Spasdarî, lêborîn û çend gotinên din

Spasdarî ji bo hemû kesên ku ji demên xwe çend deqe  birandin û şûna xwe di vir de hîştin.

Spas ji bo:

Josef Erdem û Suzana Barmani

Beranê Meletiyê

Ram Shergo

Segvan Xelîl

Rohat Muhammad

Bavê Rudî

Rojîn (رۆژین)

Viyan

Mahmoud Aymo

Pepa Baamonde

İrfan

Silêman Azer

YUSUF BAĞİ

Hêvîdar Zana

Arşev

Kawa Shêxê

Dilbixwîn Dara

Siwar

Selahedin Bayezidi

Hozan Robar

Çeleng Kurdaxî

Ezîz Xemcivîn

Spasiyeke taybetî ji bo profesorê min û Hêvronê Prof. Dr Îsmaîl Şaban ku digel emrê xwe yê mezin xwe westand û emaila pîrozbabiyê ji me re bi rê kir.

Spas ji bo Zeynel Abidîn Han, Husên Hebeş, Leya Hesenpûr û Narîn Şêxê…

Spas  ji bo hemû dost, heval, mervinên min û  yên Hêvronê ku bi riya email, youtube, facebook û telefonê  zewac û ramûsana  me pîroz kirin.

Spas ji bo xaltîk, xal û jinxalê Hêvronê û her wiha spas ji bo malbata Serqotê  ku şahiya dawetê xweş û rengîn kirin.

Di heman demê de em ji hemû dost û merivên xwe ên li Almanya dimînin  lêborînê dixwazin ji ber neçêkirina dawetek ku hemû têde amade bibana, mixabin derfetên aborî ji bo bicihkirina vê dawxazê tune bûn.

Me dikarî dên bikira, yan jî darên zêtûnê rihîn bikrana, ji bo lidarxistina dawetekê bi heft def û heft zirne, belam  me dixwest em mesajekê bidin civaka Kurdî ku dema derfetên aborî li ba du evîndaran tune be, hîç ne problem e, dîsa mirov dikare bi pereyên pir hindik daweteke xweş bike.

Zor bedaxawa li Kurdistanê gelek malbat  ji ber çêkirina dawetên xwevenandinê mala xwe xerab kirin, mal û mewalê  xwe rihîn dikin û piştre  jî difiroşin ji bo vegerandina dênan û peryên fayîz.

Mirovê zengîn û dewlemend dikarin peryên xwe li ser çêkirina dawetan birijînin, lê ji bo mirovên xwedî aboriyeke lewaz  malxerabûn e.

Ku ez li vir behsa xerabiya pergala zewacê li ba kurdan bikim, nivîsa min wê bibe lêkolîn, lê emê çend mînakan bilez bidin ser vê pergalê paşketî.

– Kirîna zêran û firotina wan piştî zewacê ji bo vegerandina dênan, dema firtoinê gelek bihaya zêran dadikeve û xesart çêdibe.

–  Kirîna xeml û xêza bûkê (cihêz) û birina wan ji mala dêbavê bûkê re ta ku bên temaşekirin û ji nû ve rakirina wan ji mala bûkê re. Lêçûnên çûn û hatinê pir dibin û egera şikandina tiştekî ji cihêza bûkê (televîzyon, sekreton, makîneya cilşiştinê…hwd) jî heye.

– Şikandina fîncanê qehwê li pêşia bûk û zave, hilpikandina kirîfekî li hemberî bûkê û lêxistina defê li pêş zave ji bo standina pereyan ….hwd, zave jî herdem amade ye ji bo rijandina pereyan ji bo vir û wir.

Zave ka lêçûnên wênekêş bide…

Zave ka lêçnên kamîramevan bide…

Zave ka lêçûnên gulçêker bide…

Zave ka lêçûnên şofêrê erbeya bûkê û erbeyên din bide…

Zave ka û ka……

Li ser van derd û kulan, piştî mala zave tê wêrankirin, hîn tên û ji zave re distrên:

De zave zave zave…mal şên û malik ava  �

Ji malbatên xwedî derfetên teng re dibêjin rê li pêşiya evîndara hêsan bikin, şert û mercên giran nexwazin, mala xwe bi çêkirina dawetên buha xerab nekin. Ne bêjin ku mirov çend caran dizewice û hemû pereyên xwe di rojekê de birjînin. Dema piştî zewacê jî heye, ji bo wê jî nan gerek e.

Advertisements

One thought on “Spasdarî, lêborîn û çend gotinên din

  1. Şîrove
    Josef erdem U Suzana Barmani
    Zewaca we Piroz be!
    Em gelek kef xwesbun bi zewaca u We Piroz dikin.
    Josef erdem
    Suzana Barmani
    Swed
    24 Sibat 2010 Çarşem Saat 23:02
    Beranê Meletiyê
    Shekerim, heyatim ez we pîroz dikim haaa!
    Wey weyyy, kekê me Zinar jî ji dest me chu law. Welle qerdashim aniha ev qet chê nebu dînime îmanime. Yaw sayin kek Zinar hahooo, yaw shekerim te qet ji me ra negot, simbêl u rihên hewrîshîmî birrî u ha wilo ketî nav tenura zewacê cîgerim. Li ser bextê înterneta kafir be, tê gotin ku te bi kecheke xelîs muxlîs kurd ra wêneyên qirase kishandiye u îmana dijminên milletê kurd yên êsrarkêsh tew kiriye shorba nîskê heyatim. Haaa ji bîr neke, di serî da divê hun shorba nîskê ya Lotikxanê bixwin, oley?
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 22:44
    Ram Shergo
    Pîrozbahî !!
    Herdu hevalên hêja !

    Ez ji ozê dil zewaciya we pîroz dikim û hêvîdarim ku ciyana we bi shahî û azadiyê bidomîne !!
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 20:49
    Segvan Xelîl
    pîrozbahî
    birayê hêja zinar xuşka delal hevron
    ji dil e pîrozbahiyên gerim li we dikim
    xudan evîna we di hênkaya xwe de veşêre
    hêja evîna dirêj di encam de şûkirdin be
    em li bendî çivîkê we ne
    S,X
    Beyrût
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 20:28
    Rohat Muhammad
    Piroz be ji Dil
    Dear Zinaz and Hevron,

    first of all i want to say congratulation, and honestly when i read the title of the article and before even reading or seeing the photos, i was praying that you are together, i know that you were born for each other, you can make your future together.

    congratz again and again.

    Piroz be u ez hevi dikim win demin xweis win behavra bibinen

    Rohat Muhammad
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 18:39
    Bavê Rudi
    zewaca bi dizî
    Ezê ji were bijîm pîroz lê na heqe ewqas meryête li vir hebin tu xeberê na dê kesî,u tu herê bi dizî bizewcê, ma tu tistek eyb dike.
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 16:34
    رۆژین-
    هه‌ر پیرۆزبێت
    جاره‌ک تر پیرۆز ده‌که‌م
    هیوادارم ژیانتان به‌خۆشی به‌گوزدرێت
    به‌راستی له‌پاش ئه‌وچه‌ند سال
    ئێوه‌ ده‌توانیبووت سه‌رکه‌وتن به‌ده‌ست بهێنن
    خۆشه‌ویستی ئێوه‌
    هێما و نیشانه‌یێک بۆ سه‌رکه‌تنی ئه‌وین
    ئێمه ‌زۆر دلخۆشن به‌م دیمه‌نه‌ شێرین و جوان
    له‌گه‌ل رێزمان
    رۆژین-هۆزان-نیما
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 12:36
    viyan
    pîroz be
    pîroz be Hevron bi hêviya kû hun jiyanek xwesh û direj bi hev re derbas bikin.
    1000 carî pirozbe.
    gelek silav
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 12:15
    Mahmoud Aymo
    Piroz be
    Estoy tan feliz de escuchar esta gran noticia … los dos son grandes amantes que cometieron a sí mismo por este gran amor … deseo una muy feliz por el resto de sus vidas con muchos hijos y hijas ……
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 12:01
    Pepa Baamonde
    Felicidades
    Me alegro de verte tan contento, celebrando tu boda.
    Os deseo que esta alegría dure para siempre.
    Un abrazo.
    Pepa
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 11:38
    irfan
    FELICIDADES
    Os felicito con toda mi corazon y os epero muy pronto a Estambul por la luna miel. Sabeis que teneis un amigo en Estambul.
    We ji dil piroz dikim.
    İrfan.
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 11:36
    Siwar
    consejo
    la proxima vez cuando besas no mires a la camera para sea mas romantico … Ok lunaaa ,,
    Silav ji te ra ú ji hévronéraaa
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 11:19
    silêman azer
    p’roz be
    pîroz be zewaca we û bihêvîme ku win temenekî dirêj bi hev re derbasbikin û mala xwedê hezar carî ava ku win li derveyî welat zewicîn û nexasim ew ramîsana we heger win li vir ba bê guman bobelatek bû ji ber ev demeke dilê min û çend hevalan ji hev maye ji bo dîlana bûkeke kurd di daweta wê de vêce heger maçkirin jî heba meyî hev xwînî bikira
    careke dî hezar carî pîroz be
    22 Sibat 2010 Duşem Saat 00:37
    YUSUF BAĞİ
    PİRUZ BE
    Wey gelekî piroz be. Hevalê Zınar
    Xwedê we li gel hev bi diliki xweş u temeneki diéj kal û pîr bike.
    ji dil we herduwa piroz dikim.
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 23:46
    Hêvîdar Zana
    Felicidades Hîvron y Zinar
    Que os améis sin obstáculos y que ese amor sea fuente de eternidad.
    Hêvî dikim hezkirina we û hevaltiya we temendirêj be! Em li hêviya hatina we ne, ji bîr nekin!
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 23:09
    Arşev
    jiyanek xweş ji bo we
    Zewac destpêka qonaxeke nû di jiyana mirovî de ye. Jiyanek tije hezkirin û wek kurd dibêjin �xwedê te bi bavê heft keç û heft kuran ke�. yanî 14. ji dil pîroz be.
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 20:03
    Kawa Shêxê
    pîroz be Hêvron
    Silav û pîrozbahiyên xwe ji we herdwan re rê dikim û bi taybet ji Hêvrona re, ji ber ku ew Endama Koma me ya şano ye û li ser navê hemû endamên koma ASO ya şano em ji dil û can we pîroz dikin… ser xêrê be…
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 19:54
    Dilbixwîn Dara
    Pîroz be!
    Delalno, Hêvron û Zinar, zewaca we pîroz be. Bi hêviya ku hûn jiyaneke xwe û bi kêf ligel hev derbas bikin. Xeman nexwe Zinar, bila rih û simbêl bi qarbanê evîna we bin!!!
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 18:08
    Siwar
    Jiyanik xwes
    píroz be xulo , hevídarim ka jiyané te bi$kavé …. silav ji españa , S & A
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 17:39
    Selahedin Bayezidi
    Piroze
    Silaw kak Zinar. Be boney hawsergirit le gell xatu Hêvron ciwantirin pirozbayit araste dekem. hiwadarim shan be shani yek u bextewer bijin.
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 17:23
    Hozan Robar
    Pîroz be
    ji koka dil
    ji kûrahiya damran
    ez ramûsana we pîroz dikim
    bi hêvî me, ev ramûsan hemû kul û derdên berê bi bîrkirin bide
    asoyek nû ji we herdu kevokên azadiyê ra veke
    her û her pîroz
    li gel ramûsek Kurdî
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 16:35
    Çeleng Kurdaxî
    milyonek pîroz
    wey ser xêrê be hezar carî pîroz û bimbarek be hevalên delal Zinar û Hêvron , li dawî evîndarî serket , her bijî evîna we bo jiyaneke dirêj bi kêf û xwaşî û şadî..
    eger em ser van herdû kevokan bizxivin em dibêjin bi rastî evîn sînoran nizane , dîsa hezer pîroz û bimbarek be…
    hevalê we ji Helebê
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 16:27
    Ezîz Xemcivîn
    Pîroz be
    Hevalê Zinar û xushka Hêvron we pîroz dikim.
    kêfa min pir hat, bi rastî evînî pir xweş e
    dema sinbêlan jî çû loooooooooooooooo

    silav
    21 Sibat 2010 Yekşem Saat 16:16

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s