Necwa kerem: “Kêfxweş û rûmetdar im ku ez hatim vê herêmê”

AVESTA – Hunermenda navdar Necwa Kerem di konserta xwe de li hewlêrê spasiya hemû kesên ku hîştin ew were Kurdistanê. Najwa Kerem di kêlîka xelatkirina xwe de got:

“Ez dixwazim spasiya xwe bidim hemû kesên ku hîştin ew werim vê welatê gewre ku têde miletekî gewre heye”.

Necwa di konserta xwe de got: “Şensê min hebû û xweda ji min hezdike ku ez hatim van deran, û ez hêvî dikim ku ev tişt bibe mizgîniya xêrê  bo  ku hemû hunermendên Ereb werin vir û vê atmosfera xweşik bibînin”.

Necwa diyar kir ku ew kêxweş û rûmetdar e bi vê hatinê bo herêmekî ku cara yekemîn dibîne, belam “gelek tiştan li ser vê herêmê dizanim, li ser gelê wê yê ku ji şadî û kêfxweşiyê hezdike”.

Di axaftinên  hunermenada Ereb de peyvên weke Kurd û Kurdistanê nedihatin bihîstin. Lê hêjayî gotinê ye ku hatina Necwe Kerem bo herêma Kurdistanê gavekî pîroz e, hem tensyonê di navbera Ereb û Kurda de sivik dike, hem jî pirê dostaniyê navbera herdu miletan xurt dike.

Hunermenda Libnanî ya ku bi dengê çiyayî tê naskirin konserta xwe bi strana wêrek “Bihêle ez bi şev te bibînim” qedand.

Avesta / Zinar

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s