Li hemberî balyozxaneya Suriyê îmze hatin komkirin (Foto)

Avesta – Îro saet 9.00 çalakavanê mafê mirovan Zinar Ala, ku ev bûn çar roj di grêva pirçîbûnê de ye, li pêşiya balyozxaneya Sûrî îmze ji bo girtiyên Kurd û hemû girtiyên ramanê li Suriyê.

Penaberê Kurd li Spanya  Zinar Ala îro li pêşiya baylozxaneya Suriyê ji saet 9.00  heya 15.00 îmze birefkirin.

Zinar du pankart hilgirtibûn yek: “Ji kerema xwe îmzeyek” û yê din “Ji bo girtiyên ramanê li Suriyê”.

Îmze dê ji bo serokwezîrê Spanya  Jose Luis Rodriguez Zapatero bêne şandin ta ku zorê bide deshilata Sûrî ji bo daxwazên girtiyên PYDê  bipejrîne, her wiha di nameya îmzekirinê de tê daxwazkirin ku hemû girtiyên ramanê serbest bên berdan.

Di vê demê dawî de têkiliyên Spanya  ligel Suriyê di rewşekî pir baş de derbas dibin, di meha bihorî de Serokwezîr Zapatero serdana Şamê kiribû.

Spanya wê serê salê, ji bo şeş mehan, serokatiya Yekîtiya Europayê bike, ji ber wê îmzevan diramin ku Spanya  dikare rolekî girîng di warê başkirina  rewşa mafê mirovan li Suriyê bilîze.

Girtiyê berê li zindana Helebê Zinar Ala dê îro danê hêvarê çalakiya birefkirina îmzeyan li Meydana Deriyê Rojê di dilê Madrîdê de bidomîne û wê dawî li grêva xwe bîne.



Advertisements

2 thoughts on “Li hemberî balyozxaneya Suriyê îmze hatin komkirin (Foto)

  1. Her biji çalekvanê kûrd.
    Her bijî ciwanê bi rûmet.
    Her bijî mîrat xûrê xaka terikî
    Her bijî penaberê bi xîret
    Hêr bijî xwedanê keda biha giran
    Her bijî parêzvanê mafê mirova
    Her bijî ZINAR ALA
    Slav û rêz jibo vê keda biha giran
    YUSUF BAĞİ

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s