Kurdistana Goncaw .. Têkoşîn bo Dewletbûnê..


Wergerandin: Çeleng Kurdaxî

Kurdistana goncaw: têkoşîn bo dewletbûnê (A Potential Kurdistan: The Quest for Statehood), ev navnîşana lêkolîneka di dawiya sala 2009‘an da ji navenda Emarat bo xwendin û lêkolînên stratîcik (The Emirates Center for Strategic Studies and Research) derket, lêkolîn ji aliyê lêkolînera Amerîkî Janet Klein bi zimanê Înglîzî hatiye danan, puxte û naveroka vê lêkolînê em ê li xêzên jêr da weku hatiye bo xwendevanan biwergirînin zimanê Kurdî.

Puxte

Navê Kurdistan xwedî dirokeka seyr û dirêj e, belam ta sedsala 20’an ev nav nebûye xwedî wateyeka siyasî û şayanî danûstandinê, nemaze piştî hilweşîna empratoriya Osmanî û derketina dewletinayên ku Kurdistan (welatê Kurdan) di nava sînorên xwe yên nû hatin peyda kirin da hîştin.

Lê belê roja me ya îro da dîsa ev nav rastî bayexpêdanê tê, çunku ev nav êdî ne tenê nîşana têgîneka cuxrafî yan xewneka neteweyî ye, belam ew navê heyîneka siyasî li bakûrê Îraqê ye ku gelek taybetmendiyên dewletbûnê tê da têne dîtin, lê bi rastî ew ne dewlet e, herêma Kurdaistana Îraqê (HKÎ) xwedî rewşeka seyr e ew weku dewlet xuya dike, reftara wê weku dewletan ne, belam ji aliyê civaka navnetewî va ew weku dewlet nahê pejrandin.

Hebûna “kanîna dewletê” niha li cem (HKÎ) ew encama pirojeya avakirina dewletê ye, yê ku berî dû dehsalan destpêkir bû, lê ew li cihekî di nava dewlet û nedewletê da dimîne, gelo ev pêvajoya çêkirina cureyeka cîgir ji dewletê ra ye?

Pirsa han ne tenê hikumetên Îraq, Turkiye, Îran û Sûriya – car dewletên sereke ku hemê 30 milyonên Kurd tê da ne, yên ku ji xwe re dibêjin netewa bê dewlet –mandû kirin belam hemû cîhan mandû kir.

Pirsên mezin yên bi awayekî zelal di mêjiyê gelek kesan da ne ev in:

· Kurd çi dixwazin?

· Ew li bakûrê Îraqê çi avadikin?

· Kurdistan weku dewleteka serbixwe ê çon xuya bike?

· Gelo serxwebûn armanca Kurdan ne?

· Egre Kurdistana Îraqê ji Îraqê cihê bû, çi wateya wê dê hebe bo Kurdên derve sînorên wê (Kurdistana Îraqê)?

· Li deverên Îraqê yên dî, çi dê biqewme?

Bê guman evane pirsina girîng in, û gelek bersivên hişmend di çend salên dawî da jêra hebûn

Tevî vê yekê tiştê herî girîng ew e, hikumeta herêma Kurdistanê çon bangeşeya (propegende) pirojeya xwe ya bêhafte bo avakirina dewletê ji dewletên cîhanê ra dike, bo dest xistina danpênan (çespandin) û piştgiriya navnetewî jibo vê pirojeyê.

Ev rûpel bangeşeya aşkere kirinê ya ku hikumeta herêma Kurdistanê pê radibe, ne tenê bi riyên dîplomasî yên naskirî (anweku naskirî), belam bi riya internet û pêşxistina “bangeşeya neteweyî” karin jêra bêjin, şîrove dike.

Ev aliyê bicîanînî bo avakirina dewletê (bi awayekî tîpane rola dewletê dilîze taku salariyê bibangeşe) dibe ku nûnertiya beşên nû û kevin di dîroka tevgerên neteweyî da dike, belam ev beş ji aliyê bîrdozî va hîn bi awayekî gîştî çênebûye, ev rûpel li pirsgirêka Kurdistana goncaw (ya çaveriwan) bi çavekî şîrovekerî nû dinêre, her wiha xebata sar û zehmet bo dest xistina salariyê û nimayişên “weku dîplomasî” şanî me dike, çunku ewane hêzina afrîner in ku bangeşeya zoranbaziyan li civaka navneteweyî da dikin.

Naverok

· Pêşek.

· Dewleta neteweyî ber bi kû da?

· Piştîneyeka dîrokî.

· Bazar xistina Kurdistanê “weku Îraqeka dî”.

· Kurdistana goncaw û şiyana Kurdistanê.

· Nasnameya Kurdistanî?

· Sînaryona goncaw bo salariya Kurdistanê.

· Şiyanên Kurdistanê.

· Kotahî.

· Têbînî.

· Beblografî.

· Li ser daner.

Jêder: http://www.ecssr.com/ECSSR_Index_en/

Advertisements

One thought on “Kurdistana Goncaw .. Têkoşîn bo Dewletbûnê..

  1. hiç gülceğim yoktu ne kadar hayalperescisiniz sizler lan nasıl anlamıyosunuz anlamış değilim dünyada kazanılmaz dedikleri bütün savaşları kazanmış bir milletin evlatları bir çanakkale bir kurtuluş savaşına katılmış dedelirimiz ninelerimizin torunları olarak bizler size TOPRAKLARIMIZI KAPTIRMAYIZ geçmişte yaptığımızı yine yaparız.

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s