Hêmen Kurdaxî reportaja Kawa Şêxî derbarê Festîvala Helbesta kurdî rexne dike

Hêmen Kurdaxî
Hêmen Kurdaxî

Di 24. 10.2009-an de, li bajarê Bonn,ê yê Almanî Roja(Festîval) Helbesta kurdî(rojava) li derveyî welêt, bi amadebûna gurzek helbestvan, hunermend, rojnamevan, beşdar, lidarket.
Ezê têbîniyên xwe li ser rapora hêja Kawa Şêxê ya ku di derbarî vê rojê de nivîsî bû bidim.

– Di rapora xwe de -bêyî were têghîştin- ew hêja -Kawa Şêxî- êrişî Navenda YASA dike û wan bi tiştê nehatiye gotin tewanbar dike!!

„YASA û ew jî sazîk hiqûqiye lê dîsa jî alîkariya çalakiyên hunerî û edebî jî dikin, lê hêjayî gotinê ye ku gotina ku kak Arif Cabo li ser navê wana hate xwendin, diyar kir ku wana festîval li darxistiye, tevî ku ne wisa ye.“

Dîsa ev braderê me vedigere û wisa dibêje!!
„Û di programa televizyonek almanî de jî yê nûçegihînê televizyonê gotibû ev sê sal in ku YASA vê festîvalê li dar dixe, û ew jî ne heya dawî rast bû.“

Berî her tiştî ti Tilfizoyanan rapor li ser festîvalê neweşandin –wek ku te raghandiye- ya rast DW navenda Radio ya Almanî (beşê Erebî) têklî bi Kak Arif Cabo re kir û wî jî, hem wek serokê YASA  û hem jî weku karmendê wê saziyê (DW) raporek da û liser axifî. Gelo şaştî di ku de ye? Ma ne komîteya Festîvalê bi xwe jî alavên raghandinê vexwendeyî festîvalê kirine.  Li şûna tu û em jî bi te re bêjin spas ji bo te mala te ava, em dibêjin te derew kiriye (ne heya dawiyê rast) bi diblomasî!

Wek em li wir amade bûn kak Arêf Cabo di gotina xwe de negot, ku em(YASA) festîvalê lidardixin,( tevî ku ya rast ew e ku YASA lidar dixe ligel RAMAN û komîteya ku hersal carekê tên hilbijartinû  got em û komela xwandekaran li Bonn,ê (RAMAN)-ewa ku te qet neaniye zimên!!!-  piştgiriya lidarxistina festîvalê dikin.

Tiştekî din jî, bûye çend sal ku festîval lidar dikeve, salekê jî tu ne di komîtê de bû, tu ji kûva dizanî ka kî pê radibe û kî çi karî dike!! Û ew wêrekiya ku tu pê Kak Arêf Cabo pê gunehkar dikî çavkaniya kî ye? Hêvîdar im komîteya festîvalê, agahiyên vî ciwanmêrî rast bikin.

– Dema merov raporê dixwîne, mirov dibêje; qey ev rapor liser şevek muzîk û stranê hatiye nivîsandin!! Û ev ne Festîvala helbestê bû, lê wek ku çawa hin helbestvanan xwe; li wêderê li serê hunermendan kiribûn bela!!

„Di nava helbestan de jî du hunermêndên kurd, jin, deng xweş milet geş kirin û xew ji ser çavan revandin, ew jî Evîna Welat ji Efrînê û Narîn şêxê ji bakurê Kurdistanê. Bi alîkariya kemana Elend Welat û gîtara Elend Seîd. (herdû jî Elend bûn û bi rastî jî elendên mûzîka  kurdî bûn)“

Ez liser vê xalê niha dirêj nakim, tenê dikarim vê bêjim: alavên muzîkê yên ku ji bo xwandina helbestan hatibûn pirogram kirin, me ti dengî xweş yê stranê nebîst û ne jî nedît û elendiya tikesî ji mera nehat xûya kirin!! Tevî em hêvî dikin ku(herdu Elend) di pêşerojê de, bi keda xwe bersivê bidin û bibin stêrkên hunerê, a din jî Xûşka hêja Evîna welat bi xwe got ku Elendê wê(şêr lawê şêra) cara yekê ku bi Kurdî li kemanê dide!! Te bi kîjan guh û hestî guhdarî kir hêja!! Dilxweşkirin baş e, lê di mala de, di navbera dostaniyê de ne bi nivîsandin û weşandin, jiber nivîsandin berpirsiyariyeke mezin e,û lêpirsînê bi xwe re tîne.

Ew braderê meyî hêja, di vêderê de jî weha tîne zimên:

„Televizyonên kurdî hatibûn vexwendin ji vê festîvalê re, lê mixabin wekû her sal kes nehat û tenê Roj Company bi alîkariya birêz Gandî Kendalî û Kawa Şêxê festîval qeyd kirin û nehiştin ku li ber ba here.“

Xweziya di vêderê de jî bihata aşkere kirin ku, kîjan Telvizyon û ji hêla kê ve hatibûn agahdar kirin, wê baş ba. Lê dixwazim di guhê te de vê tiştî bêjim:
Raghandin tiştekî baş e, Tilfizyon jî alavekî girîng e, lê helbest tiştekî din e, helbesta Ehmedê Xanî, Melleyê Cezîrî(bê goman te bi wan bihîstiye) ne bi xêra Tefizyonan û YUOTUBE ta roja îro mîna pirtûkên pîroz têne xwandin!! Helbesta bilind ya ku bi wijdan hatibe nivîsîn û her weha helbestvanê rast û ji xwebawer nabe heyranê raghandinê(tevî girîngiya wê) vê jî dibêjim: helbesta ku bi qasî pûşekeî xwe liber Bayî negre; ti tomarkirin dê nikaribe wê biparêze.


Di vê xalê de jî weha tîne zimên:

„Komîta festîvalê ya ku ji pênc kesan pêk dihat: Arşevê Oskan, Keça Kurd, Alî Cafer, Xunav û Qado Şêrîn. Hewildanên xwe kiribûn ku festîvalek ji ya par serkeftîtir li darbixin û di hinek xalan de bi serketin, lê di hinek xalên din de de jî lawazî derket.“

Rêzgirtina me ji bo herkesekî heye, bi taybetî jî, ji bo van kesan ku ked dan û bi vê stûbariya pîroz rabûn, wan heya ji wan hat karê xwe birin serî –tevî hin kêmasiyan, yek ji wan di derheqa min û xwandina gotina YASA de bû min li wir jî anî zimên- lê dîsan jî mala wan ava be. Lê di vêderê de pirsek: ka ji boyî ku „festîvalek ji ya par serkeftîtir li darbixin“ hewldanên wan çi bûn? hinek xalan de bi serketinkîjan xal bûn? gelo yên stran û mûzîkê bûn!! hinek xalên din de de jî lawazî derket.“    Bê goman ew xal jî xala xwandina helbestan bû! 

„Piştî gotina YASA, komîta festîvalê gotina xwe xwendin, gotina wan Alî Cafer xwend, moralekî mezin tê de hebû, her weha hinek gazin û daxwazî jî kirin ji bo xwedî lê derketina li vê festîvalê di salên pêşiya me de.“

Em di vêredê de nabêjin, ka çi têkliya helbestê – wek ku Helbest- bi bilindkirina moralê re heye!! Gelo me amadekariya xwe û çûna şerekî dikir an em hatibûn li pêlên hest xeyala helbestvanên kurd guhdarî bikin!

Pêdivî bi raghandinê, tomarkirinê, nivîsandina raporan heye, lê dema ev alavên navborî bibin sedema stûxwarkirina rastiyan û belavkirina tewanbariyan, pêwistiya bi van alavan namîne.

Hêja: gelo  ma hûn li  derê de rast dibêjin:  „Helbestvanan dest bi helbestên xwe kirin, kevin, nû, klasîk tevlîhev bûn. Lê kêm helbestan bal kişandin.“

Helbestvanên ku helbestên xwe xwendin ev bûn wek ku we lê pêhev rêzkirine:

„Azer Osî, Can Kurd, Gulistan Haco, Dilyar Dêrikî, Dîlan Zêbo, Husên M. Hebeş, Hêmin Kurdaxî, Kawa Şêxî, Lava Derwêş, Jan Dost, Merwan Osman, Mizgîn Hesko, Nezîr Palo, Nedîm Yûsiv, Serhan Îsa, Xebat Şakir.“

We ev nav dane pê hev, ku li wê derê helbestên xwe xwandin, dibe jî hin ji hinan cûda nivîsî bûn kêm zêde ast ne wek hevbûn-ew jî gelmperî ye- lê ji ber ku ev Festîvala helbestê bû û we rapor liser nivîsiye, xweziya we bigota vê canikê an jî vî ciwanmêrî ev helbest xwand û vayî an vayê jî melbest xwand! Lê bi vê şêweyî ku we aniye zimên ez şaş dibînim û gotinek weha giran dibînim. Bejnine  bilind û helbestvanin girîng amade bûn û helbestên xwe xwandin, tevî rêzgirtin ji tevan re, Ezê Husên Hebeş mînak bînim ji ber te wêneyê wî jî di nav wêneyan de ne weşandiye, ew di vê salê de, Di girîngtirîn Festîvalên Navneteweyî ya Kolombiya de amade bûbû… û hêjî li ser rêya hin festîvalên navneteweyî ye, ma çê dibe tu liser Festîvalê raporekê binivîsî û hema bibêjî kêm helbest hatin xwandin!! 

Gelek birûsknameyên pîrozbahiyê ji gelek sazî û kesayetan gihan ber destê komîtê û ew ji aliyê pêşkêşvan Arşev ve hatin xwendin ji wan:

1. Dezgeha Semakurd li Dubei, birêz Arif Remezan.
2. birêz Hozan Emîn, berpirsyarê malpera Semakurd.net.
3. Hunermend Şivan Perwer.
4. Malpera Avestakurd.
5. Malbata Cegerxwîn.
6. Komîta Amadekar ya Mehrîcana Helbesta Kurdî ya Çardemîn ji rojavayê Kurdistanê
7. Nivîskar Heyder Omer.
8. Nivîskar Silêman Azer.
9. Nivîskar Ezîz Xemcivîn.
10.Ibrahîm Ibrahîm.
11. Partiya Yekîtiya Demoqrat.

Her bijî û mala te ava ku te rêzgirtin da van sazî û ciwanmêran ku te navên wan, pîşe û karê wan aniye zimên. lê gelo ew partiya ku te li herî dawî bi nav kiriye kîjan partiya ye, dema partiyek ji festîvalekê re birûskekê dişîne bêgoman ji bo piştgirî û destguvaştinê ye,  rêzgirtin e,  ya baş ew bû ku, we nav rast û bi temamî danî ba an jî te qet nenivîsîba.
Li dawî tiştekî hêvî dikim, li şûna ku tu li her ciyekî bi şêweyekî belav dikî, mînak (welateme, gemyakurda) ya baş ew bû ku te lêborîna xwe ji kak Arêf Cabo wek kes û hem jî wek serokê YASA her weha ji helbestvanan û xwandevanan bixwazta.

hêvîdar im ku, em rojekê çand û wêjeya Kurdî di rojeke ronak de bibînin.

Min jî wek Berpirsiyarê(YASA)yê Çandî di Festîvalê de, Ev gotina kin xwand lê hêja Kawa Şêxî ne ew dît û ne jî ew bihîst!

Komîteya amadekar
Beşdarên hêja

Bi hezarê sala ye, ji roja ku mirovan mirovatiya xwe naskirî ye, ew mirov û ew Mirovatiya, ji bo naskirina hêlên xwe yên tarî û ne diyar ( wek evîn, tirs, xewn, hêvî, hest, bîrêkirin…hwd), li xwe digere,  ew lêgerîn û tirs û evîn; bûye sedem û egera pêşketina hizir û zanînê, heya roja me ya îro jî, pêvajoka lêgerîn û hewldana naskirina alîyên tarî yên mirovî û hêvî û daxwazên wî,  rêya xwe, di newal û daristanên hest û nîgaşên mirovî de, rêya xwe dikole û xwe berdide kûrahiyan.

Heya roja me ya îro, ji bo nêzkbûna ji hest û xewnên mirovan, ji helbestê wê de tiştek nehatiye dîtin li şûna helbestê tiştekî ciyê xwe negirtiye, helbest berhema lêgerîna mirov ya hundirî ye, berhema tirsa evîndariyê û evîndariya tirsê ye, berhema pêlên xewnan û lîstikên perwanan e, firîna li çînên asîmanî û çinîna stêrkan e, kenê zarokan û bêhnxwesha qirika yaran e berhema tîrên çavên êyşeşan û xecan e berhema  xizêmkujên
Esmer û zeriyan û şîrîn û zînan e.

Hêmen Kurdaxî
Berpirsiyarê (YASA)yê Çandî

Advertisements

One thought on “Hêmen Kurdaxî reportaja Kawa Şêxî derbarê Festîvala Helbesta kurdî rexne dike

  1. Rexneya te ne ojektive birez Kurdaxi. Elend bichuk bash li kamnca dixe, min wi ditiye bi chaven xwe u min bihistiye bi herdu guhen xwe.

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s