Kurd xwedî li Miradê Kinê û Cemîl Horo derneketin

Cemîl Horo  û Miradê Kinê AVESTA – Berî sê mehan 20mîn salvegera barkirina bilbilê Kurdaxê Cemîl Horo bû, niha jî 25mîn salvegera barkirina hunermendê nemir Miradê Kinê derbas bû, heya niha ti çalakî derbarê..

salvegera mirina Miradê Kinê (17/12/1984) nehatin kirin, medya kurdî jî xwedî li vê hunermendî jî dernket.

Salvegerên barkirina hunermendan li ba gelek netewan di hemû warî de têne pîrozkirin, pêşangeh, semîner, konferans, programên televîzyon ûradyo, û konsert ji bo wan têne çêkirin, malper û rojname jî çalakiyan dişopînin, reportaj û nivîsan jî diweşînin. Zor badaxawa  hunermendên ku jiyana xwe kiribûn xizmeta  civaka Kurdî û  ji bo doza Kurdî  ketibûn zinadana gellek caran têne jibîrkirin.

Miradê Kinê kî bû?

Birêz Ehmedê Neco derbarê Miradê Kinê nivîseke berferh weşandibû*:

Miradê Kinê di sala 1943 yan de, li gundekî bicuk  bi navê Gêra Cahfer ku bis er Kercosê ve ye, ji dayik bû ye. Navê bavê wî Ferho ye. Diya wî Hediya jî dotmama bavê wî bû. Ferho kurê Ehmedê Isayê Kinê ye. Dibêjin ku Isayê Kinê beriya sed salî ji
biyaxetê hatiye  û li Tora Hevêrka bi cî bû ye. Eslê xwe ji derdora Shingalê ne.

Miradê kinê heta çarde saliya xwe li Gêra Cahfer bi malbata xwe re jiyaye. Mirad di biçûkatiya xwe de pirtirîn bi ap û bavê xwe re bûye. Li wan guhdar kiriye û bi wan re geriyaye. Di çarde saliya xwe de weke hunermendekî xweser û profesyonel li ser muzîk û ribabê rawestiya ye û baş fêr bûye.

Dibêjin ku rojekê Mirad ligel apê xwe Usiv di civateke hunerî de amade bûye. Li ser vê yekê runiştiyê civatê pirsa wî ji Usiv dikin. (Usivê Zekiyayê ku ap û xezurê Mirad bû.) Tê gotin ku Usiv hunermendekî mezin bû. Dibêjin şagirtê te kiye; Usiv dibêje biraziyê min e. Ew jî hunermend e, li ribabê dixe û distirêne. Li ser vê pirsa han Mirad radije ribaba xwe û  sitrana “Bavê Seyrê” dibêje. Dibêjin ku her çendî Usiv sitrana Bavê Seyrê xweş distirand lê tê gotin ku Mirad li apê xwe zêde kiriye. Piştî wê civatê êdî Mirad bi sitrana Bavê Seyrê tê naskirin. Ku ez bi xwe jê re dibêjim � Bavê Seyrê � ( Sitrana Bavê Seyrê efsaneya Seyrê û Eliyê Memed e. )  Piştî demekê navê Mirad  belav bû  roj bi roj hate naskirin.

Di dawiya  xebateke bi rêk û pêk de. Mirad gihîşte xweseriya xwe û sitîla xwe û bi navê malbata xwe hate binavkirin. Êdî navê wî bû bû Miradê Kinê. Her dera ku Mirad dicuyê de, gel xwe digihand Mirad bo ku li dengê wî Guhdar bikin û heger bikaribin kaseteke xwe li ber dengê wî bigrin. Civat li derdora wî digeriya.

Herweha ji bo zemawendan dicû bajarên û metrepolên Tirkî û Kurdistanê. Di dawiya temenê xwe de Li Sêrtê di karekî dewletê de bû. çar sal temenê xwe li Sêrtê borandiye.

Di sala 1984 an de, beriya sersalê bi 12 rojan seet yekê şevê kirîzekê derbas dike û wî dibin nexweşxaneya Sêrtê. Seet sisiyê şevê li
nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Miradê Kinê gora xwe li Sêrtê li  Goristana şêxilhilo ye.

Çend gotin li ser hunera mitirbiyê (dengbêjiyê)  û Miradê Kinê.

Dema ku em li canda mitirbiyê dinerin em raserî hunereke pirr dewlemend dibin. Di vê hunerê de, bes ne tenê musîk lê herweha şano, reqs û wêje jî roleke xwe pirr girîng heye. Di çanda mitirbiyê de xaleke herî girîng jî ew e ku erotîzm weke hêmayeke pir xweşik cî digre. Ev çanda hanê her çendî cudahiyek tê hebe jî, li pir herêmên Kurdistanê derdikeve pêşiya me.

Ji Şingalê bigre ta beşek ji Rojavayê Kurdistan li  serxetê jî ji derdora Dêrika Ciyayê Mazî bi giştî  Beriya Mêrdîn, Torê û herêmek ji Xerzan digire ber xwe tak u digihîje Colemêrgê û dadikeve rojhilatê welêt û beşek ji Behdînanê. Bi taybetî li herêma Torê  pir meqamê xwe cuda hene. Her zêweke ( festival )  Torê meqamek û ritmeke xwe cuda heye. Dema em li Hunermendê weke M Eliyê Kercosî, Brahîmê Eliyê Yasîn û Ehmedê Reshîdê Kinê û pirr kesên din guhdar dikin, em dibînin ku di vê hunerê de meqam û ritmeke folklorîk û dewlemend heye.

Dema em têne cem Miradê Kinê em dibînin ku ji wê çandê pir tişt wergirtiye lê weke enstrument û weke naverok li wê tişta folklorîk  pirr tiştên nû zêde kirine. Weke enstrument Miradê Kinê gihiştiye asta virtioziyê. Weke naverok Mirad weke rexnegirekî temaşeya civakê kiriye û bi hunera xwe hunandiye. Ji peywendiyên kesayetî ta digihîje peywendiyên civakî û cinsî, em dikarin vê tevê di hunera Miradê kinê de bibinîn. Miradê Kinê qonaxeke di navbera hunera folklorik û ya nûjen de. Û Mirad bi dengê xwe jî pirr bi hêz e. Dengê Miradê Kinê weke zengilê cam e.

* Nivîsa Ehmedê Neco ji malpera Kurdworld hatiye wergirtin.

Her wiha hûn dikarin di vîdyoya dawî  de kurtejiyana Miradê Kinê nasbikin, reportaj ji aliyê Med tv hatibû weşandin û bi dengê rojnamevan Ejder Şêxo hatiye xwendin.

Avesta / Zinar Ala

Cemîl Horo kî bû? (Vîdyo)

Ji bo bîranîna 20´mîn salvegera mirina Cemîl Horo (Vîdyo)

 

 

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s