Penceşêr û 6 zarokên wê nebûn kelem ji bo çêkirina albûmekê

Hozan Helbest
Hozan Helbest

Avesta – Hozan Helbest ku dayika 6 zarokan e albûma xwe ya bi navê ‘Ala Rengîn’ çêkir.

Hozan Helbest diyar kir ku muzîk parçeke jiyana wê ye. Hozan Helbest niha tedawiya pençeşêrê dibîne. Helbest dayika 6 zarokan e û her wiha xebatên xwe yên muzîkê jî wekî berê dimeşîne.  Hunermend Helbest diyar kir ku ligel hemû zehmetiyan nikare bê muzîkê bijî.  Hunermend  Helbest di sala 1963’an de li gundê Xanikê yê  Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye. Helbest ji sala 1979’an heta niha li Almanyayê li Bîelefeldê dijî.

Ozan Helbest der barê muzîkê de axivî û diyar kir ku wê heta niha muzîka klasîk û ya folklorîk kiriye. Helbest wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ji zarokatiya xwe heta niha bi muzîkê re eleqeder dibim. Muzîkê pir bala min dikişand. Lê wê demê ji ber şert û mercên feodal min nekarîbû tiştek bikira. Em malbateke êzîdî bûn.  Eleqeya malabata min jî bi muzîrê hebû. Lê  min cara yekemîn di sala 1995’an de  li Bîelefeldê di Koma Sansar de dest bi muzîkê kir. Bi vê komê re ez derdiketim ser dikî. Heta sala 2001’ê wisa bû. Me zêdetir li dawetan stranên xwe digot. Di nava demê de ev şert û merc jî ji holê rabûn û ez ji komê veqetiyam. Lê min dest ji xebata muzîkê berneda.  Muzîk ji bo min parçeyeke jiyanê ye. Ez bê muzîkê nekarim bijîm.”

DAYIKA 6 ZAROKAN E

Ozan helbest bal kişand ser xebatên xwe û diyar kir ku ew xebatên muzîkê wekî hobiyekê dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo profesyoneliyê divê şert û mercên mirovan baş bin. Ez dayika 6 zarokanim.  Ez nekarim dema xwe bi giştî bi  muzîkê re derbas bikim. Ji bilî vê jî pisgirêkên teknîkî hene. Lê ligel hemû astengiyan ez muzîkê çêdikim.”

EZ LI BER XWE DIDIM’

Hunermend Helbest di sala 2003’an de bi nexweşiya pençeşêrê ket û heta niha jî tedawiya xwe didomîne. Helbest der barê nexweşiya xwe de jî axivî û wiha got: “Gotinek heye dibêjim ku berxwedan jiyana. Ez jî niha berxwe didim.”

‘PIR TIŞT GUHERÎN’

Helbest da zanîn ku  di nava demê de gelek tişt guheriye û bi saya têkoşîna azadiya kurd xwe ji gelek tiştan parastiye. Helbest wiha berdewami kir: “Bi gişti ez bertekên erênî digirim.  Lê ji ber ku ez dayik bûm hin kesan ev cuda ditîd. Lê tu carî ev li rûyê min negotin. Bi taybetî jî hevserê min gelek caran bi van bertekan re rû bi rû diman. Hevserê min tu carî  ji bo min nebû     asteng.”

‘ALA RENGÎN’

Helbest ligel pirsgirêkên xwe yê tenduristiyê navber neda xebatên xwe yê muzîkê û albûma xwe ya bi navê Ala Rengîn çekir. Helbest der barê albûma xwe de wiha got: “Di vê albûma min de keda Koma Zerdeştê Kal û Mamoste Rezzan heye.  Ez bi taybetî ji bo wan spas dikim. Lê ji ber albûma min baş nehat belavkirin, negihişt nava gel. Ji bilî albûmê min du klîb jî kişand.
Klîp dem bi dem di MMC yê de hatin weşandin. Her wiha min di şahî, çalakî û mîhrîcana de jî cih girtiye. Berê tenê radyoya Erîvanê hebû. Niha gelek televîzyon û derfetên me hene.  Lê her hunermendek her stranê dibêje.  Hin kes hene ku bê ked hunerê dikin. Hev û din teklîd dikin.  Her wiha em bi awayekî baş muzîka xwe naparêzin.”

‘ XWEDÎ LÊ DERKEVIN’

Ozan Helbest bal kişand ser muzîka hîp-hopê û  bi lêv kir ku  ev muzîk bandorê li ser ciwanên me dikin û wiha got:
“Êdî ciwan muzîka klasîk guhdarî nakin. Li gorî min dive muzîka hîp-hopê di nava muzîka kurd de cih bigire. Lê divê mirov ji çanda xwe dur nekevin.  Min radyoya Erîvanê zêde guhdarî dikin. Wê demê Meryemxan,  Kawis Axa, Karapete Xaco klam digotin. Zêdetir wan bondor li ser min kir. Daxwazeke min ji ciwanên me heye. Pêwiste xwedî li çanda xwe derkevin. Divê ji rastiya xwe durnekevin. Divê di bin bandora çandên din de nemînin. Derfet zêde ne. Bila ji saziyên me fêydeyê bigirin. Ez wekî jinekê wekê dayikekê bi vî karî re mijul dibim.  Bila jinên me bi hunerê re mijul bibin. Bila xwe ji ferasetên feodal biparêzin.  Beşeke mezin a civakê ji jinan pêk tê. Wekî ku serok Apo jî dibêje heta ku ‘Jin azad nebe dê civak jî azad nebe’.”

Murat Mang / Azadiya Welat

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s