Kurtejîna Sevê Evîn Çîçek

Navê min Sevê Evîn Çîçek e

Ez li sala 1961’an li herêma Q(k)oçgîrî’yê ji dayîk bûme. Yanê rojava Dêrsim. Di dema Komara Tirkan de herêm ser bajaran hatiye belav kirin. Bajarên Sêwaz (Sewastia-Sevasmos), Erzingan û Argyropolis (Gumusxane), Dêrsimî ne. Navê heremê bi Kurmancî Çît e. Tirkan kirine “İmranli”. Em ji navçeya Çîtê ra dibênê Macîran. Paşayê Emperatorîya Osmanîyan(Romî) Abdulhamit II. Macîrên Kafkasya li vira bi cîh kirine. Erdê kurmancan dane wan. Loma nav bûye Macîran.

Navê  gundê min Çîman e. Gundê min pişta xwe daye Çiyayê Çengeliyê. Ew çiya seba Kurmancên herêmê pîroz û bimbarek e. Serî de, 40 çaviyan de av dikele-diherike. Kurmancên ku baweriya berîya ola Zerdeşt takîb dikin nav demê de, hin guhertin jî li baweriyên wan çêbûne, niyazên xwe li vî çiyayî dikin. Hemû dicivin û gora bawerîya xwe pêwîstiyan pêk tînin. Ez di zaroktiya xwe de tevlî niyazên vî çiyayî bûme.

Li herêmê  çavikên avan, dar, çiya, kevirên gir, marê reş, pezkûvî pîroz in. Kes nikare xwe tev li marê reş, yan pezkûvîyan bike. Kurmanc naçin ciyên biyanî. Bawerîyên biyanî, yên netewên din qet qebûl nakin, nêzikî wan nabin. Sedan sed edetên toreyên berîya hezar salan dişopînin. Bi teybetî li zivistanê, di meha Adarê de bi kombunan, komikî civatên xwe girê didin. Hersê Heftmal royên pir girîng in.

Osmanîyan xwestibûn weku hemî herêmên din vê heremê jî bikin Muhamedî, xwe ra girêbidin. Loma pir zêde xwînê dirijînin, eşîrên-êlên kurmanc sirgûn dikirin.  Loma “Alî” yê ereban bûye berruya (maskeyê) kurmancên vê heremê. Şuna Xizirê Kal’da niha hin kes bang “Alî” dikin. “Ya Xizirê Kal” biye “ya Alî” Kurmancên vê heremê ne Erabî ne jî Kur’an ê qet fêmnakin. Sureta “Yasiné”hin kesên ku bûne xoce dixwînin. Osmanîyan dema netew jmartine behsa netewa kurmancan nekirine. Ser xetanda (kaxezan) da gotine “Misilman”. Kurmancên vê herêmê ku eleqa wan bi Mihemedîtîyê tune bû, wekî “Musulman” nivisandine. Îro jî ser hemî nasnameyên xelkên vê herêmê “ol = Îslam ”, “netew=Turk”  tê nivisandin. Kesên ku teybetîyên herêmê nizanin dibên rast ew kes Mihemedî ne, kurmanc jî nînin. Ew sedan sed kurmancin, weku bawerî jî agirperestin. Bin zorê tirsê da xa xevdikin-vêdişêrin.

Kemalîstan herêm bi qirkirina-jenosîda di 1921an de alê aborî da mahv kirine. Xelayê bejn kinik hîştî ne. Min li gundê xwe dest bi dibistana yêkemîn kir. Komi kuflet (malbat) bi sedemên aboriyê koçî bajarê Tirkiyê, Estenbolê-Stenbolê kirin. Ez vegerîyam gund, min sinifa sêyemîn li gund xwend. Paşê hemû sinifên din li Estenbolê xwendin. Zanîngeha Marmarê, beşa zanistî ya Aborî û Rêvebiriya rêxistinan qedand. Salekê jî dibistanek teybetî da domî kursa zimanê îngîlîzî kir.

Jiyana min a karê (şixul):

Dema min di sala 1980’de lîse (kolej) bi dawî kir, dest bi kar kir. Min îdeolojiya çep diparast. Loma bi zanabûn xwest sinifa karker nas bikim. Li atwelyeyên konfeksiyonan de bûm karker. Hem durîn hînkir, hem jî jiyana karkertiyê, têkilî nêzîk va sopandin, naskirin…

Siyaset:

Hêla-aliyê din ve têkiliya min bi netewperestên kurmancra her pêş diket. Ez fêrî siyasetê dibûm, min bi xêra wan famkir ku welatekî me heye navê wî Kurdistan e. Derbaye-cunta leşkerî ya 12’ê îlona 1980 avabû. Leşker fermî li ser text bûn. Bi hezeran kes top kirin. Girtîgeh-heps tijî bûn. Ji % 80 Kurd bûn, bi taybetî Kurdên Rîya Heq berîya Zerdeştî’ye girtin bin çavan. Kurmanc bûyin suçek mezin bû! Kurmanc û ne misilman, suc girandikir!

Kurdên welatparêz li bajarê Stenbolê jî danî hev. Meha gucigê (sibata) sala 1981’an de, ez jî hatim girtin. Du mehan di oda, xaniyê zilmê de mam. Du mehan ez bûm şahîdê, gorîya zilmê. Zilm li min û kurmancên welatparêz dikirin. Paşê hatim girtin. 6 mehan jî di girtîgehên leşkerî de mam.

Ji hepsê hatim berdan, min dest bi zanîngehê kir. Hem dixebitiyam-dişuxulîyam, hêla din va jî min dixwand. Di sala 1983’an de bi Kurdekî herêma Botan’ê re zewiciyam. Di 1985’an de zanîngeh qedand. Di wê navberê de min dest bi hînbûna zimanê biyanî kir. Sala 1986’an bûm dayîk. Lawê min Hozanê Gelîyê Zîlan hat dinê. Dawiya 1990’an da jî lawê minê din Dêrsima Hîşyar bû.

Min di 1986’an de biryar girt ki vegerim Kurdistanê. Vegerîyam nav miletê xwe. Li bajarê Sêrtê min dest bi jiyaneke nû kir. Ez li herêmeke din, nav komikufletek vekirî ku zarokên xwe wekhev dîbînin da girbibûm. Mafên-heqên law û qîzan yek bû. Şertên şerîatê, civata mihemedî li min pir, pir bîyanî bû. Kurmancên herema Sêrtê ez “bajarî, bîyanî“ dîdîtim, qebul dikirim.

Rastîya din, tengasiya min a herî mezin ziman bû. Min devoka herêma Bohtan qet fêm nedikir. Li Kurmanciya Koçgîrî’yê gelek dûr û cuda bû. Bi riya olê, Kur’an ê pir zêde Erebî ketibû nav!

Bi mehan li Koçgîrî yê dûr mayîn, perwerda bi zimanê dagirkeran, min pratîka kurmancîya, devoka herêma xwe jî wendakiribû, qezî pir zêde bîrkiribûn. Nav demê de hewl da, hindik, hindik (hêd, hêdî) hubûm-fêrbûm devoka Botan û bi ser ketim. Bi rehetî bi milleta xwe ve têkilî û danûstandin pêşve bir.

1989’an da min beşê pisporî guherand. Min dest bi rojnamevaniyê kir. Çima ? Di navça bajarê Sêrtê de neteweyek din niştecî ne. Wan re dibên “Ereb”. Bi eslê xwe Erebên li ola cuîne mi, Asurîyên ku bûna mihemedî ne mi? Nizanim. Ew jî nizanin. Wan ra dibên “Mihelmî”. Taybetiya wî gelî ew e; alîkarê, alîgirê Komara Tirkiyê ne, bi hemî fera xwe hemberî kurmancani ne ! Li herêmê aborî dest wan da bû. Mezinê kurmancan li xwe danedînîyan ku kirîni-firotinê bikin. Nav “Karekî sivik, bêqiymet” bû. Loma pere, qapîtal dest mehelmîyan da kom dibû. Ew bajarî, Kurd jî gundî bûn. Hêla din va bi sedan jî koçer hebûn.

Rêvebirên-avakerên komara tirkan bi projeyên teybet nehiştîbûn ku nav neteva kurmancan da guhertinên civaknasî pêk bên, Kurd bibin bajarî. Şer dom dikir. Kurdan zilm didît. Kuştin, andakirin, pelişandin, heps, şewitandin, penaberkirin, qedexe li ser qedexeyan…..

Kes tunebû  ku binivîsîne. Loma min karê xwe berda û dest bi rojnemevaniyê kir. Rojnavemanîyê da nuçeya mina yêkemin “ Nahala – nevala Qeseban ” bû. Dagirkeran 103 kurmanc kuştin, avitin vê nahalê, nav qirşiqalên bajarê Sêêrtê. Min ew mijar weki nuçe bi rojnemavenekî din va yêk amade kir. Ser navê wî camêrî nuçe hati weşandin.

Di 1988’an de me Komela Mafê Mirovan beşa bajarê Sêrtê ava kir. Ez û hin hevalên mêr bûne rêvebir. Sala 1990-1992’an jî bûm seroka şaxê bajêr ya vê komelê. Di sala 1990’an da, rêxistina navneteweyî, HRW-Komiya Çavdêriyê Heqqê Merîyan xeleta “Parastina Mafên Mirovan” da min.

Me şaxê “Partiya Keda Gel” li bajêr ava kir. Min di berpirsiyariyê de cîh girt. Bûm rêvebir. Ew partî li hêla dozgeriyê ve hat girtin.

Bihara sala 1993’an de çûm Başûrê Kurdistanê. Sê meh û nîv li başûr mam. 3 meh li kampa PKK’ê ya Zelê derbas bû. Min li wê derê lêkolîn kirin.

Vegerîyam bakurê welat. Dozgerên Komara Turkiyê xwestin min bavêjin hepsê. Rê, çareserî nema. Loma mecbur mam, bê dil, bê xwestin revîyam, derketim derveyî welat. Kesên ku navê min jî nav wan da bû hatin girtin; hinên-qismekî wan bi hovîtî hatin kuştin, wendakirin, hinan jî dozgeran navbera 10-15 salan  cezayê hepsê dan wan. Yên ku kanîbûn jî revîyan dervayî welat, yan jî çûn başur. Li başûrê welat jî min nedikanîya xwe biparêzim. Loma hatim Ewrupa.

Li penaberîyê, di nav demê de bi buyeran xanimi, camêr pir zelal, eşkere dibin. Barê malê, berpirsîyarî hemî hevra-himik li ser pillên-milên min bûn. Ez rêvebir-ez berpirsîyar bûm. Civatek, çandek…nû.

Mêrê  kurd, jina kurd tene seba-bo hestên, xwestinên, pêwîstîyên xwe weku hacetek bi kar tîne. Jin derencîge-merdîvane! Mêr tenê seba navê xwe pêlê dike,  derdikeve! Mêr mafan-heqan nizane. Xwe ra xwestvane, tenê xwe diparêze. Rehetîya xwe difikre. Li pîvanên mirov-merîbûyînê bê xeber, pir dûre. Milet bindest e, mêr bindest e, heqqan nizane! Ki kanî weki-mîna dagirker dixwaze mêrîyan bifetisîne. Malan bike zîndan-girtîgeh.

Ya me hevaltîk, rêhevaltîk, zewicandinek gora pêwîstîyan nebû. Min pir rind famkir ku ez her alîva-hêlêva têm xapandin, xebitandin. Gav avêtina min, serkeftina min, hînbûna min naye xwestin. Hest veşartî ne, nayên eşkerekirin. Hêla din va bersivên xwestinan nayên dayîn, bê deng, bi zimanê canê xwe mêrik ber min dibe çeper. Nedikanim şixulê-karê welatperwerîyê, entellektuelîyê bikim, ne jî xwe nûkim.

Ki bavê lawên min bikanîyana qelema-pênusa destê min de difirand-dişkînand ku ez nenivsînim. Kîtaba dest min qîşdikir-diçirand ku ez nexwînim! Mêjîyê min puç dikir ku ez kara netevî nekim. Keda-emegê min seba navê xwe bikardianî-dişixuland. Min her ku rastî fam kirin seba min zewicandin bû êş, jan, zilm, hêsîrtî. 1999 an da me hevdû berda. 17 sal in penaberim, ligel herdu lawên xwe dîmînim. Ne zewicî me.

Min dixwast ez fêrî zimanan bim. Serî da ez fêrî zimanê Îtalî bûm. Paşê salên 1998-1999 li zanîngehê, li enstîtûya Fransî ez hînî zimanê Fransî bûm.

Perwerdeya zanîngehê ya bilind-akademîk dom kir. Ez li hûbûnê têr nabim. Qefilandinê-westandinê nizanim. Dermanê jan û êşan hînbûne. Giranîya penabertîyê sivik dike. Pêwîste mirov îmkanan fam bike. Servext be. Bi planan, projeyan ro êvarke. Demê, şertan pêkbîne, lê karê bibîne,  xwe nûke. Lêgerîn tama jîyanê dide, xweş dike. Min li pebaberiyê gelek lêkolîn kirin, berhemên ku hatine çapkirin  jî ev in:

1- Nikarin tixuban daynin ber evînan (1998, Wesanên Medya )

2- Herekata Rizgariya Netewî ya Koçgîrî’yê (1999, APEC )

3- Azwêrî û Girtîbûna Azwerîyan (2000, Peri) Azwêrî û Girtîbûna Azwerîyan de dadgeha tirkan salek û 3 meha ceza dan.

4- Rêwîyên Araratê, Bazirganîya Merîyan, Koçkirin, Penaberî (Wesanên Perî, 2005)

5- Bijinanî Darizandin (2006, Wesanên Perî)

Helbestên ku hatine çapkirin

Awaza Serpêhatîyan I, II, III (Weşanên Perî, 2004)

Lêkolînên ku çap nebû ne ;

1-Bin Agir da Nizam – Edelet

2- Bin Sîya Qirkirinan de li Tirkîyê Dewleta Netewî

3- Artêşa dewleta tirkan û rêvebiriya dewletê

4- Li emperatorîya leşkerîya Osmanîyan – li komara leşkerî ya tirkan rewşa   Kurmancan (1914-1925).

5- Hereketa Netewî ya Kurmancan û Mistefa Kemal

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s