Na ji darvekirina Eliyê Kîmawî re

Dema Seddam Husên hate girtin ez li Helebê bûm, min ligel gelek hevalan li zanîngehê behsa neçariya darvekirina Seddam kiribû. Wê çagê min digot Seddam zarokatiyek trajîk derbas kiribû, dirûniya (psîkolojiya) wî pir xerab ji ber wê ew bûye mirovekî hov û van kiryarên xerab kirine. Min ji wan re digot ez ti encameke erênî ji kuştina Seddam nabînim, bervajiya vê yekê hemû encam negatîv dibînim:

1) Mafekeî navnetewî ji mafên mirovan tê binpêkirin ew jî standuna jiyana mirovekî ye.

2) Seddam tê kuştin lê ramana şofênîst û nijadperest zindî dimîne. Seddam bû “şehîdek” ji bi mîlyonan Ereb û Musulman, bi hezaran bav navê Seddam li zarokên xwe kirin.

3) Kiryara kuştina Seddam agirê çanda tolhildanê gurr kir û rê li çalakiyên xwekujî vekirin, bi deh hezaran kes bûn qurbanên van çalakiyên heyfvedanê.

4) Kiryara kuştinê ne edalet e, kuştin tundûtujiyê. Darevkirin bi navê edaletê tê kirin û weke kiryarekî baş tê hesbandin. Em çiqasî hicet û sedem ji bo rewakirina kiryara kuştinê bikin, kuştin kuştin e. Bi pejrandina vê hovîtiyê (Darvekirin) em zarokên xwe jî fêrî tundutujiyê dikin. Hiç ne tiştekî tendûrust e ku zarokekî Kurd bê û bêje: “Divê ku ez zilam bê darvekirin ji ber ku ew kujerê Kurdan e”, çanda tolhildanê çandekî prîrmîtîv e.

Tunekirin bi mebesta pêkanîna “Edaletê”

Vîna (îradeya) siyasî ya Dewletên Yekbûyî li Amêrîkayê çira kesk dabû ji bo darvekirina Seddam ji ber rêzgirtina biryara dadgeha Îraqî ji bo pêkanîna “edaletê”, lê li aliyê din jî çavê xwe digre derbarê komkujiyên ku herdem li dijî gelê Felestînê têne kirin.

Li çiyayên Kurdistanê xwîna gelek ciwanên Kurd hate rijandin ji bo çi? ji bo pêkanîna “edaletê”. “Ev li dijî şoreşê derket”, “Ew ji xeta partiyê û serokatiyê derket”, “Ew êdî naxwazê li hemberî dijmin şer bike”, “Êdî bûye xayîn”. Gelek xort û keçên Kurd ji ber hin “çewtiyan” rastî cezaya mirinê hatin. “Kesên wisa ne hêjayî jiyanê ne, divê werin tesfiyekirin, gullebarandin…”. Ev edalet e?!

Baş e, eger ev edalet be?, divê em rêberên Kurd jî pêşkêşî dadgehê bikin ji ber çewtiyên wan yên leşkerî û siyasî ku bûn sedema rijandina xwîna bi deh hezaran kes li ser xaka Kurdistanê.

Em vegerin ser birêz Seddam Husên, dema darvekirina wî ez li Spanya bûm, digel ku min şîrê netewbûnê mijandiye û bi hestên netewî hatime têrkirin. Ez bi kuştina Seddam şok bûm, ango dema min nûçeya darvekirina Seddam xwend, derbikê min ji nehesîna (Unconscious mind) xwe got: Ji bo çi?.

Weke endamekî çalak di Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) em salane çalakiyan li dijî Cezaya Mirinê çêdikin, ji bilî ku ev kiryar prensîbek ji Belavoka Navnetewî ya Mafê Mirovan binpê dike em neçariya vê kiriyarê hovane dibînin, statîstîkên darvekirina mirovan li gelek welatn xuya dikin ku ti kêmbûn di warê kirina gunehan nehate dîtin. Darvekirin, gullebarandin… rê li kirina gunehan nagire, her wiha rê li pêşiya çalakên siyasî û oposîtorên dîktatoran nagire. Vêca ev cezayek bê bandor e.

Amnesty International bê şert û merc li dijî cezaya mirinê ye. Lêborîna navnetwî ji bo cezakirina gunehkaran, li şûna cezaya mirinê, cezaya ebedî weke alternatîv dibîne.

Hêvîdarim ku çewtiya darvekirina Seddam neyê dubarekirin û cezaya darvekirina Elî Hesen El-Mecîd (Eliyê Kîmawî) bê rawestandin, û li şûna wê bi hebsa ebedî bê cezakirin.

Zinar Ala /Madrîd

Advertisements

3 thoughts on “Na ji darvekirina Eliyê Kîmawî re

  1. Ez wek mirovekî kûrd li dijî îdamkirna mirovam e. Û ez di wê baweryê deme kû tû kesê kûrd jî naxwazin kû mirov bên îdam kirin. Lê kû mirov ê ber îdamê ne hovekî mîna Alî kîmyawî be.
    Lewma kû min gotara te xwend wêne yên HELEPÇE hatin ber çaevên min. Ew wêneyên zarokên helepçe kû di himbêza dayêkên jarde. Li ser dev û lêvên wan kefa kîmyawî û bi xwîn. Ma gelo gûnehê wan çibû?

    Ne tenê mirovên helepçe. Ma gelo gûnehê hejal û sewalên helepçe çibû? Kû çûkên beytik di lûsê xwe de tevî çêlîkên xwe hişk bûn.
    Kû pisîk li kolana tevî seha hişk bûn. Ma gelo gûnehê dar û berê helepçe cibû kû hinjî ji bandora kîmya barana Alî kîmyawî ber nagirin.

    Lê ez di wê baweryê deme kû çidibe bera bibe, gelê kurd li dijî îdamkirna mirovan e. Êdî gelê kûrd tolhildanê di felsefa xwe de asas nagirin. Kû Alî kîmyawî bête îdamkirin tû gûnehê kesî nîne. Lewra ew make zagonên îdamê li îraqê afirandin û bi zagonên xwe tên îdamkirin.

    Ez hêvîdarim kû kiryarê îdamê ji Cîhanê rabin û tû kes bi îdamkirna mirova şad ne be.
    Bi hêvya Cîhanekî bê îdam
    Slav û hezkirin

    YUSUF BAĞİ

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s