
Di bin slogana “Jin Jiyan e Jiyanê Nekujin” 150 jinên Kurd li hev civiyan û bi coşeke mezin 8ê adarê ( Cejna Navnetwî ya Jinê) pîroz kirin.
Programa şahiyê di demjimêr 14.00 despêkir, Şervîn Kobanî bi rihekî kurdperwerî pêşkêşvaniya çalakiyê dikir. Di destpêkê de jinan derdorê saetekê li ber stranên gelêrî bazdana xwe dikirin.
Piştî xwendina sirûda netewî, du jinên Kurd, bi cilên Kurdî, rola pêşkêşvaniyê standin û bi qerf û henekî behsa nenaskirina zarokên Kurd ji zimanê xwe re, piştre grûpa zarokan pêşkêşkirin, zarok derketin ser sehnê û strana nemir Mihemed Şêxo “Ez keçim Keça Kurdan im” xwendin.
Piştre dengbêj Mizgîn stranên xweş ji folklora Kurdî xwendin û dîsa govenda jinan xweş geriya.
Dûvre endamên Koma bazdanê cihê xwe li ser sehnê girtin. Koma ku ji keç û xortan pêk dihat gelek reqsên xweş û curbecur pêşkêşkirin û şahiyê bi reqs û cilên xwe geş kiribûn.
Di nava programa şahiyê de vîzyonek ji amadekariya Şervîn Kobanî hate weşandin, di vîzyon de wêneyên jina siyasetmedar, hunermend, têkoşer û karker li ber dengê Aynurê dihatin weşandin.
Paş wê hemû mêvanên şahiyê ji bo xwarinê hatin vexwendin, her jinek xwarinek bi xwe re anîbû, xwarinên kurdî yên curbecur hatibûn amadekirin, mirov dikarî ji her cureyekî tiştekî tam bikira.
Her wiha para pêşkirkekê hebû, Şervîn û Hiyam (ji komîteya organîzekirinê) pêşbêrk bi rêve dibirin, gelek pirsên balkêş ku girêdayî jinan dihatin kirin wek mînak: Diya Ehmedê Xanê kî bû?
Piştî wê Stranbêj Sureye ligel grûpeke ji keçekên xweşik û dengbêjekî Pop Şêro derketin ser sehneyên û stranên folklorî bi awakî nûjen û cuda xwendin, govenda jinan bi coşeke mezin li dor Sureya û grûpa pê re digeriya.

Di dawî de rojnamevan Zinar Ala, ku vê çalakiyê dişopand, ji bo sehneyê hate vexwendin û çend stranên gelêrî xwendin.
* Şahî ji aliyê Mala Kurdan li Bonnê hate fînansekirin.
* Komîteya amdekar: Hiyam, dengbêj Mizgîn û Şervîn Kobanî.
* Dozankirina dengan û amûrên mûzîkê: Selah Metîno
* Orgvan: Mistefa
* Tembûrvan: Îmad
Çend Tîbînî:
– Dema despêkirina programê saet 13.00, belam program di saet 14.00 despêkir.
– Govenda pêşîn li ber stranên dengbêjên dawetan hate gernadin, di vê rojê de diviyabû ku stranên hunermendên jin hîn bihatina guhdarkirin û naskirin.
– Salon hinekî biçûk bû, çend zilam di şahiyê de amadebûn, di nav wan de Mela Fayêq Dilo (Kevneserokê herketa Îslamî li Kurdistanê) hebû, ama li derveyê salonê diman û ji derveyî deriyê salonê li programa şahiyê temaşe dikirin.
– Em rastî jineke Alman di vê şahiyê de nehatain
Avesta bi kameraya xwe beşdarî şahiyê bû û ji we re ev vîdyo û foto amade kirin.
AVESTA – Zinar Ala
Ji bo temaşekirin wêneyên din li wêneyê bitikîne.
![]() |
JİN GULİN U GUL EWUN
Kû nefel û rîhan hebin
Nêrgiz û beybûn ewûn
Kû gûlekî narîn hebe
Dayika dil soz ewe
Kû baxê gûla hebe
Baqên sor gûla ewûn
Li Cîhan yarek hebe
Ronî ya çaeva ewûn
Kû çîrok û roman heben
Evîn û leheng ewûn
Kû jîn û jîyan hebe
Ava jîyanê ewûn
Kû axîn û nalîn hebe
Rindikên çaeva ewûn
Kû govend û şahî hebe
şahî û dîlan ewûn
Li Cîhan evîn hebe
Dayîkên dil soz ewûn
Şekir ên nebat hebe
Hûngûvên şahna ewûn
Komal û şahî hebe
Gûla civatê ewûn
Kû zar û ziman hebe
Mamosta malê ewûn
Kû tûnd û zilmî hebe
Qede ya salê ewûn
Kû malxûyê malê hebin
Sûtûna malê ewûn
***************
8 tê adarê li tevayê jinên Cîhanê û bi taybet li jina kûrd pîrozbe
YUSUF BAĞİ
Spas hevalê Yusuf, destên we 1000 carî sax bin.
Silav û hezkirin ji Bonnê.
Zinar