“Magrêb bi Spanya dikene bi riya lîska vegerandina Haydar “

Amînatû Haydar li balafirgeheh Spanî
Amînatû Haydar li balafirgehek Spanî

AVESTA – Magrêb rê neda balafira Spanî biçe Sahraya Rojava. Hikûmeta Magrêbî peymana xwe li gel hikûmeta Spanî li erdê xist û erd û ezmanê xwe ji bo balafira Spanî girtin.

Duh AVESTA  nûçeya rêwîtiya çalakvana Sahrawî Amînatû Haydar ber bi bajarê dayîkê Elîyûn weşand, belam hikûmeta Magrêbî destûrê ku berê dabû balfira Spanî ji rêwîtiya  ber bi bajarê Elîyon, di kêlîka dawî de paşve hate kişandin.

Di balafirê Spanî de, ji bîlî çalakvana Sahrawî û taximê tendirûstî, berpisiyarekî bilind ya wezareta derve cih digirt.

Rojnameya El Pais dinivisêne, berî ku pîlotê balafirê dest bi hilkişandina balafirê bike, rêvebiriya ezmanî li Magrêbê ragihand ku ew destûra rêwîtiya balafirê vedikişîne.

Rojnameya El Mundo, di serûpela xwe de ya hejmara îro wêneya silava xatirxwestinê ya Amînatû Haydar di balafira-tendirûstî de weşand.

El Mundo, ya bi ser partiya opozîsyonê ya sereke, Partiya Gel (PP) tê hesêb, sernivîsek balkêş weşand:

El Mundo: “Magrêb bi Spanya dikene bi riya lîska vegerandina Haydar “

Amînatû Haydar ku tendirûstiya wê di rewşeke xerab de ye, dîsa kete greva birçîbûnê.

Avesta / Zinar

Foto: prensaalterna.com

Piştî 19 rojan ji greva pirçîbûnê Amînatû Haydar gihişte armanca xwe

Şîrove û nêrînên we