Çalakvana Sahrawî Amînatû Haydar 18 roj di greva birçîbûnê de ye

Foto: jornada.unam.mxAVESTA – Çalakvana Sahrawî Amînatu Haydar ku ev bûn 18 roj di greva birçîbûnê de ye wê ji aliyê Partiyeke Spanî bê xelatkirin.

Patiya sêyemîn li Spanya, piştî partiya deshilatê PSOE û partiya opozîsyonê ya serke PP, partiya Çepê Hevgirtî (IU) ye.

Îro partiya Çepê Hevgirtî (IU) biryar da ji bo dayîna xelata Piştgiriyê ya “Nelson Mandela” ya 2009 ji bo çalakvana Sahrawî Amînatû Haydar .

Amînatu Haydar  ev bûn 18 roj di greva pirçîbûnê  de ye li balafireke Spanî, daxwaza wê ku vegere bajarê xwe Elîyon li Sahraya Rojava, lê deshilata Magrêbî derbasnûna wê ji bo zemîna Magrêbî red dike.

Hikûmeta Spanî, ji bo bidawîkirina çalakiya wê,di despêkê de mafê rûşniştinê da wê, lê Amînatû li ser daxwaza xwe îsrar dike. Amînatu dixwaze vegere bajarê dayîkê û ligel zarokên xwe be. Berî du rojan wezîrê derve yê Spanî mafê hemwelatiyê pêşkêşî wê kir, belam Amînatû paşde venagere.

Îro deshilata Magrêbê derbasbûna wê pejirand lê xwest ku çalakvana Sahrawî lêborînê ji Şahê Magrêbê bixwaze.

Amînatû Haydar rastî piştgireyek mezin hatiye, bi hezaran kesên navdar serdana wê dikin, wek mînak xelatgirê Nobelî yê Portugalî Josê Saramagao.

Tê zanîn ku Magrêb di sala 1975 zemîna Saharya Rojava dagirkiribû, heya roja îro jî danûstandin navbera Eniya Polîsario û deshilata Magrêbî didiomin ji bo dîtina çaraseriyekê ji bo gelê Sahrayê re.

Ji nav rêxistinê ku berê ev xelat wergirtine navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbas dibe.

Avesta / Zinar

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s