Brîtaniyek bi cilên Kurdî (Traditional Kurdish Clothes / Video)

Traditional Kurdish Clothes

Keçeke brîtanî bi navê Jessy (14) salî ji bo derbaskirina rojên bihnvedanê yên Cejna Zayînê berê xwe dabû Hewlêrê, Jessy dema digihêje axa Kurdistanê berî her tiştî yekemîn tişt ku dixwaze bike serdana  bazarê bû ji bo kirîna cilê Kurdî.

Bloggera Kurd  Sazan Mandalawî, di bloga xwe de, derbarê serdana keçeke brîtanî ji bo Hewlêrê nûçeyek bi sernivîsa A Brit in ‘Jli Kurdi’ weşand.

Xwendekara beşê polîtîk û têkilyên navnetwî di zanîngeha Hewlêrê de Sazan Mandalawî bi gotarekî berferh hemû dêtayên hatina Jessy û gera wan li bazar û kolanên Hewlêrê, her wiha împresyona xwe derbarê vê gerê di Kurdish Globe* de weşand.

Dema Sazan û Jessy çûbûn bazarê Qeyserî ji bo kirîna qimaşên cilê kurdî, Jessy, bi dengekî nizm, ji Sazanê re dibêje: “Ew hîn li min dinêrin”. Sazan: ” Ji ber ku tu xweşik î”. Sazan dinivisîne: “Belam ev tişt  li pêşiya Jessy û rûkeniya wê ya berferh nebû kelem ji bo berdewamkirina yekemîn gera xwe li bazara Hewlêrê û jiyandina tecrûbeyek rast”

Sazan di bloga xwe de dinivisîne: “Ez pir dilşad im ku biyanî ji tecrûbeya mayîna xwe li Kurdistanê kêf xweş bibin, ev tişt min dihêle ku ez serbilind û kêfxweş bim ji ber dîtina kesên ciwan ji welatên pêşketî ku serdana me dikin û li me dibin mêvan”.

Hûn dikarin wêneyên Jessy bi cilên Kurdî û gelek wêne û nûçeyên balkêş di bloga “Mandalawî ji dilê Kurdistanê” de bibînin.

* Nivîskara ciwan Sazan Mandalawî di yekemîn û tekane rojanme ku li Hewlêrê weşanê bi înglîzî dike nivîsên xwe diweşîne.

Hûn dikarin di vê vîdyoyê de rengên cur be cur ji cilên Kurdî temaşe bikin.

Avesta / Zinar Ala

Çavkanî: Kurdish Globe û bloga Sazan Mandalawî


Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s