Xiyaneta hevserî sedema yekem a zîndankirina jinan e li Kurdistanê

wî xortî re tê, bavê wê ji qehrê, wê dide xortekî xizmê xwe. Soma ku nasnavê keçeke 23 salî ye û niha li girtîgeha çaksazî ya jinan li Hewlêrê ye, wiha di parêznameya xwe dibêje: “Min ji dergistiyê xwe re got ez ji xortekî hez dikim, lê wî got ava rûyî me dirje ez te bernadim, lewma berî dû rojan ji guhastina min, min evîndarê xwe dît.”

Xiyaneta hevserî, sedema yekem a zindankirina jinan e li Kurdistanê. Li gor serjimariya zindana çaksaziya jin û nûciwanan li Hewlêrê niha 54 jin di vê zindanê de ne (17 mehkum û 37 girtî), ku 20 ji wan lisr xiyaneta hevserî hatine zindankirin, ku hukmê wan di navbera 1-7 salan de ye.

Civaknas li zindana çaksaziya jinan li Hewlêrê Aras Ebdulrehman amaje bi wê yekê da ku piraniya jinên tên zindankirin liser xiyaneta hevserî ye. Aras da zanîn ku pirniya jinên rastî xiyaneta hevserî tên, dibêjin: “Sedem ev e jiber ku me bi kêfa xwe mêr nekiriye. Piraniya wan berê peywendiyên wan ên evîndarî hebûn, piştre binemala keçê razî ne bûye li gel kesê jê hez dike mêr bike lewma piştî mêrkirinê jî peywendiyên wan li gel kurê berê maye û ev jî xiyanet e.”

Hinek jinên ku xiyaneta hevserî kirine wek Aras Ebdulrehman di encama lêkolînên xwe yên dirêj li gel jinên girtî kiriye û dibêje: “Ev jin dibêjin mêrên me girîngiyê nadin me, dibe ku mêrên wan jî xiyanetê bikini û guh nedin jinên xwe lewma kurek bi dû peyivan jinijkê razî dike jiber ku valahiya van jinan a ruhî heye. Di pratîkê de, bêhtir mêr xiyaneta hevseriyê dikin, lê ya jinan eşkere dibe.”

Bi baweriya Rêveberê Şopandina Tundûtûjiya dijî Jinan li Hewlêrê Komîser Jîlemo Evdilqadir bêhtir jinên ku zû mêr kirine yan mêrên temen mezin kirine û yan jî bi zorê hatine zewicandin yan jinebî bûne û yan mêrê wan xirab in û kêm diçin mal, xiyanetê dikin: ” Herwiha hinek jin xiyanetê ji mafê xwe dibînin, û dibêjin mêrên me me naberdin lewma em xiyanetê li wan dikin.”

Hersal gelek jin bi sedemê xiyanetkirina li mêrên xwe tên kuştin. Roja 31.10.2009an li bajarokê Xebat, mêrek jina xwe ku navê wê M.M û 27 salî bû û dayika 4 zarokan bû, bi tohmeta xiyaneta hevseriyê kuşt. Binemala mêrê wê jinikê dibêjin kurê wan bi çavên xwe tiştên xirab liser jina xwe dîtine û ev nayê qebûlkirin.

Berê liser peyvekê yan gumaneke biçûk jin dihatin kuştin, lê niha mêr gilînameyan tomar dikin yan jinên xwe telaq didin, ev ji aliyê civaknasan ve wek pêşkeftineke erênî tê wesif kirin. Li gor civaknas Aras Ebdulrehman gelek guherînên di civaka Kurdistanê de çêbûne: “Kuştin pir kêm bûye, hinek mêr hene xwe ji gilînameya dijî jinên xwe paşde kişandine û li wan borîne û beşekî din jî piştî bidawîhatina dadgeha jinên wan, ew berdane.”

Li gor serjimariya zindana çaksaziyê, piraniya jinên xiyanetê dikin jinên ku di temenekî biçûk de hatine zewicandin û temenê wan di navbera 15-20salan e. Wek mînak Ezîme E. ya 26 salî ku dayika 3 zarokan bû, roja 28.05.2009an bi tohmeta xiyanetkirinê liser destê mêrê xwe hat kuştin. Bavê Ezîme xwe wek sedemê tawanê didît jiber wî keça xwe bi zorê dabû mêrkirin, digot: “Bi ti awayan ne razî bû li gel wî mêr bike, lê min bi zorê da, wî çaxî serdema nezaniyê bû.”

Piraniya jinên ku xiyanetê dikin li gel xortên ku berê wan ji wan hez dikirin, dikin. Sîrwan ê 27 salî behsa evîndariya xwe dikir ku piştî hevnaskirineke pênc salî çû xwazgîniya hevala xwe lê bavê keçikê ne razî bû û piştre keça xwe bi zorê da mêrkirin, lewma hê peywendiyên Sîrwan li gel jinikê mane û her dema bixwaze sêksê li gel dike: “Zêde poşman in, herdem dilê min giran e, dizanim min sînor derbas kirine.”

Bo îspatkirina xiyanetkirina jinikekê divê belge hebin, yan mêr bi çavê xwe bibînin yan bi rêya mobile bê eşkerekirin û yan şahid hebin. Aras dibêje: “Bi piranî mêr gilînameyan liser jinên xwe tomar dikin û dibêjin me bi çavê xwe xirabî liser wan dîtine.”

Hinek jinên ku xiyanetê dikin dayikên zarokan in û ev çend sal in mêr kirine, Aras behsa jinekê dike ku ev 19 sal in mêr kiriye û niha jiber xiyaneta hevseriyê mehkum e: “Berê ew xort nas nedikir, lê piştre dibêje wê jê hez kir û dest bi xiyanetê kir.”

Li gor daxwiyaniyên Komîser Jîlemo Evdilqadir ew bi ti awayaî piştîvaniya jinekê nakin ku xiyanetê bike, lê piştîvaniya jinên ku tundûtûjî li dijî wan tê bikaranîn dikin, jiber ti hincet bo xiyanetê tune û tohmetbar tên dadgehkirin: “Ji mafê mêr e gilînameyê tomar bike, bi tenê ger mêrê jinikê lê bibore dadgeh dikare wê azad bike, ger mêr jina xwe berde jî, ti mafên jinên namînin ku ji mêrê xwe werbigre.”

Komîser Jîlemo wiha axifî: “Hinek jin jî hene tên ba me û dibêjin mêrên me xiyanet kirine, lê bi giştî ev rewş kêm in, ne eşkere ye û xwe lê bêdeng dikin.”

Navenda Newa bo pirsgirêkên civakî yên jinan, di roja 18.09.2007an de li Hewlêrê hatiye vekirin, di sê mehên 2007an de, bi giştî 75 jin wergirtiye, di sala 2008an  de jî, 142 jinan berê xwe dane navendê û heta niha 7 jinên ku tohmeta xiyaneta hevserî liser wan hebû, dema ji navendê derketina yekser hatine kuştin.

Bi piranî jinên ku xiyaneta hevseriyê kirine, yan bi vê yekê hatine tohmetkirin, gelek caran belge nebûne û li benda biryara dadgehê dimînin, lê bi kuştinê tên tehdîtkirin lewma berê xwe didin navend û senteran. Civaknas Aras Ebdulrehman dibêje: “Piştî bidawîhatina seza ya wan jî, ji hemû aliyan ve tên gunehbarkirin lewma xwe li Navenda Newa digre. Êdî jinên ku xiyanet kirin dema tên zindanê di cîh de poşmaniya xwe pêşan didin.”

Soran Behaeddîn / Rûdawnet

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s