“Emê nêzîk bizanibin ka emê cuda bibin yan jî di şer de bijîn”

Gara

AVESTA – Ji çiyayên Qendîlê Roj Welat berpirsiyarê ragahendinê di KCKê (Koma civakên Kurdistanê) de ji bo rojnameya GARA re axivî.

Roj Welat hevdîtinên çapemeniya navnetewî ligel serfermendarên PKKê li Qendîlê organîze dike .

Gara dinivisîne ku  ferq di navbera Roj Welat  û gerîlayên PKKê nîn e, ew aynî cilê wan li xwe dike û wek wan dijî.

Roj çekan hilnade, ew tenê bi karê ragahandinê radibe. Hemû nûçeyên ku ji Qendîlê tên, bi riya Roj Welat têne nivîsandin, hemû rojnamevanên biyanî yên serdana Qendîlê dikin wî nas dikin.

Roj Welat belavokên KCKê  ji destgehên ragahandinê re  bi riya E-mailê dişîne, tenê dema balafirên şer bi ser Qendîlê ve nafirin, mumkine jî  ku mirov ligel wî têkilî bi riya teklefonê çêke.

Di hevpeyvîna GARA de, ya ku bi ser Rêxistina ETA ve tê hesêb,  Roj Welat behsa rêxistina  KCKê û şagên wê PYD, PJAK, û PCDK dike.

Roj Welat dibêje ku KCKê ji 300 endaman pêk tê, ew bi awakî demokratîk her sê salan têne hilbijartin.

Komîteya navendî ya KCKê ji 31 endam pêk tê, di nav wan de 12 jin hene.

Her wiha pênc komîteyên Stratejîk hene: Komîteya îdyolojîk, civakî, aborî, siyasî û ya parastinê.

Roj Welat li ser rewşa aktuel li Qendîlê dibêje: “Êrîşên Enqerê kêm bûne, anku mirov dikare bêje ku bêdengiyek relatîv heye. Belam ev bû çar hefte pretadorek ( balafirek bê pîlot) bi ser Qendîlê ve difire. Parlaman Tirkiyê çira kesek da artêşê ji bo pêkanîan opersiyonên derveyî sînorê, ji ber vê yekê li vir hişyarî di astekî bilind de ye”.

Gerîlayê rojnamevan dirame ku DYAyê û YE tenê xemê boriyên gaz û petrolê dixwin, dibêje: “Hem Waşîngtonê  hem jî Brukselê PKKê weke rêxistineke  terorîst dibînin, dixwazin  serokên me ji danûstandinê bi dûr xînin. Zor bedaxawa, ev helwest hêz dide daxwaza Enqerê ji bo çareserkirin pirsa Kurdî bê ku danûstandinê bi Kurdan re bike.

Li ser pirseke girêdayî daxwaza Ocalan ku DTP danûstandinê ligel Hikûmetê bike û ne PKK be.

Roj Welat dibêje: Rast e, belam pirsgirêk ku  rewşa aktuel dihêle ku mirov birame ku AKP dixwaze DTP  weke berxê qurbanê bikar bîne. Burkratîka dadê li şûna ku berê xwe bide Ergenekonê niha tenê DTPê pêşiya çavê xwe dibîne, AKP jî bêdeng dimîne. AKP ne rêz ji CHPê re ne jî ji DTPê re digre, dixwaze her tişt bi destê xwe ke û bi tenê li ser saheya siyasî bimîne.

Di dawiya hevpeyvînê de Roj Welat danûstandina  navbera Amed û Enqerê de tiştekî pratîk nabîne, tenê “peyvên” xweş tên gotin. Roj Welat qala kujtinên kiryarên nediyar kir her wiha behsa  mirina Ceylan Onkul kir û got: Gelo ew difkirin bi vê awahî pirsa Kurdî çareser bikin?.

Roj Welat bi van gotinan hevpeyvînê bi dawî dike: Hem Kurd, hem jî Trik di kêlîkekê kîrtîk (hesas) de derbas dibin. Nêzîkde emê nas bikin eger emê cuda û di şer de bijîn, yan jî emê ligel hev bi aştî bijîn

Avesta / Zinar

Foto: Karlos Zurutuza

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s