
VESTA – Kurdên Cihû ji sala 1975 û bi vir de Newroza xwe di payîzê de pîroz dikin, û her sal newroza xwe ê ku bi navê Sehranê tê naskirin li bajarekî Îsraîlî pîroz dikin.
Tê texmînkirin ku navê Seharanê ji Seyranê tê, weke tê zanîn ku li gellek deverên Kurdistanê nemaze li Başûrê Kurdistanê di dema cejna Newrozê de gellek malbat Newroza xwe li çol û çiyan pîroz dikin, ji ber wê tê texmîn kirin ku navê Seharana ji Seyranê hatiye.
Ji bo çi Kurdên Îsraîlê Newroz di payîzê de pîroz dikin?
Sarah Melamed di malpera xwe de dibêje ku Kurdên Cihû di salên 1951-1955 an de koçberî Îsraîlê bûn. Kurd di rewşeke xizan de bûn û qederê wan di destê Îsraîliyan de bû, yên ku wan li Îsraîlê belav kirin, xaniyên zû avakirî û xerab dabûn wan.
Ne dizaînin hejmara wan çiqas bû, zimanê îbrî jî nas nedikirin, pir dereng man heya ku xwe organîze kirin.
Sarah dibêje ku di sala 1975 Kurdên cihû xwe organîze kirin û rêxistina xwe damezrandin, dema xwestin Newroza xwe di buharê de pîroz bikin, ew gellek dereng man, ji ber ku cihûyên Magrêbê (Maroko) ew dem ji xwe re standibûn ji bo pîrozkirina cejna xwe ê ku bi navê Meymona tê naskirin, yê ku piştî cejneke olî (Passover) bi rojekê tê pîroz kirin.
Ji ber wê Kurd matamayî mabûn ku Newroza xwe tev cejneke olî bi navê Sucot di dema payîzê de pîroz bikin.
Îsal jî Newroz bi çoşeke mezin li Orşelîmê (Qudis) hatibû pîroz kirin.
Avesta / Zinar