Hevpeyvîna Latif Epözdemir ligel Samî Tan

Zimanzan Samî Tan kî ye?

Ez di sala 1965’an de li gundê Axçeliyê yê Kolika Semsûrê ji dayik bûme, lê malbatê di sala 1974’an de bar kiriye çûye Çukurovayê. Min dibistana seretayî, navîn û lîse li Mêrsînê xwendiye. Min li Zanîngeha Bogazîçî Beşa Dîrokê xwendiye, lê min nebiriye sêrî. Ji sala 1993’yan heta dawiya sala 2004’an ez di rojnameyên mîna Welat, Ozgur Ulke, Welatê Me, Azadiya Welat, Pîne û Ajansa Nûçeya ya Dîcleyê de xebitîme. Min demeke dirêj gerînendetiya giştî ya weşanê ya Azadiya Welat kiriye.
Pirtûka min a yekemîn Waneyên Rêzimanê Kurmancî di nav Weşanên Welat de sala 2000’î derket. Xebateke min a mîzahî bi navê “Beranê Enîbeş- Şer Giran e, ne Karê Henekan e” di nav weşanên Aramê de hatiye weşandin. Her wiha min salên 2003 û 2004’an de di nav organîzasyona Rojên Edebiyatê li Diyarbekirê de cih girt. Pirtûka Konferansa Ziman a 2004’an min amade kir. Wekî din digel Zana Farqînî û Hasan Kaya me bûroşek ji bo danasîna zimanê kurdî amade kiriye. Digel Maşallah Dekak jî min li ser nûçegihaniya kurdî bûroşek amade kir. Ez niha di rojnameya Azadiya Welat û Kovar Zend û malperên Amîdakurd û TZP Kurdî de dinivîsim. Ez niha Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û aktîvîstê TZP Kurdî me.

L. Epözdemir: Rewşa Edebiyata kurdî, îro beramber bi salên 80 çawan e. Li Turkiyê ku şertên nivsandina bi kurdî pariyekî azad bûne, çi fersend daye pêşketina edebiyatê. Gelo em dikarin bibêjin ku xwendin û nivîsandin yekser dimeşin yan na..?

S. Tan: Mirov dikare bibêje di warê edebiyatê de li gorî salên 80’yî pêşketineke berbiçav heye. Niha ne hejmareke pir zêde be jî, di warê helbestê de hin helbestvanên xurt derketine holê. Her wiha di warê kurteçîrokan de hinek berhem derketine. Gelek kesên ku berê kurteçîrok dinivîsandin, îro dest avêtine romanan.

Di roja îroyîn de astengiya herî mezin a li ber edebiyata kurdî, nebûna bazara kurdî ye. Hê jî wekî Ehmedê Xanî gotî, “Bazar kesad e, ji qumaş re nîn e xerîdar”. Ji ber tengbûna bazarê weşanxane nikarin pirtûkan çap bikin, her wiha kovarên ku bibin warê pêşketina edebiyatê jî kêm in. Kovarên heyî jî ji ber heman pirsgirêkê zehmetiyê dikêşin.

Sedemeke bingehîn a tengbûna bazara zimanê kurdî, ev e li Bakur destûr nehatiye dayîn ku kurdî (kurmancî û kirmanckî) bibe zimanê perwerdehiyê. Niha mafê ku rejîmê daye kurdan e ev e; “Ez kurdî nakujim, lê nahêlim ku bijî jî, ez mafê xwekujiyî didim kurdî û hew”. Divê kurd li hemberî vê yekê ji bo ku statûya zimanê xwe bilind bikin têkoşin, serê pêşîn jî divê rê li ber perwerdehiya bi zimanê kurdî vebe.

Gelek Caran Nivîskaran, Hêvî û Daxwaza Gel li Ber Çav Negirtine. Lewra Gel jî, Guh Nedaye Berhemên Wan

L. Epözdemir: Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên kurd sedem şert û zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar bibin û herine derveyî welêt. Her wiha li derveyî welêt berhemên xwe amade kirine. Edebiyatê di salên dijwariyê de li derve xwe parastiye. Sirgûn û xerîbiyê çî tesîrek daniye ser edebiyata kurdî.

S. Tan: Wekî hemû gelên bindest, gelê me jî ji ber zilm û zora dagirker mecbûrî penaberî û koçberiyê bûye. Vê yekê mîna hemû warên jiyanê û berhemên gel, bandora xwe li ser wêjeya kurdî jî kiriye. Ev bandor dualî ye; aliyek erênî ye, aliyê din jî neyînî ye. Aliyê erênî, mirovan kariye di mercên hê azad û demokratîk de xebatê bikin, her wiha wan derfet dîtin ku ji wêjeya cîhanê sûdê wergirin. Lê li aliyê din wêjekarên penaber ji rastiya civaka xwe qut bûne, her wiha ji bazarê jî bêpar mane. Hin caran rewşa penaberiyê zêde bandor li jiyana wan kiriye, tiştên ku xîtabî gelê kurd nakin jî hatine afirandin. Ji ber gelek cara nivîskaran hêvî û daxwazên gel li ber çavan negirtine, gel jî guh nedaye berhemên wan.
Di Hişyarbuna Miletan de, Ziman Roleke Sereke Dilîze

L. Epözdemir: Îro jî navenda edebiyatê xerîbî ye yan êdî edebiyat dikare li ser axa xwe şîn bibe? Nîvîskarên kurd lazim e çi bikin ku edebiyat zêdetir li ser axa xwe xurt bibe.

S. Tan: Piştî cûntaya leşkerî gelek rewşenbîrên kurd mecbûr bûn ku derkevin derveyî welêt, lewre jî demeke dirêj dilê wêjeya kurdî li Ewropayê dilavêt. Nemaze jî kurdên Swêdê karekî baş ji bo ziman û wêjeya kurdî kir. Her wiha piştî salên 1990’î derfet çêbûn ku metropolên mîna Stenbolê ji nû ve bibin, warê xebatên rewşenbîriya kurdî. Gelek saziyên çandî û hunerî, weşanxane, kovar û rojname derketin. Navenda van xebatan gişan Stenbol bû. Li cihekî wekî Amedê derfetên van xebatan nîn bûn. Heke ez ne şaş bim, di salên 90’î de bi tenê kovara Govend li Amedê derdiket.

Lê ji sala 2000’î vir de li welêt derfetên xebatên çandî û wêjeyî pêk hatine. Festîvalên ku li gelek bajarên welêt çêdibin, nîşaneya herî berbiçav ên vê yekê ne. Di Rojên Edebiyatê li Amedê de nivîskar û rewşenbîrên ji çar parçeyên welêt ev çend sal in digihêjin hev. Her wiha li Başûr jî gelek xebatên bi vî rengî çêdibin û dîsa rewşenbîrên ji çar parçeyên welêt beşdariyê tê de dikin. Ligel vê yekê rojnameya Azadiya Welat, Beşa Kurdî ya DÎHA’yê, piştre jî Dema Nû navenda xwe bir Amedê.

Ligel vê yekê niha li Amedê Komeleya Nivîskarên Kurd, Kovara W li Amedê xebatên xwe dimeşînin. Ev jî nîşan dide ku derfetên xebatê li Amedê û li bajarên din ên bakurê Kurdistanê pêk tên. Ji bo ku derfet zêdetir li ber wêjeya kurdî vebin, serê pêşîn aştî, aramî û azadî pêwîst in. Di mercên şer û pevçûnê de wêje bi pêş nakeve, lê mixabin hêzên dagirker xwe nadin ber riya aştî û lihevkirin, lewre jî rewş her ku diçe xeteretir dibe. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo pêşketina wêjeyê jî divê nivîskar û rewşenbîrên kurd ji bo aştiyê têbikoşin.

L. Epözdemir: Dengbêjî xaleke gelek girîng e di edebiyatê de. Her wiha edebiyata kurdî ya devkî dengbêjiyê rûmetek bilind hesab dike. Gelo dengbêjên kurd hetanî îro çî xizmet dane Edebiyatê.

S. Tan: Dengbêjiyê xizmeteke baş ji wêjeya kurdî re kiriye. Heta mirov dikare bibêje ku demeke dirêj dengbêj û çîrokbêjan wêjeya kurdî li ser piyan hiştiye. Hinek hunerên vegotinî yên di stranên dengbêjan de di kêm berhemên wêjeyî de peyda dibin. Her wiha wan zimanê kurdî jî heta îro li ser piyan hiştiye. Ji ber vê yekê em giş qerzdarê wan in. Divê wêjekarên kurd jî bi vî çavî li berhemên dengbêj û çîrokbêjan binêrin û li ser wan xebatên lêkolînî bikin. Her wiha zimanzan jî dikarin li ser zimanê wan xebatên bikin, gelek qalib û şayes, bêjeyên balkêş di stran û çîrokan hene. Lê mixabin hîn ferhengeke me ya berhevkirinê nîn e.
Dengbêjan Zahmetek Mezin Di Ber Wêjeyê de Kêşandîye

L. Epözdemir: Tê gotin ku niştîmanperwerî bi edebiyatê dest pê dike. Roman, berhemek pir hêja ye di edebiyatê de. Her wiha, roman barkêşê gotara nîştimanperweriyê ye. Edebiyat û romana kurdî çî tesîrek li doza kurdayetî kiriye.

S. Tan: Mixabin roman di zimanê kurdî de cureyeke nû ya nivîsandinê ye, lewre jî bi qasî stran û helbestê bandorek nekiriye. Bo nimûne bi qasî stranên Şivan, Mihemed Şêxo, Aramê Tîgran, Cegerxwîn û Qedrîcan bandora romanê nebûye. Dîsa jî me gişan Şivanê Kurd a Erebê Şemo xwendiye û jê bandor girtiye. Her wiha romana Îbrahîm Ehmed a bi navê Jiyana Gel jî tê bîra me gelekan, dîsa gelek nifşên nû Celadet Bedirxan bi romana Mehmet Uzun Bîra Qederê nas kiriye, her wiha Memdûh Selîm Beg jî bi Siya Evîn nas kiriye

L. Epözdemir: Di Hişyarbûn û pêşketîna mîlletan de rola ziman çi ye?

S. Tan: Di hişyarbûna miletan de rola zimên roleke sereke ye. Me gişan ji ber zimanê xwe fêm kiriye ku em kurd in. Lewre ji bilî zimên tiştekî din ku me ji miletên din cuda dike nîn e. Lê mixabin ev hişmendî hê jî tam di nav kurdan de cihê xwe negirtiye. Heta gelek kadroyên siyasî jî ev rastî tam fêm nekiriye, heke fêm kiribin jî vê rastiyê ew nexistine nava liv û tevgerê da ku zimanê xwe hîn bibin û hîn bikin. Tiştê ku hêzê dide pêvajoya xwepişaftinê (oto-asîmîlasyonê) nebûna vê zanîn û hişmendiyê ye.

L. Epözdemir: Pêwendiya ziman û raman, ziman û edebiyatê çi ye. Berhemên edebî, lazim e li gorî zimanên xwe yan li gorî kesayetiya nîvîskarên xwe werin binavkirin?

S. Tan: Derbirina ramanê bêyî zimên ne pêkan e. Her wiha ziman û edebiyat jî rasterast girêdayî hev in. Bêyî zimên pênasekirina edebiyatê pir zehmet e. Heçî pirsa nasnavê edebiyatê ye, ew pirseke dijwar e. Belkî ji bo kurdan mirov dikare, bibêje edebiyata kurdan û edebiyata kurdî. Lê ji bo vê yekê jî divê nivîskar xwe kurd bihesibîne, divê mirov bi darê zorê kesî neke nivîskarê/a kurd. Her wiha mirov kesî jî bi darê zorê ji kurdbûnê bêpar nehêle. Li aliyê din divê her nivîskarê/a kurd bizane ku xizmeta ji bo zimanê kurdî peywireke sincî û exlaqî ye.
Roman di Edebîyata Kurdî de Cureyek Nû a Nivîsandinê ye

L. Epözdemir: Pirs û kêşeya yekîtiya elfabe û zaravên di zimanê kurdî de gelo dê çawa çareser bibe.

S. Tan: Li ser vê pirsê min gelek caran nivîsandiye, lê bi kurtî divê ez dîsa çend tiştan bibêjim. Pirsgirêka alfabeya kurdî niha maye li ser helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew dikare biryarekê bigire û bike ku gelê Başûr di demeke pir ne dirêj de derbasî alfabeya latînî bibe. Di vî warî meylek jî heye, hin gav jî têne avêtin, ew cihê kêfxweşiyê ye.
Meseleya zaravayan jî dîsa girêdayî desthilatiyê ye. Heke kurd bibin desthilatdar an jî dewletên ku Kurdistan dagir kiriye, helwesta xwe ya li hemberî kurdan biguhêrin, dê karibin zaravayên xwe berbihev bibînin; riya zimanekî hevpar di maweyeke navincî de vekin. Jixwe dema alfabe bibe yek û têkiliyên kurdan xurt bibin, wê demê pirsgirêka jihevtêgihîştinê dê zû çareser bibe. Lê serê pêşîn divê hemû zarava pêşî yekgirtina xwe pêk bînin. Dema vê yekê dikin jî zaravayên din li ber çavan bigirin. Her wiha di dibistanan de divê zaravayên cuda bêne fêrkirin da ku zarava nêzî hev bibin.

L. Epözdemir: Xuyaye di edebiyata kurdî de, helbest zêdetir bi pêş ketiye. Çima? Helbesta klasîk a kurdî û ya nûjen bi çi şêweyî divê ji hev werin cudakirin, yanî çî ferq di navbera wan de heye.

S. Tan: Ji ber ku helbest awayê vegotinê yê herî kevn e û di kurdî de jî wêjeya devkî her tim xurt maye, helbest bi hêsanî bi pêş ketiye. Her wekî tê zanîn li Rojhilata Navîn awayê menzûm di nav gelên herêmê de jî awayê serdest e. Di medreseyên olî de jî awayên cuda yên helbesta klasîk bi pêş ketine. Ji ber vê yekê di medreseyên Kurdistanê de jî helbestvanên yekta yên mîna Meleya Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî derketine. Ew zêdetir ji dîwanên mîrên kurdan derketine. Helbestên klasîk û yên nûjen ji aliyê form û naverokê ve ji hev bi hêsanî têne cudakirin. Helbestên klasîk bi forma wezna arûz hatine nivîsandin, naverok jî li gorî bîr û baweriyên wê demê ye.
Heçî helbestên nûjen in, ew jî li gorî serdeman ji hev cuda dibin. Bo nimûne helbestên Cegerxwîn, Osman Sebrî naşibin helbestên helbestvanên îro yên mîna Rojen Barnas, Kemal Burkay, Rênas Jiyan, Ehmed Huseynî… Lê tiştek heye ku helbesta nûjen zêdetir an wekî helbestên Cegerxwîn bi kêş û rêzbend in, an jî wekî yên Rênas Jiyan serbest in. Her wiha mijar jî li gorî jiyana îro ye. Evîn, jiyana xwezayî, felsefe û herî zêde jî welatparêzî di van helbestan de balê dikêşin.
Pêdivîya Kurdan Bi Sazîyek Netewî Heye

L. Epözdemir: Xebata di warê ziman û gramera kurdî de bes e yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye? Gelo mimkûne ku di ayendeyê de ( di rojên pêş de ) ferhengek mezin ku ji hemû zarav û devokên kurdî pêk hatiye çêbe. Ji bo vî karî lazim e çî were kirin, ev wezîfeya girîng lazim e ji aliyê kê ve were pêkanîn?

S. Tan: Xuyaye ku ne bes e, ji ber ku hê kêm tişt hatine kirin, gelek warên ziman û rêzimana kurdî nebûne warê lêkolîn û lêgerînê. Bi çavekî lîngûîstîkî lê nehatiye nihêrtin. Tiştê herî pêwîst niha pêdivî bi rênûmayeke rastnivîsê ango klavûza rastnivîsê heye. Her wiha jî pêwîstî bi ferhengeke kurd bi kurdî heye. Pêdiviya kurdan bi saziyeke neteweyî heye, lê mixabin, di vî warî de tu hewldanên berbiçav jî nîn in. Hê jî em bi çavekî hizbî li zimanê xwe dinêrin, lewre jî xebat ber bi hev nayên.

( Ev hevpeyvîn, li Stenbolê roja 20 é Nîsana 2006 an, ji alîyê Latif EPÖZDEMİR ve hatîye çêkirin. )

Jêder: Navkurd.net

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s