Avesta – Parêzer û siyasetvana Kolombî Fernanda Valencia soz dabû hilbijêran eger kursiyekê di parlamanê de bi dest bixe wê xwe tazî bike.
Fernanda Valencia ya 42 salî û berê posta cîgerwezîra tûrîzmê girtibû, dixwaza bi vê “reklamê” bala hilbijêran bikîşîne ser xwe.
Ew ji rojnameya El Mundo re gotibû: “Ne pere, ne jî tecrubeya min hene, ji bo ez kampanyekê çêbikim, min ligel dost û şêwirmendên xwe li formekê geriyam ji bo bala hiblbêjran ser namzetiya xwe bikşînim.”
Siyasetvana xweşik didomîne, ne biryarekî hêsan bû, nemaze ji bavê min re ku ew parêzerekî konservador e”, lê hevserê wê bi dil û can piştgirî dide biryara wê.
Li aliyê din jî Juan Manuel Santos, serokê plataforma ku piştgiî dide serokê aktuel yê Kolombiya Álvaro Uribe, dibêje: Xwetazîkirina namzetan baştir e ji kirîna wan ji dengan re”
Eger Fernanda di heyva adarê de hilbijartinên parlamanê qezen bike, wê soza xwe pêk bîne û dê wêneyên tazîbûnê xwe di kovara Soho de biweşîne.