Kevneperestî.. çon çêdibe? û çira berdewam dike?

Pelika dara tûyê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Em di sedsala 21’em de ne û hîn civaka Kurd wek hemû civakên musilmanan di hizir û ramana serdemên navîn de dijîn, hîn jin bi navê namûsê tê kuştin, hîn qîz tên sunet kirin, hîn keç bi zorê tê dayîn bo yê ku bavê wê dixwazî, hîn qelengê bûkê wek firotin û kirîn tê birîn, hîn qurban li ber zaret û goran tên serjêkirin, hîn bawerî bi nişte û hicêban tê kirin, û hîn şerp û hîcab li jinê tê ferzkirin û hîn û hîn…

Loma di vê  mijarê de em dikarin bêjin ku dû cureyên civakê hene:

Yek civakên ser xwe de girtî, yên ji her tiştekî nû ditirsin, serpereştiya van civakan jî di destê oldar û melayan de ye, yasa ya wan nerîtên (adat û teqlîd) ji sed salan de ne ji ber hizra ocaxî hîn di mêjê wan de ye, tiştê herî balkêş di van civakan de, tune bûna ramana afrîner ya dikarî rexne û şîroveyan bikî ye, ji ber vê yekê em dibînin deshilatdariya dîktatorî derdikeve holê, û rê li hember azadiya ramanê tê girtin, û xelk dabeş dû beşan dibin yên baş (ew in ku heman hizra deshilatdariyê radikin) û yên nebaş (ew in ku nêrînên wan ne bi dilê beşê yekem in, loma cihê wan zindana yan sorgûn bûne), em dibînin hemû civakên musilmanan wiha ne, girêbesteke veşirtî navbera ol û deshilatê de heye, lê ya balkêş ew e, ev girêbest ne tenê li welatên ku bi navê ol (îslam) hukim dikin heye, lê belê li welatên sosyal jî ev tişt tê dîtin.

Civaka duyem ew civaka vekirî ye, civaka dikare her tiştî nû lixweke û vêre lihev were, em di van civakan de dibînin ku serpereştî ya azadî û wekheviyê ye, ji ber rola yekem ya demokrasiyê ye, ne tenê demokrasiya sîyasî lê demokrasiya civakî jî, hizra van civakan hizreke nûjen e di her warî de û bi taybet ji aliyê rewşenbîrî û siyasî ve, loma her kes di bin siya yasayê de wek hevin, loma em dibînin ku mirov di nava van civakan de xwedî helwest e di hemû waran de, tu dibînî bawariya wî bi taybetmendiyên xwe heye û di heman demê de desdrêjî mafê ti kesî nake, loma paşeroj ya van civaka ye.

Tiştek din mirovê hişmend ji seyr û matmayî dimîne ew e, em dibînin piraniya civakên paşketî yên girtî rexneyên giran li yên din dikin, carekê bi navê exlaq û rewştê carekê jî bi navê dîn û îmanê, lê em dibînin ku xewna her mirovekî van civakên girtî ye ku here van civakên pêşketî, loma em dibînin her roj bi hezaran kesî li benda vîseya van welatan e, û di heman demê de tu dibînî ku ev kes heman hizra xwe radike û di heman kevneperestiya xwe de dijî, loma her demekê em dibînin ku tawanek bi navê namûsê li ewropa tê kirin, mirovê wiha parçepûnek di kesayetiya wî de heye.

Dermanê  herî baş ji nexwaşiya civakên girtî yên paşketî  ne tenê demokrasiye, lê cudakirina ol ji jiyana rojane ye ango sekularîsm e, me dît ku demokrasî li Îraqê cêbû lê civak pir paşketiye, û rewşa herêma Kurdistanê ne dûrî wê ye, sedem jî ne tenê deshilatdariya ocaxî ye, lê rola ol ya mezin e, em dibînin partiyên olî hene, pir caran jî helwesta wan dij berjewendiya Kurdan ne, loma em dibêjin, ta em bigînin asta netewên pêşketî dû tişt pêwîstin, yakem rêzgirtina azadî û mafê her mirovekî ku azadiya wî zirarê bi ti kesî nake, jiber dema ev îş bibe berhema vî mirov î ya ramanî û ya kareyî dê zêde bibe, û tiştê duyem danîn û bicîhanîna yasa û zagonên nûjen e yên demokrasî, azadî, û wekheviyê ji xwe re dikin armanc, di hemû waran de aborî civakî yasaya warê kesayetî…hwd, ji ber diyaliktîka jiyanê dibêje “girîngiya civakê ji girîngiya mirovan e, loma em nikarin civakeke nûjen û pêşketî ava bikin eger mirovên vê civakê di paşveçûn û kevneperestiyê de dijîn”.

Di vî warî de ezmûna Japonî baştirîn mînak e, me dît çon Japon ji şerê cîhanê yê 2’em derket û hemû tişt hatiye xirakirn û hilweşandin, lê me dît ku Japoniyan guh nedan şikestiya xwe û ser şonewaran de negiriyan, lê belê dest bi binyadiyê kirin, ev kar ne ji derek vala hat lê ji çandeke bixwe bawer hat, çandeke palpiştiya wê zanîn û nasîn e, ne ol û lahût e, hizreke pêş de dinêre ne paş de, ango hizreke afrîner e.

Da em van civakên ser xwe de girtî bêtir zelal bikin ev dû dîmen

Dîmen jimare 1

Şêro zarokê 7 salî ji diya xwe dipirse:

  • Şêro: dayê zarok çon tên dunyayê?
  • Dayîk: legleg wan ji ezmên tînin.
  • Şêro: lê dayê li bajarê me legleg tune ne!!
  • Dayîk: rast e.. lê ew taybetî bişev tên, da zarokên biçok ji xwediyê wan re bînin.
  • Şêro: na na dayê .. min di televzîonê de dît zarok li nexwaşxanê ji zikê diya xwe derdikeve..
  • Dayîk: ditengije û bi hêrs dibêje, haydê ji vir here bênamûs rûreşê pîs, çî te û vî tiştî heye, min got legleg ango legleg..

Şêro yê herzekar 15 salî ye niha, ji bavê xwe dipirse:

  • Sêro: bavo rastî seks xwaş e?
  • Bav: na na, hîç bi carekê ne xwaş e.
  • Sêro: eger wiha ye çire xelk seks dikin!?
  • Bav: tenê bo zayîna zarokan, ne zêdetir.
  • Şêro: eger wiha ye, çire diya min dendikên dijavisiyê veşartine?
  • Bav: ditengije û bi hêrs dibêje, haydê ji vir here bênamûs heywanê rûreş, pêlava xwe dêxê û davêje Şêro.

Şêro mezin bû, û derbazî zanko (zanîngeh) bû, di fêrdanê de destê xwe radike û ji mamosta dipirse.

  • Şêro: mamoste pirsek min heye.
  • Mamosta: keremke.
  • Şêro: gelo srokatî wek pêxemberatiyê ye?
  • Mamosta: tuba ya Xwedê, na na ew bicarekê ne wek hev in, Xwedê bêxemberan hildibijêre.
  • Şêro: eger rast e çire serokê me bi navê Xwedê diaxive, û dibêje qet kesek nikare bibe serok, her wiha radîo, telvizîon û rojname biroj û şev navê wî dixwînin û dibêjin serokê gel serokê bêhempa serokê netewî serokê dîrokî …
  • Mamosta: heywanê xayîn tu kî da ser serok biaxivî, bersiva vê pirsê tu dê ji asayîş bibî.

Şêro yê mêr çû mizgeftê û ji mela dipirse:

  • Şêro: seydayê hêja, kê erd û ezman, xelk û milet afirandin, ne Xwedê ye?
  • Mela: belê rast e.
  • Şêro: ne dîsa Xwedê ev xelk kirin netew û tîre, reş û sipî, û musilman kiristiyan bozî û cihû?
  • Mela: belê ew jî rast e.
  • Şêro: gelo Xwedê dikarî ku van hemûyan bikrana yek netew yek ziman yek ol?
  • Mela: dîsa wek tu dibêjî erê Xwedê dikare van bike yek lê wî nekir:
  • Şêro: ha ha eger wiha ye bo çi tu û hemû mela êrîşî milet û olên din dikin, û hun wan re dijin kafir û neviyên berazan, û dibêjin kuştina wan helal e, bo çi hûn wan û taybetmendiyên wan napejrînin???
  • Mela: dihemiqe dîn û har dibe, ey gawirê bêîman, Xwedê ji te nerazî be, lêxin ey oldarên hêja ta xwîna wî ya pîs û çepel biherike.
    Şêro mezin bû zewicî û bûye bavê zarokan, zarokê wî Hemo yê 6 salî di hembêza wî de ye, ew diaxivin.
  • Hemo: bavo ez ê pirsekê bikim.
  • Şêro: bêjê kurê min.
  • Hemo: bavo zarok ji kû tên dunyayê?
  • Şêro: legleg wan ji ezmên tînin.
  • Hemo: lê bavo bîrdozên zanistî yên zayînê wiha nabêjin, ew dibêjin zarok 9 mehan di zikê diya xwe de dimîne piştî bav û diya wî se..….
    berî  ku Hemo axafitina xwe temam bike Şêro wî têvedide û dibêje.
  • Şêro: haydê ji vir here bênamûs rûreşê pîs, çî te û vî tiştî heye, min got legleg ango legleg..

Dîmen jimare 2

Hejmarek zanyarên derûnî (peskyolocîk) pênc meymûn (qird) xistine nava qefesekê, di navenda qefesê de pêstirkek danîn û li jûr qefesê goşiyek moz heye.

Her carekê ku meymûnek derkeve da mozê bixwe, zanyar ava qerisî ser meymûnên din de dirjînin.

Piştî  demekê her ku meymûnek derkeve da mozê bixwe hevalên wî di qefesê de êrîş wî dikin û nahêlin ew mozê bixwe, ta ava sar ser wan de boşnebe, wiha ta êdî qet meymûnek newêre derkeve mozê bixwe.

Piştî  demekê zanyaran meymûnek guhartin û yek nû xistine qefesê, dema ev yê nû derket mozê bixwe (jiber ew nizane ava sar heye) nişka ve meymûnên kevin yekser êrîş birin ser wî û ji ser pêstirkê xistine xwar, bê guman meymûnê nû seyr bû, car pê carê êdî meymûnê nû jî dernakeve bo mozan, bê ku zanibe çire hevalên wî wiha kirin.

Piştî  demek din meymûnek din guhartin, her wiha yê hat serê meymûnê yekem hat serê wî, lê ne tenê ev lê belê meymûnê cara yekem hat guhartin êrîş bire ser yê nû bê ku zanibe çire û wate ya vê êrîşê çi ye.

Wiha her pênc meymûnên kevin hatin guhartin, û pênc nû ketin şona wan.

Piştî vê yekê tiştê ku bala zanyaran kişand ew bû, her ku meymûnek derkeve bo mozan hevalên wî lêdixin, bê zanebûn sedem çi ye.

Eger me ji meymûnekî pirskir û me got bo çi hûn nahêlin kes derkeve mozan bixwe.. bersiva wan bê guman ê ev be.

Em nizanin lê me bavên xwe wiha dîtin ku ew lêdixin loma em jî lêdixin..

Piştî van herdû dîmenan em jî wek Anîştayin dibêjin dû tişt bê sînor in yek cîhan e û ya din jî gewcîtî ye.

Amadekirin: Çeleng Kurdaxî

Advertisements

2 thoughts on “Kevneperestî.. çon çêdibe? û çira berdewam dike?

  1. KEVNEPERESTİ
    Mellayê navdar
    2 kes hatine gel wî kû heqya xwe deynin. Mella li herdû kesa gûdarî kir.
    Ji herdûyan re go tû heqlîye. Paşre jina mellê jê pirsî go ev çi heqî bû. Te ji herdû kesre go ti heqlîye.
    Mela zîvirî bal jina xwe û go tûjî haqlîye jina delal.
    Ezjî dibêjim kû tû û hevalê kû we ev nivîs amade kirye hûn jî haqline. Lewma her adetik kevne şopî heftê salî hûkmê xwe dimeşîne. Ew adet dikeve bin mertalê şermê û ew hewoka navdar (ayib)yanî şerm pêşa hertiştî dixetimîne. Mînaka meymûn û mûza.
    Kû xortik bi detsgîya xwere bimeşe şerme. Kû mirov pirs bike çima şerme kes bersîvê nade.
    Her kes ji bav û bapîrê xwe dîye kû şerme.
    Jin li ser sifrê li gel mêra rûnenê şerme ê çima şerme kesnizan e. Bav û kalême gotûne loma.
    Gotûn a zayendî di civakê de şerme. Law li himberî bavê xwe bi zaroka xwe şabibe şerme
    Şerme û şerme ev hevok a şarm li serê gelê kûrd bû qîr û bela.
    Dest û pêçên we saxbin hevalên hêja birastî we di derheqê kevneşopî ya kûrda de nîvîsek balkêş nîvîsîye
    Slav û rêz
    Kûrdê ciwan

    1. belê birêz ya te jî rast e, lê dermana kevneperestiyê heye, eger rê li hember zana û hişmendan vebe wek me diyarkir Japon nimûneye, ne tenê Japon binêre hemû welatê Sovyêta berê Çîlî, Brazîl , Afrîqa başûr, û hwd em dibînin hemû di rewşeke xirab de bûn berî 20 salan lê niha brazîl dê bighe asta welatên pîşesazî yên pêşketî , sedem ne tenê pêketina aboriye, ji ber erebistan sewdî jî dewlemened de lê mêjî û fikir ???
      pird ew e gelo kurdistana me ya em dixebitin bo wê
      ê ta çi astî pêşkeve, rewşa başûr erê baş dimeşe lê em naxwazin bibe mîrgeheke petolê ya din wek yên erebe
      loma ta rê li hember fikra sîoqratî û kombradorî ya yek alî nayê girtin em naghin armanca xwe

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s