“Hemû xebata me ji bo her çar perçeyên kurdistanê re ye” (Vîdyoyên nû)

Şahê Şemşalê

AVESTA – Qale Mere kî bû?. Amadekirin: Zinar Ala

Qadir Abdullahzada (23ê cotmehê 1925an – 21ê gulanê 2009).

Ew bi navê Qale Mere, her wiha bi navê Mamê Qale tê naskirin.

Ew li gundê Kulija (Rojhilatê Kurdistanê) hatinê dinê.

Ew bi lêdana Şemşalê (Bilûrê dirêj) navdar bû ye. Di nûciwaniya xwe de dest bi lêdana şemşalê kiriye û bi vê awayî nanê rojane peyda dikir.

Di dema kalbûna xwe de,  Kurdsat dest bi çêkirina dokumentek li ser jiyan wî kiribu. Her wiha Kurdistan tv vîdyoyek ji lêdana Qale Mere ser Şemşalê kişandibû.

Qale Mere bi lêdana awazên dirêj dihate naskirin, ew dikarî 4 saetên serhev li şemşalê bixista, bê ku vehsiyekê bistîne.

Qale Mere piştî berxwedanbûneke dirêj ligel nexweşiyê, jiyana xwe li gundê Bokanê roja yekşemê 22ê gulana 2009an ji dest dabû.

Termê wî li gundê Nalaşikena li kêleka termê hunermendê gewre Hesen Zîrek hatibû veşartin.

Şahê Şemşalê Qale Mere kurê şivanekî xizan bû, belengaz hatibû dinê û wisa jî ji dinê  barkir. Belam Qale Mere li şûna xwe xezîneyek pir giranbuha ji mûzîka xwe ji bo gelê Kurdistanê re hîşt.

Di vîdyoyekê de ku nû di Youtubê de hatiye weşandin Qale Mere dibêje*:

“Ez doktor Qasimlo û  Mamosta Hejar* ji bilîl xwedê, ji her kesi zêdetir hez dikim. Wan ji peyxemberan ji zêdetir hez dikim. Ji ber ku Dr. Qasimlo kurd kirin kurd. Ne ew ba navê kurdan tunebû. Ti kesî me nas nedekir.  Ez hêvî dikim, di demekî pir nêzîk de ku hev bigrin (Ji bo her du partiyên demokrat dibêje), eger hevdu negrin, em nikarin tiştekî bikin. Ez perçebûnê napejrînim. Em ji bo gelê kurd, derbederî, awarebûn (koçberî) tazîbûn û birçîbûnê qebul dikin, û hemû xebata me ji bo her çar parçeyên kurdistanê re ye. Ez bi tenê bi şemşala xwe, her çi hebe, nalîn u axîna xwe bi rêka Şemşala xwe dibêjim. Min serê xwe tenê ji bo xwedê tewandiye u ji bo tu mirovî netewanidiye”.

* Axaftina Qale Mere bi alîkariya rojnamevan Selah Beyazîdî hatiye nivîsandin.

* Ji bo agahiyên berfereh li ser Mamoste Hejar (Ebdurehman Şerefkendî), serdana vê lînkê bikin.

Avesta / Zinar

Çavkanî: Wîkîpedya înglîzî.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s