Hevpeyvîna Patricio Otero ligel Aynur (Vîdyo)

Aynur li festîvala Womex 2006
Aynur li festîvala Womex 2006

Aynur (31 salî ), heya niha 3 CD yên wê hene, di sînema û telvîzyonan de stran xwendine, ligel grûpên mûzîkê wek Kardeş Türküler, Orient Expressions û Nederlands Blazers Ensemble hevkarî kiriye.

Berhema xwe yê bi navê �Keçe Kurdan� (2004), Kurd, Tirk û Ewropiyan dîl kiribûn.

Aynur şanazî bi hebûna gellek komposîtorên mûzîkê di aynî albûmê de dike.

Her wiha di çêkirina CD ya �Nûpel� (2005) de, gelek composîtor û mûzîkvanên navdar ji Anatolyayê beşdar bûne.

Di 17 saliya xwe de sirgûnî Stenbolê bûbû. Qedexekirina mûzîk û zimanê Kurdî li Tirkiyê daxwaza naskirina kokên xwe  hişyar kir. Ew û  baglame bûn hevalên hev.

Aynur li ser guhdarkirina stranên gelêrî mezin bû, stranên ku behsa çîrokên evînî dikirin, van çîrokan ku ji ber rewşa şer û penaberiyê, bi ês û keser dihatin jiyandin.

Her wiha, stranên  li ser jinên ku bi dara zorê dihatin zewicandin,  malbetên berçekirî…hwd.

Gelê kurd, xwediyê netewa herî mezin di cîhanê de ku bê welat maye,  rastî hemû şêweyên azarbûn, mirin û tunekirinê hatiye. Gelê Kurd bi saya xwendina stranan karîbû xwe ji mirin û helandinê bibarêze. Wek meteloka Spanî dibêje: �Yê ku stranan dixwîne derd û kulên xwe dikewîne�.

Di dawiya hevpeyvînê de Aynur tekez dike li ser rola mûzîkê di şîrovekeirina hestan de, dibêje: �Divê ku tu axaftinê ji hunermendan nexwazî, divê ku tu mûzîka wan guhdar bikî. Di dawî de peyv tiştekî şirove nakin. Ez bi xwenidana stranan xwe şîrove dikim�.

Mûzîka Aynur wek dîmenek ji dîmenên  Kurdistanê ye. Hişk û ziwa ye wek çiyan, bi rih û şad e wek govenda Kurdan. Ew dirame ku  sedema dewlemandbûna mûzîka xwe ji pirbûna hindiknetewên ku li Anatoliyayê dijîn tê, her wiha ji bandora navxweyî de navbera van mûzîkan çêdibe. Ji ber vê yekê ew di CD ya xwe ya dawîn ji bilî Tirkî bi her sê zaravayên Kurdî zazakî, soranî û kurmancî stranên xwe dixwîne.

Li piş ew keçika şervan yê ku �Keça Kurdan� distra, em niha xwe li hemebr keçikik dilpak û xwîn şîrîn dibînin, ku ji me re behsa tiştên biçûk dike wek ew stranên hezkirinê ku di zaroktiya xwe de li gundan dibihîstin.

Hevpeyvîn:

�Nûpel� ji gelek stranênên evînî pêk tê. Lê evîneke tarî ye ku bi kul û kesran hatiye morkirin?

Rast e, te tiştekî xweş kifş kir.  Stranên  �Nûpel�, bi gîştî behsa evînê û her wiha penaberiyê dikin. Di van çîrokan de evîndar hîç nagihêjin mirazê xwe , ji ber wê  bihna êş û bîrkirinê ji van stranan vedide.

Ji bo çi ev xemgînî di van stranan de?

Ez çanda kurdî temsîl dikim, evîndar di civaka Kurdî herdem bi zor û êşê di evîna xwe  de dîtin.

Wek çîrokên ku di “Eman Eman” û “Şîrê” têne xwendin

Rast e,  “Eman Eman” behsa xemgîniya eşiqekeî dema nagihêje yara xwe.

Aynur di vir de perçeyekê ji strana Şîrê şîrove dike (Z)

Şîrê stranek li ser jinekê ye, bi zazekî hatiye gotin, Şîrê jineke pir bedew e, hemû mêr aşiqên wê dibin, lê ew zilamekî vediqetîne.,�., û bela tîne serê xwe.

Aynur dîsa  perçeyekê din ji Şîrê şîrove dike (Z)


Tu van stranan di versyonên orîjînal de nas dikî?

Belê, tabî. Gava ez zarok bûm, pîr herdem van stranan dixwendin.  Stranan ji wendabûnê parastin. Stranên ku min bidest xistine hemû di rastiyê de  hatine jiyandin. Li ser tecrubeyên personal, destan û serpêhatiyên gelê Kurd tînin ziman.

Naxwe, jin pir caran protagonîst in (leheng) bûn.

Aynî wisa ye. Di “Lawikê Metînê” de, jin bang li yarê xwe dike ji ber ku wê roja din wê bi zilamekî din re bizewcînin. Ev stran berî 150 salan  ji aliyê Kurdên ku li Ermenîstanê dijiyan hatibû çêkirin.

Lê lê dayîkê heyranê de tu rabe

Xwe ke bi Xwedê ke roja şemîyê

Serê min bişo û xemla min li min ke

Bisk û temerîka min li ber enîka min de çêke

Hey lê lê lê lê…. hey lê delalê

Heval û hogirê me çûne Mexrub û Şêxa

Tev alîka di gelîkî kur de

Keçik digot, lê lê dayikê heyranê

Bişîne pey Lawikê Metînê delalê malê

Bira beyê nava sîng û berê min keçikê

Herke tê min dixwaze bila gelo bê, min bixwaze

Herke tê min direvîne bila bê, min birevîne

Herke min narevîne wê sibê  min birê kin

Hey lê lê lê lê  hey lê delalê

Ax feleka me xayîn e welle me dixapîne

Min re nayê hey domê

Her wiha tu strana Şivan Perwer Yarê dixwînî.

Aynur ji rojnamevanê Spanî re behsa gotinên stranê dike (Z)


Divê ku Şivan  Perwer mûzîkvanekî xwedî qedrekî mezin li ba kurdan be?

Xebera te ye. Ji bo Kurdan ew helbestvanê 20 salên dawîn e. Xwedî dengek û şêweyekî stranbêjiyê ku di rastiyê de nayên bawerkirin.

Tradisyona parastina çanad kurdî bi awakî nivîskî li ba Kurdan di gelek sedsalan de tunebû,  çanda Kurdî ji nifşekî derbasî nifşeke din dibû bi awakî devkî. Belam di van rojan de Kurd bi awakî akademîk xwe fêr dikin. Bizaveke ronakbîrî nirxdar heye. Roman, helbest, çîrok, hwd dinivsînin, înstîtû û dibistanên zimên jî avakirin.

Te xwestibû di strana “Dayê Dayê” buyerekî dîrokî nîşan bikî? Rast e?

Ev stran  ji deverê ku ez lê bûme, bajarekî ya Kurdên . Di baweriya Elewiyan de, mizgeft wek cihî pîrozgehiyê nîn e.  hatiye. Ev stran bi zaravaya  zazekî ye û behsa çîrokek ku di sala 1936 de rû dabû. Ev bajar ji bo parastina çanda xwe rastî zordariyeke tund  hatibû ji hêla Tirkan.

Niha ku fersend ketiye destên te, tu ji rêwîtiyê hezdikî?

Erê…. lê gelekî diwestim.

Niha tu li ku derê dijî?

Li Stenbolê. Di sentera bajêr de.

Çiqas hezdikim ku herim Stenbolê! Tu kîjan deran ji bo min şîret dike?

Di despêkê de Behra Bosforê, Monumentên mezin û cihên dîrokî.

Eger tu herê derdorê Stenbolê, tu yê rengekî din ji vê bajarî bibînê,�cuda (dikene), ew der jî hêjayî naskirinê ne.

Di demê vala de, hobiyekî te heye?

Mmmm� Rastî bêjim na. Heya niha ne tiştek da ser mûzîkê di jiyana min de.

Çiqas ez ji Kurdî hezdikim!

Ez  jî Spanî hezdikim, em çi bikin! (dikene)

Hevpeyvîn: Patricio Otero (2006)

Wêne û vîdyo: Womex 2006

AVESTA / Zinar Ala   (2009)
Ji arîşva AVESTA:
Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s