Ebdo Mihemed: “Li Efrînê rojname û kovar tune ne” (Vîdyo)

Dengbêjî gelêrî Mihemed EbdoAVESTA – Dengbêjî gelêrî Ebdo Mihemed di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona Fînlandî MTV3 bersiva pirsekî dabû û got ku rojname û kovar li Efrînê tune ne.

Dengbêjê navdar li Fînlanda û li herêma Çiyayê Kurmênc Ebdo Mihemed ji televîzyona Fînlandî re behsa kêfxweşya xwe ji  ber serdana Fînlanda kiribû.

Ebdo Mihemed dibêje ku heya niha  li ruyê xwe dixîne, nizane  eger ew rast hatiye Fînlanfdayê an jî ew di xew de ye.

Dengbêjî Efrînî bawer nedikir ku vîdyoya wî ya strana “Onê min pêde”  li ser Youtube bi hejmarekî mezin ji aliyê Fînlandiyan bê temaşekirin. dibêje: ” Min înan nedikir ku vîdyo bi vê hejmarî bê temaşekirin, ezkê ji şabûnekê re bimrama…”

Ebdo Mihemed, eşker, dibêje: “Me navê paytexta Fînlanda nas nedikir, em hatin vir û me gelek tiştan nas kir”.

Dengbêjê gelêrî û hezkirî li Çiyayê Kurmênc ji bo serê xwe neke belayê gava  vegere Suriyê, bersiva pirsekî derbarê dengdana hatina wî Fînlandî wisa dide: “Na, na tiştê wisa nizanin” ango deng nedaye û wisa berdeama dike “…Ji ber ku rojname û kovar li Efrînê tune ne…”

Belam di vir de temaşevanê Fînlandî baş nehate agahdarkirin, ewê bifkire ku herêma  Efrîn  wek herêmên Afganistanê ye.
Li Efrînê kovar û rojname hene, rojane têne belavkirin lê tenê bi zimanê erebî û tenê behsa nûçyên ereban dikin, ango nûçeyên derbarê Kurdan nayên weşandin. Eger dengbêjekî Ereb li şûna Ebdo Mihemed ba, wê televîzyon, radyo, rojname, kovar…, qala wî bikarana, lê Ebdo Mihemed bi Kurdî stra, Kurdî jî di ferhenga destgehên agahiyê ya deshilata Suriyê peyveke  qedexe ye.

Niha Ebdo Mihemed li Fînlanda navdar bû ye,  êdî ew di Wîkîpedya Fînî de jî cihekî digre.

Avesta /Zinar

Advertisements

One thought on “Ebdo Mihemed: “Li Efrînê rojname û kovar tune ne” (Vîdyo)

  1. Erê bi hzara hûnermendê mîna hûnermendê hêja Abdo mihemmed ketin bin axa ser û tevî hûnera xwe wûnda bun. Hêjî kesê kû hûnera kûrdî ya çanda qedexe bi kartine û hûner û dengê wan wûnda zahfin
    Slavên gern jibo penaberê nûjen.
    Kûrdê ciwan

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s