Standartkirina Navên Dewletan Kengî?

Elmanya lê Almanya?

Îspanya, Spaniya, lê Spanya?

Efganîstan lê Afganistan?

Çîlê lê Şîlê?

Ekuator lê Ekuado?

Brazîl lê Brasîl?

Fransa lê Frense?

Mînak pir in li ser tevliheviya navkirina dewletan li ba nivîskar û rojnamevanên Kurd, em dizanin ku pirsgirêka standartkirin zimanê Kurdî pir gewre ye, belam ewqas zor e ku navê dewletan bêne yekkirin?

Elmanya û Efganistan? di gelek zimana de wisa tên nivîsandin Almanya û Afganistan, lê li cem hinek nivîskar û rojnamevanên Kurd dewlet çawa bilêvdikin wisa jî dinvisînin.

Spanya ku ew wê bi spanî bilêv bikin wiha tê nivîsanin Êspanya (ê=e), lê ji ber ku di wikipedia Kurdî Spanya hatiye nivîsandin û ji ber ku lêvkirina Spanya ji España nêzîk û hêsabntir e, me Spanya veqetand ji bo nivîs û nûçeyên ku em amade dikin.

Malpera Diyarname dewleta Chile dike Şîlê, ji bo çi? me tîpa Ç li ba kurdan tune ye?

Brazîl bi zimanê portugalî wisa tê nivîsandin Brasil, vêca em ji bo çi bikin Brazîl û em nakin Brasîl?

France dikin Frense, ji bo çi ne Fransa?

Ekuador bi gelek zimanan wisa ye, bo çi bi kurdî dikin Ekuator?

Ev tişt jî tenê li ba Kurdan heye, navê dewletekî bi du an jî sê navan tê nivîsandin, gela heya kengî tevlihevî wê bidome?

Her wiha dixwazim ku bal bikîşnim ser bikaranîna navê “Don Quijote” romana herî navdar dî dîroka wêjeya cîhanî de, gelek nivîskar û rojnamevan navlêkirina înglîzî bikartînin ango “Don Kîşot” dinivisînin. Mademkî tîpa “X” di kurdî de heye, ji bo çi weke ku bi Spanî tê bilêvkirin em nanivisînin, di Spanî de dengê tîpa “J” weke dengê tîpa “X” bi kurdî ye, vêca em dikarin binvîsînin “Don Kîxotê” wisa jî bi Spanî tê guhdarkirin.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s