“Onê min pêde” stranek pir navdar e li Fînlanda (Vîdyo)

AVESTA – Strana ” Onê min pêde” stranek pir navdar e li herêma Çiyayê Kurmênc, hunermendê nemir Cemîl Horo û gellek dengbêjin kevn û nû vê stranê xwendin. Belam peyvên vê stranê…

dişibihên  çend peyvan di zimanê Finlandî de.

Malpera tîrêjafrîn ragihand ku rojnamevanek Fînlandî ev stran guhdar kir û dît ku gotinên vê stranê dişibihin çend peyvên Fînlandî.

Vîdyoya  strana “Onê min pêde” ji aliyê stranbêjê gelêrî Ebdo Mihemd li dawetekê  hatiye xwendin.

“Onê min pêde” rekord şikand û ji  stranên Shakira ve pirtir hatiye temaşekirin.

Vîdyo di 23 tebaxa 2009an de di Yotubê de hatibû weşandin, heya niha jî ev vîdyo zêdeyî  mîlyon û 84.000 car hatiye temaşekirin.

Her wiha koktelek ji stranên gelêrî  bi dengê Ebdo Mihemed  tevî binnivîseke Finlalndî  di Youtube de hatine weşandin.

Ji xwe “Onê min pêde” li Çiyayê Kurmênc pir navdar e, lê niha li Fînlanda ev stran pir dengdaye nemaze ku hemû serdanên vê vîdyoyê ji Fînlanda hatine.

Malpera Tîrêjafrîn.com diyar kir ku Ebdo Mihemed dibe mêvanê televîzyona Fînlandî.

Ebdo Mihemed wê ligel tembûrvan Mihemed Bilko û orgvan Mihemed Şêx Elî beşdarî programa televîzyonê bin.

Cemîl Horo li ber tembûrê Eliyê Kopê vê stranê bi awakî pir xweş dixwîne. Stran weke diyalogeke navbera dayîk û keça xwe tê gotin.

Perçeyek ji xwendina Cemîl Horo ji vê stranê re:

Dayîk:

Yawrim Şivane lê lê lê lê lê lê lê lê

Qîzam şivane yawrim şivane

Li çol û banyana

Kulav li piyane

Bilûr li lêvana

Qîzê min pir kîbare

Xercê axa ne xercê paşa ne

Keç:

E zanim şivan e dayê şivan e

Bi xwedê şivan e bi ella şivan e

Dilê min ketî

Tune çare îmkane

Ez şivên nadim lê onê bi kurêd axa ne

Ez şivên nadim lê dayê bi kurêd paşa ne

Mala eşqê nekevê

Ê gi diye zane

Sîngê min rindê jêre zonan e

Lê onê jêre zozan e

Em li vir perçeya ku ji aliyê Ebdo Mihemed hatiye xwendin diweşînin:

“Onê min pêde”

Onê min pêde dayê min pêde

Tu bixwaz hezarî pênsidî (500) zêde

Bi wa pênsidî tu bi hene bide

Di porê xwe bide di biskê xwe  bide

Avesta / Zinar

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s