Netewa herî mezin bê dewlet li cîhanê ji 50 mîlyon Kurd pêk tê

Avesta – Radyoya Netweî ya Spanya ligel berpirsiyarê PDKê li Spanya û Portugal Carlos Kurdî Gravî û rojnamevan Zinar Ala hevpeyvînekê derbarê Kurdan çêkir.


Di despêka reportajê de bêjerê Radyoya Netewî ya  Spanya (RNE) dibêje: Netewa herî mezin bê dewlet li cîhanê  ji 50 mîlyon kurd pêk tê, di nav çar welatan de perçe bûye, û niha têdikoşin tenê ta ku nansmaeya wan bê rêzgirtin.

Piştre  herdu mêvanên Programa sedsala XXI  xwe pêşkêş dikin û nerîna xwe derbaerê avêtina solê li dijî Erdogan diyar dikin.

Zinar Ala: Avêtina solê mesajek ji serok dewletên ku mafên gelê Kurd binpê dikin ku em nikarin ji we re tiştekî bikin li Suriyê, Tirkiyê.., lê li vir em dikarin bîr û baweriya xwe nîşan bidin, ez avêtina solê weke kiryarekî  xerab dibînim, lê dema ciwanê Kurd bang dikir  Bijî Kurdistan an jî Azadî ji Kurdistanê  re, zêrevanê  Serokwezîrê Tirkiyê li pêşiya çavên polîsê Spanî devê wî girtibû, ev kiryarekî  pir pir xerab e.

Karlos Kurdî Gravî, nûnerê Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Spanya û Portugal, û nunerê bê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê li  ba Yekîtiya Europa li Brukselê gotibû:

Kiryara vê xortî dibe ku bin bandora heycanê hatibe kirin lê bi heyecanê, pirsgirêk çareser nabin, divê ku em teqlîdî kiryarên  xelkên din nekin, Erdogn ne hêjayî avêtina solê bû, ew tekane kes ku tiştan dilivîne ji bo başiya kurdan, bikaribe an jî nekaribe, bi lezî an jî ne bi lezî, ev tiştekî din e.

Reportaja Radyoya navnetwî ya Spanî Radio 3 derdorê pênc xulekan dirêj kiribû, gelek tişt hatin gotin derbarê Kurd û Kurdistanê.

Endamê Rêxistina Amnesy International li Spanya Zinar Ala ji radyo re behsa binpêkirina mafên kurdan li Tirkiyê, Îran, nemaze li Suriyê�

Ji aliyê xwe ve Nunerê PDKê li Spanya û Portugalê Carlos Kurdî behsa komkujiyên ku hatibûn ser serê gelê Kurd, behsa tecrubeya Herêma başûrê Kurdistanê kir û her wiha behsa xewna Kurdan derbarê hebûneke dewleteke Kurdî kir.

Di  formata dengê de, reportaj di xuleka 29.30 destpê dike.

Deng

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s