AVESTA di meha dawî ji 2009an de bêhtirî 17 mîlyon car hate tikandin

AVESTA – Kê AVESTA gihande vê astê?

Ji bilî keda xwedî û sernivîser, redaktor, webmaster û hevkarên aktuel di  AVESTA de.

Ji bilî xebata redaktor û hevkarên AVESTA yên berê, kesên ku bi nûçeyên xwe arşîva AVESTAyê  dewlemend kiribûn.

Ji bilî keda nîvîskarên berê û yên aktuel ên ku di AVESTA de bîr û baweriyên xwe weşandin.

Ji bilî diyariyên kesên bi riya wêneyan ekranê AVESTA li ser înternetê rengîn dikin.

Ji bilî ratsbûna şîrovevanan yên bi riya rexne, serrastkirin û nerînên xwe pelikên AVESTA zengîn û dewlemed dikin.

Ji bilî hevkariya malperên Kurdî, ku bi riya nûçeyên xwe hêz û zindîbûnê didin malpera AVESTA.

Ji bilî westabûna kesên ku vîdyoyên girêdayî Kurdan di Youtube, Dailymotion, Sevenload… de diweşînin.

Xwediyê keda sereke ya vê hejmarê “17.160.911” mîlyon Hûn in:

Kesên ku  roj bi roj AVESTA  dişopînin û xwendina tîpên Kurdî  weke erk û delamet dibînin.

Kesên ku dikarin nûçeyan bi zimanên din bixwînin lê dixwazin bi Kurdî jî bixwînin.

Kesên ku digel pirsgirêkên nestandartbûna zimanê Kurdî, cudabûna zarava û devokên herêmî, dîsa li xwe zor dikin û nûçeyên AVESTA dixwînin.

Kesên ku li welat, digel zehmetiya jiyanê, hovîtiya xizaniyê, pirsgirêkên qedexekirina malperên vîdyoyan, bihabûn û lawaziya toreya înternetê, dîsa serdana AVESTA dikin.

Hûn her hebin!

AVESTA / Zinar Ala

Advertisements

One thought on “AVESTA di meha dawî ji 2009an de bêhtirî 17 mîlyon car hate tikandin

  1. Ez hêvîdar im kû AVESTA KURD Li Cîhanê bibe malpera yekemîn.
    Û hejmara xwendevanên wê derkeve deh carî li vê hejmarê.
    Birastî pêwîstîya gelê kûrd bi malperekî wûsa heye.
    Bi hêvya yekîtîya kûrdîsta
    Slav û rêz
    Yusuf baği/kurd ciwan

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s