AVESTA – Hunermendê Îtalî Tony Schito di strana xwe de ligel kurê Kurdistanê diaxive.
TONY SCHITO – FIGLIO DEL KURDISTAN
Kurê Kurdistanê, wê bê bîra te ew rojê ku me li şevê dinêhêrî, şev jî bi ser me de dimir.
Kurê Kurdistanê ji çavê te de yên westiyayî wê rûkeniyek biafire, ezmanê te kok (hîç) zindankirî nabe, êdî kes nikare te ji holê rake.
Kurê Kurdistanê Kurê Kurdistanê
Kurê Kurdistanê, bi werîs (kêndir) û zincîran girêdayî û di zindanên tarî de girtî dimînî, wê li ser xwîna sor kulîkên sor şîn bibin.
Kurê Kurdistanê, wê were bîra te zivistanekî berê, dema hêsirek rastîn bi ser rûyê te yê westiyayî bariya.
Wergerandin: Marecello / Zinar
Kurê kurdîstan wê bê bîrate ew rojê ku me li şevê di nêrî û şev bi ser me de dimir.
Her bijîn yên kû gotûn û yê kû wergerand zimanê kûrdî.
Sipas jibo te hewalê zınar û vê keda te ya kûrdewarî
Slav û hezkirin
Spas ji bo te Ciwanê Kurd, min birya şîroveyên te kiribû, te vê blogê bi tîpên kurdî xelmandiye, tu her hebî.
Silav û hezkirin ji bo te jî.
Sopas Sopas ji bo hevale Kurdan Toni Schito, Sopas ji bo te hevale Zinar Ala. Her biji Kurdistan
Her bijî tu kek Azad ji bo şîroveya te, hêvîdarim te herdem li vir bibînim.
Silav.
un grande saluto a tutto il popolo del KURDISTAN, e che possa essere libero.ciao. KURDISTAN FREE – TONY SCHITO
KURDISTAN FREE.CIAO TONY SCHITO
Grazie mille!
Destê te saxbin ser vê “video” hêja Zinar , birastî mirov kêf xweş dibe bi van nûçeyên weha, û êdî bi mirov re hindek çakbîn çê dibe.
Ti û birêz “Tony Şîto” her hebîn û her bijîn
Li gel silavên gulgulî
Spas Canêêêê. Ezê silavê te ji hunermend Tony re bişînim.