“Bijî Kurdistan” û pêlava li dijî Erdogan

Avesta – Avêtina Pêlavê ji aliyê xortê Kurd Hokman Cuma li dijî Erdogan çawa bû?. Medya Spanî çawa buyer şopand? Kurd avêtina pêlavê çawa dinirxînin?

Weke tê zanîn di meha bihorî de xortekî  Kurd ji rojavaya baûşrê Kurdistanê bi navê Hokman Cuma (27 salî) pêlava xwe avête Erdogan, pêlav bi hêz hatibû avêtin lê rêya xwe şaşkiribû…

Avêtina solê dengekî mezin li cîhanê dabû, nemaze medya Spanî, peyvên weke Kurd û Kurdistan di sernivîsên nûçe, gotar û raporên rojname û televîzyonan tijî kiribûn. Hokman Cuma pirsa Kurd û Kurdistanê xiste nav rojeveya Spanya.

Gelek Spanî piştgiriya wî kirin û ji bo Azadiya wî kampanyekê li Facebookê vekirin. Hinek lom û gazincan ji Hokman kiribûn ji ber ku nizanîbû baş nişan bikira.

Medya Spanî nivîsandibû ku daxwaza wî ji  bo wergirtina mafê penaberiyê hatibû redkirin, lê Hokman Cuma ne bêkaxes bû, ew rûniştvanê bajarê Sevilla bû û karê wî jî hebû.

Di nûçeyên rojnameyên Spanî de derbarê avêtina solê gelek versiyon hebûn,  medya nivîsandibû  ku ew sola xwe avête Erdogan bela sol li erdê yan jî li erebeyê ketibû, Hokman bi spanî qîriyabû “Bijî Kurdistan”, “Azadî ji bo Kurdistan” gotibû.

Me îro vîdyoya televîzyona Spanî peyda kir, piştî ku xortê Kurd  solê xwe yê reş û numre 44  avêtibû Erdogan, sol li ser serê serokwezîrê Tirk diçe û bi hêz li rûyê zêrevanê wî dikeve.

Li gorî vîdyoya televîzyona Spanî dema polîs Hokman li erdê dirêj dike û destê wî kelepçe dike, Hokman bang dike: Viva Kurdo, Viva Kurdistan ( Bijî Kurd, Bijî Kurdistan).

Hokman Cuma  ji ber avêtina solê niha di zindanê de dimîne, parêzerê wî azadiya bi şert jê re xwest, lê dadgera Spanî ev dawxaz redkiribû bi hiceta ku ew dikare ji edaletê bireve.

Rojnamevan  û çalakê mafê mirovan Zinar Ala derbarê vê buyerê nivîsek bi spanî weşandibû, sernivîsa gotarê wiha bû:

Avêtina solekê “baştir e” ji 1000 xwepêşandan

Li ser  bûyera avêtina solê li dijî Erdoga û rewşa pirsa Kurdî li cîhanî, îro Radyoya Netewî ya Spanya  hevpeyvînek ligel berpirsiyarekî PDKê li Spanya Karlos Kurdî û Rojnamevan Zinar Ala weşand, emê di demeke nêzîk de nûçeyekê derbarê vê hevpeyvînê biweşînin.

Gelo Kurd avêtina pêlavê çawa dinirxînin?

Gelo çi rê û metod hene ji bo têxistina pirsa Kurdî di nav rojeveya cîhanî de?

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s