Human Rights Watch: Zordarî li dijî Kurdên Suriyê Rawestînin!

AVESTA – Îro rêxistina mafê mirovan ” Human Rights Watch” ku navenda wê li New Yorkê ye, raporeke nû derbarê zordariya deshilata Suriyê li ser kurdan weşand.

Rapora Human Rights Watch ku bi navê “Group Denial: Repression of Kurdish Political and Cultural Rights in Syria” (Înkarkirina Grûpekî: Zordarî li dijî mafên Kurdan ên siyasî û çandî li Suriyê) ku  ji 63 pelikan pêk hatiye, behsa erkên deshilata Suriyê ji bo qedexekirin û jihevkirina kombûnên ku ji bo mafên hindiknetewa kurd û çanda kurdî dixebitin, û her wiha  behsa binçavkirina çalakvanên Kurd û êşkencekirina wan di zindanan de.

Sarah Leah Whitson, dîrektora HRW li rojhilata navîn û bakurê Afrîka, got: “Di demê ku di welatên din de ji herêmê, ji Îraq heya Tirkiyê, rewşa hindiknetewa xwe ya kurd baş dikin, Suriyê hîn li dijî guhertinê dimîne… Di rastiyê de Suriyê, bi awakî taybet, xuya kir ku ew li dijî her nîşandaneke Kurdî, siyasî be yan jî çandî”.

HRW lige 30 kevnegirtiyên Kurd hevpeyvînîn pêk anîn, ku di vê demê dawî de ji zindanê serbest hatibûn berdan.

Di raporê de şehadeta gellek çalakvan û girtiyên Kurd ji gellek partiyan hatine weşandin, girtî behsa şêweyên lêdan û şkencekirina wan li girtîgehên Suryê dikin.

Girtiyekî PYDê ku ji aliyê şagê ewlekariya siyasî ya Kobanî hatibû binçavkien, ji HWR, besha  êşkencikirina xwe ji aliyê serfermendar û wezîfedarên şagê di gulana 2006an de, ji ber ku di berîka wî de defterk ku navê Kobanî li ser hatibû nivîsandin. 100 carî bi keblê gewdê wî sotandin û jêre gotin: “Lanet li te û li Kobanî were, ji bo çi tu Eyn Elereb*  nanivisînê”, û lêdana wî ji bo şeş saetan bê rawsetandin domand.

*Eyn Elereb: Bi kurdî Kaniya Ereban, navê Kobanî ku ji aliyê deshilata Suriyê hatiye erebkirin.

Avesta / Zinar

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s