyê bû qurban.

Şivana 12 salî ji ber nezaniyê bû qurban.

Şivana 12 salî ji ber şerê PKKê û artêşa Tirk bû qurban.

Zarok hem li gund û bajarên xwe, hem li serê çiyan jî dibin qurban.

Duh Ugur kaymaz, Enes Ata, Abdullah Duran  Yehya Menekşe bi gulleyên dewleta Tirk hatibûn kujtin, niha jî Ceylan Onkol  bi mayînekê, zexîreya reşaşekê an jî cebilxaneya hawanê, ferq nîn e, ew jî ji Licê û ji cîhanê tevde barkir.

Avesta / Zinar

FOTO

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s