“NBC fêrî cografya bikin, dewleta Kurdistanê nîne”

Kurdistan li ser ekranê NBCAVESTA – Rêxistinên civaka tirkî li DYAyê derbarê weşandina nexşeya Kurdistanê li ser ekranê televîzyona amêrîkî NBC kampanyaya nerazîbûnê despêkirin û nameyekê…

ji  birêvebirê berhemkar ya programa “Today’s Show” şandin.

Di 18 kanûnê de televîzyona amêrîkî  NBC di programa “Today’s Show” nexşeya Kurdistanê weşand, li hemberî vê yekê rêxistinên civaka tirkî li DYAyê nerazîbûna xwe nîşankirin. Di Bloga  “The New York Turkish Times” di bin vê sernivîsê de “NBC fêrî cografya bikin, dewleta Kurdistanê nîne” nameya nerazîbûnê weşandin.

Nameya nerazîbûnê ji  bo birêvebirê berhemkar ya programa “Today’s Show” hatiye nivîsandin,  di nameyê de daxwaza serrastkirina nexwşeyên NBC hatiye kirin.

Her wiha di navaroka vê nameyê de  eşkere hatiye gotin ku “Kurdistan” navekî ji aliyê grûpên kurd ên terorîst tê bikaranînin”.

Lê ji aliyekî din li hemberî vê kampanyayê  Kurdistan Commentary “Banga Bilez” kir:

Ji kerema xwe ji  bo birêvebirê berhemkar ya NBCyê binivîsînin û spasdariya xwe nîşan bikin ji ber aşartina NBCyê bi hebûna  Kurdistanê. Li hemberî makîneya propogandaya tirkî derkevin, bila dengê we bê guhdarkirin….

JI KEREMA XWE BINIVÎSÎNIN!  Name, email,… çi bû!

Mr Jim Bell
Executive producer of Today Show
Today’s Show – NBC
30 Rockefeller Plaza
New York , N. Y. 10112

Emaila gîştî ya “Today Show” ev e:  today@nbc.com

Avesta / Zinar

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s