“Xwezî bûyerke weke ya Helebçe dubare an jî sêbare biba”

AVESTA – Serokê tevgera Gorran Noşîrwan Mustefa bi riya nivîseke xwe bi navê “Ji hevalên têkoşînê ta xiyanetbarkirinê” besiv da serok komarê Îraqê û sekreterê YNKê Celal Talabanî derbarê berpirsiyariya komkujiya Helebçe û gelek tiştên din.

Serokê tevgera Gorran di nivîseke berferh tawana talabanî derbarê berpirisyariya komkujiya Helebçe red kiribû û siyaseta talabanî di gelek waran de rexne kiribû.

Noşîrwan di nivîsa xwe de dibêje: Badaxawa têkîlî navbera min û Talabnî gihîştin vê astê, tiştê ku gotibû dikeve warê
tawanbarkirin û xiynetbarkirinê. Mixabin piştî 40 sal ji hevaltî û têkoşîna hevbeş, ji ber ku em wek berê di bin sîwaneke hevbeş naxebtin, li ser me bi zimanê “xiynetbarkirin” bê axaftin.

Noşîrwan Mustefa angaşta sekrterê YNKê Celal Talabanî ku ew tenê berpirsiyarê biryara leşkerî ji bo rizgarkirina bajarê Helebçe re dike. Noşîrwan behsa pirtûkekê bi navê “Trajediya Helebçe di buhara 1988an de” , ku têde navê berpirsiyarê leşkerî yê opersiyonê, berpirsiyarê locîstîk û hemû endamên bîroya siyasî di wê demê de hatine
eşkerekirin. Noşîrwan dibêje ku ev operasiyonên berfereh bê zanyarî û pejrandina serokatiya siyasî, nemzae kesayetiya Talbanî bi xwe, nayên kirin.

Noşîrwan derbarê komkujiya Helebçe dibêje ku Talabanî bê terdud û fedîkirin dema sosret rû dabû gotibû: “Bombebarana kîmyewî ji Helebçeyê re doza Kurdan gihande cihên navnetewî , xwezî
bûyreke ji vê rengî dubare yan jî sê dubare bibe”.

Derbarê opersaiyonên Enfalê, Noşîrwan dinivisîne: Eger mafê kesekî hebe ku behsa operaasiyonên Enfalê bike, divê ku Talabanî behsa vê tiştî nekiriba. Ew baş dizanî ku artêşa Îraqê ber bi Kurdistanê dihat û ji bo ku ji vê agirê gurr xwe xelas bike ew, weke hînbûneke xwe, amadekariya rêwîtiyekê surprez bo Îranê kir, û ji wir çû
welatekî din. Ew venegerya Kurdistanê heya serkeftina Kurdan di serhildana 91an de û rizgarkirina tevahiya xaka Kurdistanê.
Serokê tevgera Gorran didomîne: “Piştî vegera wî û dema serhildana me rastî derbeyekê hat, bêyî ku berxwedan çêbibe û ji mercên navnetwî sûd bê girtin, piştî koçberbûna bi mîlyonan Kurd, Talabanî bi çoş berê xwe dabû Bexdayê û rûyê Seddam maç kiribû, tiştekîcihê şermbûnê bû.
Noşîrwan behsa xebat. kiryar û encamên hatibûn bidesxistin kiribû, nemaze dema mayîna sekreterê YNKê de li derveyî welêt.

Noşîrwan piştî rêzkirina van xebatan dipirse: Ew (Talabanî) çi kiribû?

Avesta / Zinar Ala

Çavkanî: Hawalatî

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s