Hinar di warê vîtamîn, mîneral û antîoksîdanan de gelekî dewlemend e û ji bo hemû derdan derman e. Ji qaşilê wê jî gelek tişt tên çêkirin.
Tenduristiya dil diparêze, pêşî li hucreyên pençeşêrê digire. Yanî hinar cihê antîbiyotîkê digire. Pispor der barê hinarê de dibêjin ku hinar dermanekî gelekî baş e û gotin ku divê ev antîbiyotîka xwezayî ji sifreyan kêm nebe. Li dijî enfeksiyonan laş diparêze û berxwedêriyê zêde dike, enerjiyê dide û westandinê ji holê radike.
ZIVISTANÊ BIXWIN
Zanyaran anî ziman ku der barê fêdeyên hinarê de gelek xebatên zanistî hene û bi taybetî jî di nexweşiyên enfeksiyonê de gelek bi bandor e û gotin ku di mehên zivistanê de ev fêkî divê zêde bê xwarin.
FÊDEYÊN HINARÊ
Heraretê dibire, enerjiyê dide û westandinê dibe, laş, dil, mîde û pidûyan bi hêz dike, dil diparêze, ji bo birînên dev gelekî baş e, pêşî li huncreyên pençeşêrê digire. Di serî de pençeşêra çerm, rê li pençeşêra prostat û hemû cureyên pençeşêrê digire. Asta kolestrola xwînê û tansiyonê dixîne. Rehên ku xetimîne vedike. Bi van taybetiyên xwe pêşî li nexweşiyên wekî dil û rehan digire. Hevsenga şekira xwînê kontrol dike û ji bo nexweşên şekir jî gelekî baş e. Ji bo tenduristiya çerm jî gelekî bi fêde ye û ji bo ketina deng jî gelekî baş e.
Azadiya Welat
Foto: Terra.cl