Daşnî ji rojnameya Spanî “El Mundo” re axivî

Piştî weşandina nûçeyek ji aliyê AFP (ajansa Fransî a Nûçeyan) li ser Shakira Kurdistanê û dengdana vê nûçeyê li welatên başûrê Amêrîkayê, Daşnî dîsa kete rojeva medyayê vê carê  li Spanyayê. Nûçegîhanên du rojanmeyên navdar li Spanya wek El Mundo.es û ABC.es serdana  Hewlêrê kirin. Herdu rojname di sernivîsên xwe de “Shakira Kurdistanê” nivîsandine.

El Mundo li ser pelika dawî ji rojnameya xwe  wêneyeke mezin ji Daşnî re weşand bin sernivîsa “Shakira Kurdistanê ya polemîk”. Rojnamevan Javier Espionosa bi ferehî behsa vê fenomenê medyatîk, Daşnî Murad, cil û klîp û programên wê ên wêrek dike, di civakek konservador de ku hîn  rê li kuştinên namûsê negirtiye. Derbarê lexema Shakira Kurdistanê, Daşnî ji televîzyona AlSumarya gotibû: Ez bi vî lexemî serbilind im, ji ber ku ew di …. serkeftinê de ye, min jî nû destpê kiriye.

Daşnî ji El Mundo gotibû: Ez bawer dikim ku ez xwe bêhtir Hollandî dibînim. Ev jî diyariyk ji xwediyê ye ji ber ku te dihêle ku tu ji herdu çandan tiştên baş werbigrî, ev jî dihêle ku tu  baştir xizmeta civaka xwe bikî. Daşnî, di hevpeyvîna xwe de, bal dikşîne ser problemên gêncan: Ciwanên me wek ku temenê wan 80 salî  ye dijîn, ji ber ku ew rastî pirsgirêkên bêhejmar tên, ew bê elektrîk dijîn, av nîne ku serê xwe bişon.

Avesta / Zinar

Foto: Ji Facebooka Daşnî hatiye wergirtin.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s