ELPAIS.com “wêneyeke” min weşand

Ev bû hefteyek min dev ji bajarê ku ez lê dijiyam berdaye û niha  ligel du malabatên Kurd li Madrîdê dijîm. Mebesta hatina min jî berdewamkirina kampanyaya “Ji kerema xwe îmzeyek”, niha jî me daxwazeke din lê zêde kiriye ku serokatiya nû ya YE derbarê mirina leşkerên Kurd li Suriyê  dest bi lêpirsînê bike.

Berî sersala nû, bi du saetan, Mehmûd telefon min kir û gote min were em herin meydana Sol (Deriyê Rojê)

Min jêre  got çi heye li Sol, bi efrînkî got: Wekî her sol.

Ji xwe ji dengê teqîna bombeyên rengîn û qerbalixê heznakim, ji ber wê ez li malê mam, eger protestokirineke tazîbûnê  ji bo mafê lawiran hebûya meyê berê xwe daba Sol ji bo çêkirina nûçeyekê, lê tiştekî wisa tune bû û em li odeya xwe man.

Li mala ez lê dijîm şahiya sersalê tune bû, malbata kurdên Qamişlo di odeya xwe de bû, ya Kobanî jî li odeyeke din bû, ez jî li ber ekranê laptopê bûm.

Piştî teqreqa teqemeniyên zarokên taxê di despêka sala nû de, zarokên malbata Kobanî hatin, bi Spanî, sersal li min pîroz kirin, min jî du ramûsan li ser herdu  rûyên wan hîştin, rûyê zaroka 14 salî  hinekî sor bû.

Katjimêr 4.30 ji 1ê 2010an, piştî westabûna  çav, dest û hustiyê min ji laptopê, min got ka ez herim sentera paytexê bibînim.  Min ji Azad re nîşanek kir, ew di cih de telefon min kir û gote min emê li xwaringeha kebabê hevdu bibînin.

Di rê de ekîpa paqijkirinê, kolanên Madrîdê ji gemar, verşiya serxweşan, şîşeyên vala… paqij dikir.  Di senterê de bar û xwaringehan girtî bûn, tenê dîskotek û du xwraingehên kebabê vekirî bûn, yek jî ya Kurdekî bû.

Xwarigeha kebabê, bi awakî nerewa heya saet heft vakirî mabû, lê digel ku xwediyê kebabê bihata cezakirin, ceza  nikare rûkeniya wî ji  ber qezenckirina pereyan di vê rojê de bistanda.

Piştî girtina kebabê, em li autobusê siwar bûn û her kes ber bi mala xwe ve çû, belam di rê de  rastî buyerekê hatim, Autubûs hinekî sekinî bû, hema min kamîra girt û çend wêne kişandin.

Ber destê sibê, min got ka hele em sekin medya Spanî çi dibêje. Nûçeyek bala min  kişand, El PAIS, di serrûpela xwe de dibêje li wêneyên xwendevanên me binêrin çawa şeva sersalê derbas kirin. Hema min ji ELPAIS re, sernivîs û şîroveya wêneyê  nivîsand û ji wan  re wêne bi rê kir. El PAIS piştî çend saetan wêne ser pelikên xwe weşand.

Di nav wêneyên xwendevanên El PAIS de wêneya min ya çaremîn e.

Sernivîsa wêneyê:  “Salê bi cehrbûna alkoholê destpê kir”

El País (Foto)

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s