Trajediya şeş kesên kêmendam di malbateke Kurd de (Foto)

Berî derdorê 35 salan Elî Fayiq ji navçeya Mabetan / Kurdax (80 km rojavayê Helebê) ligel meriveke xwe dizewice û  zarokekî bi navê Husên tînin, Husên  28 sal in li ser kursiyê kêmendaman dijî, Husên bi dijwarî  heya şeş saliya xwe li ser lingên xwe dimeşî.

Dayîka Husên di sala 1980î zarokeke din tîne, nav lê dikin Fatma, Fatma jî wek birayê xwe Husên bi heman nexweşiyê dikeve, nexweşiya  “rawestandina mêjî” a ku  bandora xwe li livandina lingan dike û hêdî hêdî  bêhêz dike.

Piştî Fatma zarokeke din bi navê Sultanê  di sala 1985an de ji dayîk dibe, piştre di 1989an de Stêrvan, di sala 1992an de Şêran û di dawî de di sala 1995an  Xedîce  ji dayîk dibin  û hemû bi heman nexweşiyê dikevin.

Comerd Moso, cînarê malbata bavê Husên li gundê mabetan, li ser rewşa malbatê wiha axivî: “Min rewşa malbatê ji wezîfedarên dewletê şîrove kir, lê kesekî guh neda min”

Comerd wiha dom dike: “Di mewsima çinandina  zêtûnan bav û dayîk  kar dikin ji bo peydakirina zêtê ji malbatê re. Cînarekî ji bavê Husên re çend mîh kirîbûn ji bo çêrandinê û  berhemên van mîhan ji şîr û mast  bi nîvî bi hevre par dikin”.

Comerd wiha dirame: Tekane tişt  ku vê malabtê zindî dihêle mayîna wan di gund de, ji ber ku hemû malbat trajediya wan dizanin û alî wan dikin, eger li bajêr jiyabana  jiyana wan wê bûbûya dojeh.

Dayîka reben jî dibêje ku tenê Stêrvan dikare hinekî alî wê bike.

Halê Bavê Husên wek halê gelek Kurdên belengaz li Çiyayê Kurmênc, ku êdî bê milk û dar mane, dibêje: “Meaşa min  tune ye çend mîhan diçêrînim û em ji îşr û mastê wê dixwin, zarokên me jî nikarin ti karî bikin, ne dar, ne erd ne jî zêtunên me hene”.

Ji hêleke dewlet ji hêla din jî irf û adet

Alîkariya dewletê ji bo kesên kêmendam “hene”, lê  gendeliya berpirsiyana û xerabiya destgehên civakî li Suriyê  dihêle ku tiştekî negihêje  malbatên kêmendaman.

Digel ku Kurdên gundê Mabetan  Elewî ne, ango li ser mezheba serokê Suriyê têne hesêb, lê ev tişt  alî malbata bavê Husên nekir ku alîkariyeke bistîne ji bo şeş zarokên xwe.

Serokê Suriyê Beşar Elesed û hevsera wî  Esma Elesed herdem diçin  serdana destgehên dewletê yên ku kêmendaman xwedî dike û wêneyan ligel wan dikşînin. Van  serdanên ku tenê kirin tenê ji bo çêkirina nûçeyan di  televîzyon û rojnameyan de, ji bo paqijkirina wêneya negatîv ya deshilata Suriyê di nav civakê de. Ji bo nîşankirina ku sedema xerabiya rewşa van malbatan ne serokê deshilatê ye, lê belê  berpirsiyrên xerab ku heya qirtikên xwe di gendeliyê de ne.

Digel ku gelek xort û keçan ji gundê mabetan bi keç û xortên derveyî gundê xwe zewicîn, lê gelek malbat jî hene  tenê dixwazin ku zewaca keç û lawên xwe di nav xelkê gund de bimîne, metelokek li ba xelkê mabetan heye dibêje: “Xerîb bû ker, cilê xwe çeneke ser” ango zewaca bi kesên derveyî gund re pir xerab e.

Ne tenê malbata bavê Husên di vî rewşî de ye, li ba gelek malbatan ji vê gundî zarokên kêmendam hene. Sedema vê yekê jî li gorî bijîşkan zewaca nav merivan e.

Amadekirin: Zinar Ala

Çavkanî û Wêne: Syria-news.com

Advertisements

One thought on “Trajediya şeş kesên kêmendam di malbateke Kurd de (Foto)

  1. ZEWACA ŞAŞ U XETERE

    Zevaca li nav dû malbatên xizmên hev xetera herî mezine?
    Li kûrdîstanê ez bûn şahidê gelek malbatê kû mîna Alî fayik bi xizmên xwere zawac pêk anîne. Mîna hesenê şêxanî kû bi kîza apê xwe re zewicî bû bavê heft zaroka her heft zarokên wî jî piştî heft salya xwe bi herdû çaevên xwe kor bûn. Anha di melbata hesen de heft zarokên bi herdû cava kor hene.
    Mîna seydoyê merzeqî kû bi hemen zewacê zewûci û zarokên wi kin û li erdê man.
    Ez dikarim bi seda minakên wûsa bidim û min di pirtûka xwe ya binavê MARDİN DE ODA KÜLTÜRÜ ez bi berfirehî li ser zewaca qîza apê qîza metê qîza xaltîkê û her kesê kû ji hemen malbatê û ji hemen xwînê be sekinîm?
    Lê sed mixabin ku hîn jî li kûrdîstanê zewaca bi vê trajidîyê didom e. İro tû here kîjan gûndê kûrdistanê bi deha zarokên kû jiber vê şaşitîya seqat mene hene. Lê hêjî heyra pismama û ketina riya dûtmamê didome.
    Spas jibo wan nûçeyên balkêş.
    Kûrdê ciwan/Yusuf baği

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s