AVESTA – Li bajarê Lopburi yê ku 150 km li bakurê Bangkokê (paytexta Taylandiya) dikeve festîvalek ji bo spaskirina qirdan tê çêkirin, ji ber rola wan di kişandina tûrîstan de.
Peyva Fransî “Buffet” tê wateya xwarinên curbecur ku di helkeftinên taybet de an jî di resturantan de têne pêşkêşkirin. Vêca ji bo hemû meymûnên bajêr buffetek taybet hate çêkirin.
Ev festîval bi awakî salane di meha mijdarê de li ber pîrozgeha Pra Prang Sam Yot tê lidarxistin ji bo spaskirina qirdan ji ber rola wan di başkirina aboriya bajêr.
Lê li aliyê din jî qird tiştên xerab jî dikin wek xerabkirina antênên (televîzyonê), her wiha karê diziyê jî dikin, xwarinê ji firoşkarên kolanan didizin.
Avesta / Zinar