Şêweyên Cezaya Mirinê gellek in, yên herî têne bikar anîn: Sêdarkirin, derziya kujitinê û gullebarandin. Li gorî Rêxistina Lêborîna Navnetewî (AI) di sala 2008an…
bi kêmanî 2.930 kesan ji ber Cezaya Mirinê jiyana xwe ji dest dan.
Welatên ku herî vê cezayê tetbîq dikin ev in:
Çîn, Îran. Siûdiyê, Pakistan û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê.
Darvekirina li Îranê (Dîmen trajîk in)
Li Tirkiyê Cezya mirinê bo cara dawî di 1984an hate bikaranîn, Tirkiyê di sala 2004 an destûra xwe tadîl kir û ev ceza bi carekê hate rakirin, belam li Suriyê û Îraqê ev ceza hîn heye.
Cezaya Mirinê li Herêma Kurdistanê
Rêxistina Lêborîna Navnetewî (AI) di rapora salane de, dema behsa rewşa mafên mirovan li Îraqê dike behsa “Bakurê Îraqê” jî dike û ku ew di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dimîne.
Rapora AI ya 2008an diyar dike ku di 29ê gulanê de çar kesan hatin sêdarkirin, navên wan:
Hîmen Muhemed
Osman Ebdûlkerîm
Şêrwan Ehmed
Qehreman Resûl
Tê zanîn ku Rêxistina Lêborîna Navnetewî salane di roja 10ê cotmehê de roja Cezaya Mirinê bi bîr tîne û kampanyan li dar dixîne ji bo betalkirina vê cezayê li dewletên ku ev ceza heya niha tetbîq dikin.
Avesta / Zinar
Foto: Wîkîpedia
Têbînî: Wêneyên Cezaya Mirinê li Çînê (Agahdar bin, wêne dikrain hestên we birîn bikin).
One thought on “Cezaya mirinê li herêma Kurdistan û li cîhanê”