“Fitur” mezintirîn pêşangeha turîzmê li Cîhanê

Her sal di dawiya meha çileya paşîn de li Madrîdê yek ji mezintirîn pêşangehên turîzmê li cîhanê bi navê Fitur tê lidarxistin.

Sedema navdariya vê pêşangehê jî hejmara dewletên ku, ji çar aliyên cîhanê, beşdarî vê çalakiya dibin.

Di van salên dawîn de pêşangeh prestîjeke cîhanî standiye, her dewletek bi dîzayneke balkêş standa xwedixemlîne ji bo bala mêvanên pêşangehê nikşîne ser xwe, gelek şîrketên tûrîzmê yên navnetewî jî beşdarî vê çalakiyê dibin.

Gelek dewlet di standên xwe de berhemên xwarinê yên welatê xwe, wêne, diyarî didin mêvanan û konsetên muzîkê li dar dixin.

Sala bihorî di standa Îranê de stranên Kurdî bi awakî zindî dihatin xwendin, lê kêleka standa Îranê jî standa Suriyê bi cih bûbû, ew jî reqsên Ereban li Suriyê pêşkêş dikir, herdu dewlet bala mêvanan dikşandin ser xwe.

Belam Îsal beşdarbûna wan qels bû, û ti nûkirinek balkêş di standên xwe de çênekiribûn. Li aliyê din Tirkiyê qehwe û çayê belav dikir, gelek kesan li ser dorê disekinîn ji bo vexwraina çayê û fîncanek ji Kurukahveci Mehmet Efendi.

Tiştê ku bala me kişand beşdarbûna Felestînê, bo cara sêyemîn, û nebeşdarbûna Herêma Kurdistanê di vê pêşangehê de, “Fitur” dikare reklameke mezin bide Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina tûrîstan.

Kamîreya AVESTA di nav standên gelek welatan geriya weke Îran, Suriyê, Tirkiyê, Kuba, Kolombya, Ekuador, Nikaragua, Perû, Marooko û gelek wêne û dîmen kişandin.

Li ser wêneyê bitikîne û 40 wêneyan di AVESTA Flickr de temaşe bike.

Avesta /Zinar Ala

VIDYO

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s