Çend rexne û şîret ji bo endamên PKKê li Ewropa

Zinar Ala li hemberî balyozxaneya Suriyê li Madrîdê
Xwediyê blogê li hemberî balyozxaneya Suriyê li Madrîdê

Berî her tiştî, li min biborînin ku ez salvegera damezrandina partiya  we ya 31an  pîroz nakim, ji ber ku ne ji hînbûnên (adetên) min ku ez cejnên olî û siyasî pîroz bikim. Tenê cejnek heye ez pîroz dikim ew jî Newroz e, vêca ji niha de ez Newroza 2010an li we pîroz dikim.

Bi rastî, ez hêvî dikim ku hûn van xêzan bixwînin û jê sûdê werbigrin ji bo pêşxistina xebata xwe, dizanim ku ji % 90 ji we bi kurdî naxwînin, tenê hûn ANFê û medya tirkî dişopînin, her wiha we hîşt ku endamên PKKê yên “Başûrê Biçûk” bi sîndroma koletiya  zimanê Tirkî jî kevin, lê hêvîdarim ku hejmarekî mezin ji we van şîretan bixwîne.

Şaş fêm nekin, ne li dijî fêrbûn û xwendina bi Tirkî me, wêjeya ku bi Tirkî hatiye nivîsandin gelek dewlemend e, nemaze di vê demê dawî de romanên Orhan Pamuk ku ji bo hemû zimanan têne wergerandin. Belam divê hûn rêjeya xelekên xwendinê bi kurdî zêde bikin, ev bûn 31 sal temenê partiya we heye, û heya niha rêjeyeke mezin ji  we bi kurdiyek xerab diaxive, sedema vê jî ne asîmlasyona dewleta Tirk e, sedem ketina we bi sîndroma koletiya zimanê Tirkî. Vêca divê ku hûn li ser zimanê dayîkê bisekinin û xwe ji vê nexweşiya xerab rizgar bikin.

Dema hûn şervanekî an jî kadirekî, ku bi dehan salan li çiyan yan jî  li Ewropa maye, dişînin welatekî Ewropî, divê ku ev xebatkar bi zimanê wî welatî bizanibe, ya jî divê bi şev û roja zimanê vî welatî bixwîne. Ev der ne welat e, ku tenê bi naskirina zimanên Erebî, Tirkî, Farsî û Kurdî xebat dimeşe, bê naskirina zimanê welatê biyanî xebata we bi ser nakeve.

Endamên hêja, ev der ne welat e, yanî bi dara zorê an jî bi şêweyên din standina alîkariyê ji bo Roj tv an jî ji bo gerîlayên serê çiyan…. nabe hevalno!. Divê hûn li şêweyên nûjen bigerin, yanî siyaseta standina alkîkriyê ji bo 15ê tebaxê û ji bo 1000 filan tiştî êdî bêsûd e. Siyaseta standinê dihêle gel ji we bireve, tenê siyaseta dayînê bi ser dikeve, ango divê hûn proje û xebatên balkêş ji bo revendên Kurdan li her welatekî an jî li her bajarekî çêbikin, sûdê li gel bikin, gel jî wê sûdê li we bike. Bidin hûn ê jî bistînin.

Dîrektorê ROJtv dibêje: “Peywendiyên me bi PKKê re tune ne”, lê hemû programên ROJtv li ser PKKê ne (DTP, PJAK, PYD, KCK, KG,HPG,….). Hinekî  programên xwe biguherînin, behsa partiyên din bikin, we ev pêşniyar heznekir jî, rêjeya  programên çandî û hunerî zêde bikin, berge (mecal) bidin rewşenbîr û hunermendên serbixwe. Bila bihane (hicet) li ba dewleta Tirk nemîne ji bo girtina “Televîzyona Gelê Kurd”.

Xebatkarên hêja, eger tiliyên we di organîzekirina van karên bêheş(  Alîgirên PKK êrîş birin ser televîyonên frensî France 3 , Alîgirên PKK ajansa frensî AFP dagîr kirin , Fînlanda çar kesên ku êrîşî ser balyozxaneya Tirkiyê kiribûn girtin ) tunebe,,vêca divê hûn alîgirên xwe hişyar bikin, yanî mirov dikare êrîşa fîzîk li ser birêz Ocalan bi hezar şêweyî protesto bike. Divê we ji encamên bûyerên 1999an  (piştî girtina Ocalan) ders bigirtana.

Xwuşik û birayên hêja, dema hûn Newrozek organîze dikin divê hûn zanibin ku ev Cejn  ne tenê girêdayî PKKê ye. Tişt nabe ku hûn wêneyên Serok Apo û alên PKKê li salaona şahiyê daliqînin, lê divê programa we zengîn be, ango divê dengbêj ne tenê ji Destgeha we ya li Kolnê bin, ev ne sersala PKKê ye, ne jî 15ê tebaxê ye, ev Cejna hemû Kurda ye. Divê hûn hunermendên ne apocî jî bînin, ta ku milet aciz nebe û deng û rengên din jî bibhîse.

Em werin ser meseleya gendeliyê, gelekan behsa gendeliya di nav çîna siyasî û hikûmî de li “Başûrê Mezin” dikin, filan siyasetvan hesbaekî xwe li Swîsre vekiriye, filan kesî ji hikûmetê  qesrekî xwe avakiriye….hwd. Lê gelekan jî behsa gendeliyê li ba we jî dikin, dibêjin  filan kesî nebû çend sal hatiye van deran û niha jî bûye  xwedî ewqas tiştan (Erebe, mal û dîkan). Bila haya we ji vê yekê hebe!

Weke hemû xebatkarên partiyan, mafê we jî heye ku hûn vakasiyona (tatîl) xwe li cihekî xweş bikin, lê divê hûn hesaba xwe bikin  ji dewletên ku we weke “terorîst” dibînin, an jî li gel Tirkiyê hevkariyê dikin, gellek endamên we ji bo Tirkiyê hatin teslîmkirin. Yanî  piştî filmê ku hatibû serê birêz Remzî Kartal û Eyyub Duro, divê we xwe nêzîkî Spanya nekiriba. Dibêjin gravên Mallorca û Menorca pir xweş in, lê ji bo we metirsiya binçavkirinê heye. Bila haya we hebe !

Dîsa em vegerin pirsgirêk nenaskirina zimanên biyanî. Gelo hûn çalakiyan li kolanên Ewropî ji bo kê li dar dixin?  Ji bo agahdarkirina  raya giştî li  Ewropa an jî ji bo dagirkirina nûçeyekê ser pelikên ANFê. Yanî mînaka herî teze, we duh li Londonê meşek ji bo Serok Apo lidarxist, belam pankart û sloganên we bi Kurdî û Tirkî bûn!, xortekî înglîz ji odeya xwe vîdyoyek ji meşa we re kişand, lê nizanîbû we çi dixwest û çalakiya we bêsûd an jî bêbandor dibîne.

Ligel rêz û silavan

Zinar Ala

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s