Nêrînek derbarê qedexekirina vîdyoya “hovîtiya leşkeran” ji aliyê Youtube

AVESTA – Îro malpera Youtube vîdyoyê ku hovîtiya leşkerên tirk nîşan dikir qedexe kir. Dema tikandina lînkê ku AVESTA du weşandibû pelika xwediyê kanalê bê vîdyo xuya dike.

Youtube sedema qedexekirina vê vîdyoyê weke binpêkirina şertên weşandinê bi nav kir, helbet mafê Youtube heye ku ev vîdyo qedexe bike, dîmenên vê vîdyoyê gelek tund in, ne tenê jiber tundiya van wêneyan, her wiha ev vîdyo dikare bayê neyartiyê di navbera kurd û tirkan hê belav bike.

Li gorî nêrîna min ev reaksyona zû ya qedexekirinê vê vîdyoyê, ne tenê ji aliyê bikarhênerên Youtube yên tirk hatiyedaxwaz kirin, ne dûre ku dewleta tirk  daxwaza qedexekirina vê vîdyoyê  kiribe.

Ji bo AVESTA ev vîdyo weşand?

Berê vê bi salekê  polemîkek  derketibû holê piştî weşandina wêneyên gerîlayên PKKê.

AVESTA wêne bo çend demjimêran çapkiribûn lê ji ber rêzgirtina hestên malbetên gerîlayên kuştî, AVESTA wêne ji pelikên xwe vekişandin.

Van wêneyan li blogekî hatin weşandin, lînka van wêneyan di bêhtirî 100 malper û blog hatiye girêdan, heya roja îro van wêneyan bi sed hazaran car hatine temaşe kirin û hîn têne temaşekirin

Nûçeyên AVESTA li gelek malper, blog  û rojnameyan têne weşandin, û bo zimanên biyanî jî têne veguhestin.  Helbet kurd hovîtiya artêşa tirk baş nas dikin lê mebesta sereke ji bo weşandina vê vîdyoyê agahdarkirina  ew rojnamevanên biyanî ên ku nûçeyên AVESTA  bi awakî dîreket yan jî bi riya wegerandina van nûçeyan dişopînin.

Ji bo kesên ku vîdyo temaşe nekirin, bi kurtî: Di vîdyo de leşkerên tirk du laşan di tûran de dixwişandin, leşkerekî  du caran pêl serê gerîlayekî dikir”.

Avesta / Zinar

Advertisements

2 thoughts on “Nêrînek derbarê qedexekirina vîdyoya “hovîtiya leşkeran” ji aliyê Youtube

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s